NAVENDA NÛÇEYAN - Li eyaleta Pencapê ya Pakistanê ji ber lehiyan, ji meha Hezîranê heta niha 900 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 2 milyon kes jî hatine tehliyekirin.
Ji ber baranên musonê ku ji meha Hezîranê heta niha didomin, li Pakistanê zêdetirî 900 kesan jiyana xwe ji dest dan. Baran, li herêmên rojhilat ên welat hêj didomin û heta niha zêdetirî 2 milyon kes ji eyaleta Pencapê hatine tehliyekirin. Ji ber barînên di demên dawî de, nêzî 150 hezar kes hatin tehliyekirin. Şefê Rêveberiya Karesatan a Pakistanê Inam Haider Malik, da zanîn ku li eyaleta Sindhê 150 hezar kes hatine tehliyekirin û ev hejmar dibe ku di rojên pêş de zêde bibe.
Hat diyarkirin ku li Hindistanê jî ji ber lehiyan herî kêm 30 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 354 hezar kes ji lehiyan bibandor bûn.
Pêla dawî ya lehiyan didome û rayedarên Pakistanî vê hefteyê rewşa lezgîn a avhewayê ragihandin. Serokwezîr Shehbaz Sharif jî ferman da rayedaran ku planeke ji bo 300 rojan amade bikin.
Li gorî nûçeya ABC'ê; NY’ê vê hefteyê ji bo piştevaniya bi Pakistanê re dê 5 milyon dolaran tehsîs bike û DYA jî di serdema duyemîn a Donald Trump de cara ewil dê ji bo alîkariyeke wiha fonê veqetîne û personelên mudaxilekirina karesatê peywirdar bike.
Di sala 2022’yan de jî li Pakistanê ji ber barînan, zêdetirî hezar û 700 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û bandor li zêdetirî jiyana 30 milyon kesan kiribû.