Dengê wêje, folklor, zanist û berxwedanê: Sehîdê Îbo

img
AMED - Serpêhatiya nivîskar Prof. Dr. Sehîdê Îbo, ne tenê çîrokeke takekesî ye, ew rêwîtiyeke dûr û dirêj e ku bi bîr, berxwedan û nasnameya gelekî ve girêdayî ye.
 
Çendî Kurdên Qafsqasyayê îro ro li gelek welatên cîhanê belav bûbin jî, lê mîna pistîniya çîrokên berê yê ji malên wan difûriyan, rastiyeke wan heye. Ew, koçî ku derê hatibin kirin bila hatibin kirin, lê tu carî dest ji nasnameya xwe bernedan. Her koçberiyeke nû, tebeqeyeke din li bîra wan zêde kir. Çîroka Kurdên Qafqasyayê, bes ne çîroka koçberiyekê ye, çîroka berxwedan û bîrê û hebûniyê ye jî. Rûpelên ewil ên vê çîroka dirêj û bargiran, di dawiya sedsala 19'an û destpêka sedsala 20'î de vebûn. Kurdên Êzidî ku ji warê di şerên Osmanî-Rûsan de wêran bû, dûr ketin, ji bêgavî berê xwe dan bakurê. Qefîleyên ku ji Erdexan, Qers, Wan û Bazîdê bi rê ketin, di sar û seqema zivistanê û di qijeqija havînê de dan ser rêya Qafqasyayê. Hin ji wan berê xwe dan Ermenistanê, hin ji wan jî dan ser rêya Azerbêcan û Gurcistanê. Lê ya li benda wan, ne welatekî nû, nediyariyek bû.
 
Kurdên Qafqasyayê, di salên Yekîtiya Sovyetê de, li nêv zeviyan, li gundan û bajarokan xwe li jiyanê girtin. Çandinî kirin, berxvanî kirin, zarokên xwe şandin dibistanan... Lê gava tarî diket erdê, bi sewta dengbêjan, ber bi welatê xwe Kurdistanê ve hêl dibûn. Zimanê dayikê, çîrok û kilam, dikirin ku hebekî birîna wan bikewe. Kurdên Êzidî, li Ermenistanê civateke xurt danîn. Gund ava kirin, cejn bi ruh û can kirin, edetên xwe nifş bi nifş veguhastin. Lê belê dîrokê, careke din bi tundî li deriyê wan da. Netewperestî, rageşiya nijadî û hilweşîna aboriyê yên bi rûxandina Yekîtiya Sovyetê re gur bûn, careke din berê Kurdên Qafqasyayê dan ser rêyên koçberiyê. Di salên 1990'î de bi hezaran malbat vê carê ber bi Rûsya, Ewropa û Rojhilata Navînê ve hêl bûn. 
 
Ev rêwîtiya dirêj û bargiran a Kurdên Qafqasyayê, bes ne çîroka civatekê tenê ye, di heman demê de çîroka wan rewşenbîran e ku li vê erdnîgariyê mezin bûne, ev êş û azar kişandine û wan li peyvê bar kirine. Ev nifşê ku ji nav koçberî, xizanî, sirgûnî û berxwedanê niziliye, bes xwe li jiyanê negirtin, di heman katê de bi rêya wêje, zanist û çandê bîra gelê xwe jî ber bi siberojê ve veguhastin. Yek ji nav û kesên berbiçav ê vê nifşê jî, Prof. Dr. Sehîdê Îbo ye. Çîroka jiyana Sehîdê Îbo, ne tenê çîrokeke takekesî ye. Ew rêwîtiyeke dûr û dirêj e ku bîr, berxwedan û nasnameya gelekî ve girêdayî ye. 
 
