NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê Ragihandinê yê HSD’ê Ferhad Şamî, diyar ikr ku Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî dê beriya serê salê biçe serdana Şamê.
Berdevkê Ragihandinê yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî, ji televîzyona Al Arabiya ya navenda wê Erebistana Siûdî re axivî. Şamî, têkildarî hevdîtinên di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hikûmeta demkî ya Şamê de axivî.
Ferhad Şamî, diyar kir ku dê Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî beriya serê salê biçe serdana Şamê û di mijara entegrekirina HSD’ê ya di artêşa Sûriyeyê de hemfikir in û bi Şamê re xalên hevpar hene.
Şamî, îdiayên li ser hin dezgehên çapemeniyê hatin weşandin ku dibêjin HSD’ê li eyaleta Suweydayê hêzên leşkerî yên Durzî perwerde kirine derewand û got: “Me hêzên Hîkmet El Hîcrî perwerde nekirine. Têkiliyên me yên bi gelê Durzî re hem siyasî hem jî di asta gel de ne. Tecrûbeyên wan ên leşkerî hene û pêwîstiya wan bi perwerdeya leşkerî ya HSD’ê nîne.”
‘TU TÊKILIEYEKE ME BI ÎSRAÎLÊ RE NÎNE’
Şamî, têkildarî îdiayên der heqê têkiliyên HSD û Îsraîlê de jî got: “Tu têkiliya me bi Îsraîlê re nînin. Heke têkilî bi Îsraîlê re hebûna dê tu kesî cisaret nekira êrişî HSD’ê bike. Yên van gotegotan belav dikin, ew kes in ên xwedî tu projeyeke neteweyî ya berfireh a Sûriyeyê nînin.”
MAZLUM EBDÎ: GUFTÛGOYA BI HIKÛMETA DEMKÎ RE QUT NEBÛN
Di vê navberê de, Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî jî duh di civîna Şandeya Piştevaniya Muzakereyan a duh li Tebqayê hat lidarxistin de axivî û di heman çarçoveyê de axivîbû. Ebdî, gotibû ku ew girêdayî Mitabeqeta 10’ê Adarê û her çend car bi car binpêkirin çêbibin jî guftûgoya bi hikûmeta demkî re qut nebûne û ji bo pêşxistinê hewldanên wan hene.

