Bîlgen: Em ê neqşerêya ku Tirkiye ji yek zilamî xelas bikin aşkere bikin
- polîtîka
- 14:39 11/5/2018
Hevberdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen, li navenda partiya xwe civîna çapemeniyê pêk anî û diyar kir ku ew dê danezana xwe ya hilbijartinê 14'ê Gulanê aşkere bikin. Bîlgen anî ziman ku danezana wan nexşeya sazkirina qanûna bingehîn a demokratîk e û got: "Em dê nexşerêya ku çawa dawî li pergala yek zilamî bînin aşkere bikin."