SALÊN ZAROKATIYÊ
 
Sehîdê Rizgo Îboyan, di 8’ê Gulana 1924’an de li gundê Qarxûna Jorîn, niha wekî Cirarat tê zanîn, wekî zarokekî malbateke hejar tê dinyayê. Pêşî li gund li dibistana Kurmancî û paşê di ya Ermenan de dixwîne. Ji zaroktiyê ve kilam û çîrokên cimaetê tesîrê lê dikin, lew dema di şevbuhêrkên dûr û dirêj ên nehiyeya Eçmîazinê de li odeya Rizgoyê Îbo ahil û cahil berhev dibin û ligel strînê hikyat vedigotin, Îbo her bi dêhneke folklorîk û mêldariyî guh dide wan. Hê 9 salên Îbo temam nabin, bavê wî dimire û barê şeş bira û sê xwişkan dikeve ser milê dayika wî Hica Evdo. Piştî kamil dibe û bîrbiriyeke xurt lê hasil dibe wiha dibêje: “Bavê min mir, mera mal û dewlet nehişt, lê bavê min temmî da min: ‘Qedrê weten, daîka şîrin, nanê tiberik hertim bigre.’"
 
ŞIVANTÎ Û HEWESA XWENDINÊ
 
Piştî koça bavê wî, Îbo di neh saliya xwe de dibe berxvan û di ber berxvaniya xwe re jî hema çi bi dest dikeve dixwîne ku di berhema xwe yî bi navê “Kara Dîzka Qetix” de der barê van rojên xwe yî berxvaniyê de wiha dibêje, "Hevana nanê min da, xencî çend nanê sêlê, şelbikê qetix, timê kitêb, defter û qelem jî hebûn.”
 
BIRYARA LI SER BIJÎŞKIYÊ  
 
Di van salan de li gundê wan nexweşîna tayê xwe dide der û li ber çavên Îbo gelek mezin û zarok dimirin û ew bi xwe jî çend caran bi vê nexweşînê dikeve û dikeve halê mirinê, lê jê safî dibe. Mirina ji ber vê nexweşînê berê Îbo ber bi bijîşkiyê ve dibe û biryar dide ku ew dê bibe bijîşk. Pêşî li koleja bijîşkiyê dixwîne û paşê dibe xwendekarê înstîtuya bijîşkiyê. Di dema xwendekariya xwe de her li ser xebatên ilmî serê xwe diêşîne û çend gotarên zanistî pêşkeşî înstîtuyê dike û ji van gotaran yek jê hurmetnameya Mastira TPCC a saxlemîxweyîkirinê distîne. Piştî kutakirina înstîtuyê Îbo du salan li nehiyeya Sîîtakê wekî bijîşkê zarokan û serbijîşk dixebite û navê wî belav dibe.
 
SALÊN LI MOSKOVAYÊ Û AKADEMÎ
 
Di sala 1959’an de diçe Moskovayê û di aspîrantûriya Akademiya Zanistê ya TPCC’yê di dereceya nexweşîna zarokan de tê qebûlkirin ku ji bo vê çûyînê di helbesta xwe yî bi navê "Moskva-Hîv" ya di berhema xwe yî bi navê "Sînem" de wiha dibêje: “Bilêta xwe hilde, hevalo,/ Roja îro em rêwîne,/ Dewrana me wa hewale,/ Qonaxa me îro hîve.” Îbo, di du salan de dîsêrtasiya xwe temam dike û navê kandîdatê zanista bijîşkiyê digire û vedigere Yêrîvanê, li înstîtuya bijîşkiyê dersdariyê dike. Pişt re merhele bi merhele wekî asîstan, doçent heta profesoriyê diçe.
 
Di Cotmeha 1974’an de wekî endamê Kongreya Pêşekarê Nexweşîna Gurçikên Zarokan a Washhîngtonê tê hilbijartin û gelek kes li ber destê wî nîşaneya bijîşkî û asîstaniyê digirin.
 
