DTÎOSB'ê civîna yekemîn a giştî ya asayî li dar xist. Sezaî Ayas wekî serok hat hilbijartin. Di civînê giştî ya asayî de ji bo pêşxistina îstihdamê îşaret bi girîngiya tevkariyê hat kirin.
Li navçeya Karataşê agir bi konên karkerên çandiniyê ket.
Li Bazîdê welatiyên ku ji bo zivistanê penêr, rûn û qelî çêkirin, niha jî ketine tatêla çêkirina xwarinên di şûşeyan de (konserve).
Qeydên kursan ên Navenda Çandê ya Anatolyayê (NÇA) ku di 18'ê Îlonê de dest pê kirin, dê heta 20'ê Cotmehê bidomin. Ji damezrînerên navendê ku dê di nêz de çalak bibe, Adar Yildirim, got ku armanca wan domandina kevneşopiya NÇM'ê ye.
Komîna Fîlm a Rojava, fîlmê “Heval Birako” ku senaryoya wê ji çîroka Nazim Daştan hatiye amadekirin, temam kir. Fîlm, diyarî rojnameger Nazim Daştan hate kirin.
Şaredariya Rêya Armûşê tevî KURDÎGEH’ê kursên zimanên Kurdî û Farisî da destpêkirin.