Projeya GES'ê ya Kalyon Holdîngê gundiyan neçarî koçberiyê dike
- aborî-ked
- 09:07 22/7/2023
Projeya GES'ê ku ji aliyê Kalyon Holdîngê ve li mêrga mezraya Dûzikê ya gundê Kadikoy a Wêranşar tê çêkirin bandorê li ser gundên derdorê ku debara xwe bi sewalkariyê dikin jî dibe. Şêniyên gundan bi lêv kirin ku heke GES li mêrga wan bê çekirin sewalkarî jî dê li gundan biqede û ew dê neçarî koçberiye bibin.