PÊVAJOYA 1991'Ê Û KUŞTINA WÎ
 
Di sala 1991’ê de li Yekîtiya Sovyetê hêdî hêdî di warê siyasî, civakî û aborî de qeyran û bêedaletî xwe didin der. Dewlet û hikûmeta heyî serî bi pirsgirêkan re dernaxînin. Ligel vê, ev alozî sîrayetî Ermenistanê jî dikin. Li vê derê jî cir û qayişek xwe dide der û ligel hin Ermaniyan komeleyeke Êzidiyan tê avakirin û di ser vê re xebatên ku bi îdiaya Êzidî ne Kurd in tên meşandin. Her roj ji hêla pêgirên vê komele û organên wê li ber Rojanmeya Rêya Teze çalakiyên provakasyon û lînçê tên lidarxistin. 
 
Ligel van hemû pêkûtiyan Sehîdê Îbo jî, bi rewşenbîriya xwe her li ser xeta biratiya bi gelê Ermen û xeta xwe yî komunîzmê tevdigere û bi her awayî li dijî van pêkûtiyan derdikeve. Ev sekna wî li xweşa hin kesan naçe û di 17’ê Kanûna 1991’ê de li odeya xwe yî Înstîtutya Bijîşkiyê ya Yêrîvanê bi çekê ji paş serê xwe ve tê kuştin. 
 
Bi qetilkirina Îbo re ji gelek deveran rewşenbîr, nivîskar û kes tên ber înstîtuyê û beşdarî merasîma cenazeyê wî dibin û Serokê Întîtuya Yêrîvanê yê wê demê Vîlên Hakopyan, di merasîmê de wiha dibêje: “Şermeke mezin e ku kesekî wek Sehîdê Îbo qedirbilind û buha li nêv axa Ermenistanê tê kuştin.”
 
KESAYETIYA WÎ YA WÊJEYÎ Û BERHEMÊN WÎ
 
Di warê wêje û folklorê de berhemdariya Sehîdê Îbo, piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn bi awayekî çak xwe dide der. Yekemîn afirandina wî di sala 1948’an de di Kovara “Sovêtakan Grakanûtîûn û Arvêst” û “Grakan Têrt”ê de tên neşirkirin û dû re nivîs û berhemnên wî di nêv pirtûkên dersa de û li rojnameya "Rêya Teze” de cihê xwe digirin. Di sala 1963’yan de bi navê “Qurna Min” (helbest) pirtûka wî ya ewil tê çapkirin û dû re bi navê “Dûryan” a wî ya duyem tê çapkirin ku di vê berhemê de serpêhatiya cimaeta Kurdên Êzidî vedibêje. Pişt re pirtûka sêyem a helbestan a bi navê “Bîst Salê Dinê” tê çapkirin ku têmaya helbestên wî yên vê berhemê "komunîzm" e û li ser vê Casimê Celîl dibêje, Sehîdê Îbo bi vê berhemê re emrê me yî dewrana komunîzmê tîne ber çavê me û bi vê re şêweyeke li helbesta xwe peyda kiriye. Ligel vê Îbo, bi navên “Azadî” (helbest), “Sînem”(helbest) û di sala 1959’an de bi navê “Kurdê Rêwî” romaneke dinivîsîne, lê ev roman di sala 1979’an de tê çapkirin. Li gel van berheman Îbo ji gelek nivîskarên Rûs û Ermen ên wekî H. Tûmanîan, C. Mîxalkov, A. Îsahakyan wergêr dike û hin berhemên wî jî bi zimanê Ermenkî, Rûsî, Azerî û Gurcikî tên wergerandin.
 
Ligel vê Sehîdê Îbo, di warê zanista bijîşkiyê de jî bi dehan berhem dinivîse. Ji van berheman dudo jê monografiya û dudo jê jî pirtûkên bijîşkiyê yên bi zimanê Kurdî ne: "Şîretê Doxtir" û "Siva We Xêr".  
 
Sehîdê Îbo, xwedanê gelek berhemên ilmî, folklorîk û wêjeyî li Ermenistanê bi bijîşkiya xwe wekî “Bavê Zarokan” tê nasîn ku tim wê bobelata nexweşîna “tayê” hatiye bîra wî û bi wê êşa ku gelek heval û hogirên wî yê zarokatiyê pê çûne, nêzî zarokan bûye û wan baş kiriye. Îbo, lgel bijîşkiya xwe jî tim di heyba xwe de pênûs û defter gerandine û bi wêjeya Kurdî re eleqedar bûye û ji bo vê di helbesteke xwe de dibêje, “Emrê min kilam e/ Dengbêj Kurdistan e”. 
 
HESASIYETA JI BO ZIMANÊ DAYIKÊ
 
Ji berhemên wî jî dixuyên ku di warê ziman de pir hesas bûye û yên ku wî nas kirine diyar kirine ku dema zarokên Kurdan bi zimanê xwe nediaxivîn pir pê êşiyaye û her wiha dema dê û bav zarokên xwe yî nexweş dibin cem wî pêşî pirsa “Navê wî/ê çî ye?” arasteyî wan kiriye. Heke navê wan bi Kurdî bûya kêfxweş bûye, lê bi tersa wê re jî nexweş bûye û ji ber çima bi Kurdî nav li wan nehatiye kirin li hemberî dê û bavan bertekên xwe nîşan daye. Ligel vê gelek helbestên wî jî ji hêla hunermandan ve bûne stran. Ji van helbestên wî yên wekî “Xwesî Dîsa Zar Bûma" û “Qîza Kurda” ji hêla hunermend Aram Tîgran ve hatine strîn.
 
Her wiha Sehîdê Îbo, li gel helbestan bi navê “Kurdê Rêwî” jî romaneke ku dê ji herikbariya zimanê xwe tu carî tiştekî ji xwe kêm neke jî nivîsandiye. Romana Îbo, xwe dispêre vegotin yanî gilî û gotinên dêya wî Hîca Evdo. Di romanê de jiyana êla wan Ortiliyan a di navbera sala 1918-22’yan û rê û risma Kurdên Êzidî bi qewimînên dîrokî, civakî û dînî yên di dema Şoreşa Oktoberê de tên vegotin û bi naverok û agahiyên xwe der barê jiyana Êzidiyan de agahiyên zemx dide der. “Kurdê Rêwî” di sala 1959’an de hatiye nivîsandin û di sala 1979’an de li Yêrîvanê hatiye çapkirin. Her wiha di sala 2008’an de tîpguhêziya wê ya ji alfabeya kirilî ya bo latînî ji hêla Xanna Omerxaliyê ve hatiye kirin û di sala 2009’an de hatiye çapkirin. 
 
MA/Rêdûr Dîjle
 

Sernavên din

10:39 Parêzer Kaya: Hin rêveberiyên girtîgehan hewl didin pêvajoyê têk bibin
10:22 Rojeva îsal a pîrozbahiya Gaxanê: Civaka demokratîk û aştî
09:41 Mazlum Ebdî dê biçe Şamê
09:24 Mûçeyê kêmtirîn ê sala nû di di Rojnameya Fermî de hat weşandin
09:10 Hunermendan got: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em qada mitîngê tije bikin
09:09 Li Colemêrgê qeza: Wesayît kete Çemê Zê
09:09 Dengê wêje, folklor, zanist û berxwedanê: Sehîdê Îbo
09:05 Li Dumluyê li dijî girtiyan tundiyeke sîstematîk tê kirin
09:04 Ewropayê seranserê salê azadiya Abdullah Ocalan qîriya
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2025'AN
25/12/2025
16:55 Şîna Nîhal Ay bi girseyî hat ziyaretkirin
16:54 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:45 MED TUHAD-FED: Qada Stasyonê em veguherînin qada aştiyê
16:30 Şaredariya Pêrtagê ji bo GES’ê 350 donim erd da kirê
15:55 Mazlum Ebdî: Di mijara entegrasyonê de alî gihiştin nêrîneke hevpar
15:33 Ayşegul Dogan: Divê Tirkiye li Sûriyeyê bi rolekî çêker rabe
15:16 Li Sûdanê 73 jin û 29 zarokên keç hatin dîlgirtin
14:16 Hevserokên Federasyona Lêkolînên Îslamî hatin hilbijartin
13:43 Li Rihayê ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang
13:02 DEM Partiyê ji ber êrişa li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc kir
12:46 Li Mêrdînê Suryanan ‘Cejna Zayînê’ pîroz kir
11:45 Welatiyên Wanê: Bila dewlet gav biavêje
11:19 Abdullah Ocalan: Îslama demokratîk, vegera li ruhê Peymana Medîneyê ye
11:01 Tulay Hatîmogûllari: Divê her kes bi meseleya Kurd re hevrû bibe
10:19 Li dijî ‘provokasyonên li girtîgehan' hişyarî
10:18 Di sala 2025’an de Îran û Rojhilat: Bû saleke krîzên piralî
09:32 'Divê jin di 4’ê Çileyê de azadiya Abdullah Ocalan biqîrin'
09:29 Ercan Yilmaz: Raporên ku ji Meclisê re hatine pêşkêşkirin ji bo çareserkirina pirsgirêkê kêm in
09:14 Bi gopalên xwe çal koland û ‘tovên hêviyê’ çand
09:09 Hevseroka GABB’ê Neslîhan Şedal: Divê gel waliyan jî hilbijêre
09:01 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2025'AN
24/12/2025
17:11 Hunermend Sîdar Amed jiyana xwe ji dest da
16:46 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
16:35 Kurtulmuş ji bo pêvajoyê ‘hişyarî’ kir: Hewl didin Tirkiyeyê dorpêç bikin, gelek dema me nîne
16:24 Hakan Fîdan bi Şandeya Hamasê re hevdîtin kir
15:47 Rewşa Durak ê tehliyeya wî ji bo 15 mehan hat taloqkirin xist rojeva Meclisê
15:35 Rapor: Berdana girtiyan bi ferzkirina poşmaniyê û pirsên li ser pêvajoyê tê taloqkirin
15:02 Di protestoya mûçeyê kêmtirîn de banga têkoşîna hevpar
14:39 Şîna Okan Gul bi girseyî hat ziyaretkirin
14:34 Di serdegirtina malê de dayika bi Kurdî axivî hat derbkirin
14:11 Dema xebatên Komîsyona Meclisê 2 mehên din hat dirêjkirin
13:34 Parastina bi Kurdî hat astengkirin: Kesek nikare di dadgeha min de bi Kurdî biaxive!
13:17 Hunermendan ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang kir: Ji bo mafê hêviyê em ê li qadê bin
12:50 Li Şirnexê 3 kes hatin binçavkirin
12:38 Civaknasê Alman Treiber: Rêgeza ‘entegrasyona demokratîk' li gor mercên rasteqîn e
12:27 AYM'ê der barê tomarkirina hevdîtina girtiyan de biryara binpêkirinê da
12:19 Tomarkera deng a balafira ku şandeya Lîbyayê tê de bû hate dîtin
12:18 Aldar Xelîl: HTŞ, wekî partiya Baasê ye
11:38 Civîna komîsyonê dest pê kir
11:27 Ji bo ava nayê dayîn fatûreyên zêde tên birîn!
11:23 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:02 'Mitînga Hêvî û Azadiyê dê bibe destpêka çareseriya demokratîk’
10:58 Mehmet Altan: Heya siyaset demokratîk nebe dê pirsgirêk çareser nebin
09:54 Testa hişbirê ya Serokê Fenerbahçeyê pozîtîf derket
09:50 Sûriye sala 2026'an bi nediyariyan pêşwazî dike
09:42 Ji bo pasaportê ji sedî 19 zem hate kirin
09:35 Ciwan dê ‘Di civaka sosyalîst de rola ciwanan’ nîqaş bikin
09:25 Serfermandarê Lîbyayê jî di nav de 8 kes di balafira ‘ketî’ de mirin
09:16 ‘Divê mafê hêviyê cîbicî bikin, azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bê misogerkirin’
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2025'AN
23/12/2025
16:51 Bi girseyî serdana şîna Polatê HPG'î hat kirin
16:27 Li Edeneyê Komeleya Dayikên Aştiyê hat vekirin
15:50 Wezîrê Dadê Tûnç: Em bi heyetê re gavên ku divê bêne avêtin axivîn
15:17 Hamdiye Kirici jiyana xwe ji dest da
14:11 Mesût Sevîktek û Îsa Oran hatin bibîranîn
13:44 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Kurtulmuş re bi dawî bû
13:28 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Kûrtûlmûş re dest pê kir
13:23 Ji ciwanan banga mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’
12:12 Şandeya Îmraliyê: Aştî bi hiqûqê dikare were mayindekirin
11:16 Bajarê herî qelebalix ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çawa tê birêvebirin?
10:48 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç de dest pê kir
10:42 Amedspor dê ji bo êrişa nijadperest pêvajoya hiqûqî bide destpêkirin
10:30 Lêpirsîna Şaredariya îleyê: 22 kes hatin binçavkirin
10:19 Tenduristkar: Alternatîfa pergala tenduristiyê ya heyî modela 'komunê' ye
09:33 HSD, wê entegreyî kê bibe!
09:13 Polîtîkaya asîmlasyonê di 'Civîna Dêûbavan' de ye
09:07 'Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan meseleyeke jiyanî ye'
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2025'AN
22/12/2025
18:10 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û EMEP'ê: Pêdivî bi sererastkirineke qanûnî heye
18:05 Civîna koma nivîsandina raporê bi dawî bû: Dê dema komîsyonê bê dirêjkirin
16:48 Kurtulmuş bi koma nivîsandina ‘raporê’ re civiya
16:34 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û EMEP’ê dest pê kir
16:33 Xetereya li ser jiyana siyasetmedar Selîm Sadak didome
16:21 Tedawiya Huseyîn Aykol didome
16:13 Êrişên li dijî Leyla Zanayê li Mêrsînê hat protestokirin
15:28 Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hatin bibîranîn
14:32 OHD’ê têkildarî êrişên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc kir
14:20 Elewî çûn serdana Roboskê: Êşa me yek e
13:40 'Heke Burak Ercan bihata cezakirin dê 23 xwendekarên din nehatina îstîsmarkirin’
13:24 Ozel: Em dixwazin li Tirkiye û Sûriyeyê aştî serwer be
Sancar: Mitabeqeta siyasî û civakî pir girîng e
13:21 Ji bo Cejna Noelê bibe roja betlaneya fermî pêşniyarqanûn da Meclisê
12:48 Axêverên mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ diyar bûn
12:42 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Ozel dest pê kir
12:02 'Rapor ji bendewariyên heyî dûr e, divê di pêvajoya qanûnan de lihevkirinek hebe'
11:20 Ji Amedsporê biryara Leyla Zanayê: Maça bi Igdirsporê re dê ji bo jinan bêpere be
10:38 Bi dîmenan bersiv dan wezareta ku îşkence red kir: Dev ji parastina faîlan berdin
09:50 Xwebûn bi manşeta ‘Daxwaz aştiyek bi rûmet e’ derket
09:36 Dosyaya ku DMME’yê ji ber ‘îşkenceyê’ Tirkiye mehkûm kiribû hate betalkirin
09:31 Piştî DAIŞ’ê Reqa: Yên ku wehşet dîtine bajêr bi rê ve dibin
09:14 'Ger hûn aştiyê bixwazin, divê hûn mafê hêviyê bi cî bînin'