Federasyona Roman çû serdena HDP’ê
- polîtîka
- 15:53 18/9/2018
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî û şandeya Federasyona Komeleya Romanên Akdenîzê li hev kom bûn.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî û şandeya Federasyona Komeleya Romanên Akdenîzê li hev kom bûn.
Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Ayhan Bilgen, têkildarî binçavkirina karkerên Balafirgeha 3’emîn û geşedanên dawî li Meclîsê civîna çapemeniyê pêk anî. Bîlgen, diyar kir ku li şûna dozger daxwazên karkeran lêkolîn bike û wekî serlêdana sûc qebûl bike, karker bi derbkirinê tên binçavkirin. Bîlgen, bal kişand ser serdema nû ya perwerdehiyê jî û wiha got: "Serdema nû bi pirsgirêkên mezin dest pê kir."
Rêveberiya Herêmî ya Kurdistana Federe piştî referandum pêk anî, Tirkiye û Irak ketin nava xetek nû ya rêya bazirganiyê. Di nava vê mehê de dê xeta bazirganiyê diyar bibe. Tê diyar kirin ku rêya bazirganiyê û xeta boriyê ya navbera Ovakoy-Beşde, dê di navbera Rêveberiya Herêmî ya Kurdistan û Bakurê Sûriye de sînorekî ava bike.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî, Cemxaneya Komeleya Çanda Pîr Sûltan Abdal ziyaret kir. Temellî, di ziyaretê de êrîşa li ser karkeran şermezar kir û got: "Li ku zilm hebe li wir berxwedan heye. Em di vê berxwedanê de, dê bi were rêwîtiya xwe berdewam bikin."
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî, piştî, 543 karkerên 3’emîn Balafirgeha Stenbolê hatin binçavkirin, bi armanca piştevaniya karkeran Meclisa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎGM) ziyaret kir. Temellî, diyar kir ku pirsgirêka herî mezin a Tirkiye pirsgirêka ewlehiya kar û tenduristiya karkeran e.
Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Alîcan Onlu yê beşdarî konferasna partiya xwe ya Riha bû, diyar kir ku rêya ji krîzê derketin di Îmraliyê re derbas dibe û got: “Em vê krîzê bi hêzên demokratîk û kedkar, yekitiya neteweyî ya li Kurdistanê re derbas bikin.”
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, Komeleya Lêkolînên Kurdî ya Stenbolê ziyaret kir. Temelî, diyar kir ku Enstîtuya kurd ne tenê wêjeya zimanê kurdî diparêze, di heman demê de piştgiriyê dide aştiya vî welatî û bi nasnameya xwe li holê ye.
Rêxistina HDP'ê, bi minasebeta 38'emîn salvegera 12'ê Îlonê daxuyanî da û diyar kir ku 12'ê Îlonê ne tenê navê darbeyekê ye û wiha got: "12'ê Îlonê navê rêveberiya îro ye. Navê feraseta îro ye. "
Wekîla Seroka Koma HDP'ê Fatma Kurtulan, têkildarî geşedanên di rojevê de li meclîsê civîna çapemeniyê pêk anî û xwest hikûmeta AKP’ê polîtikayên ku xizmeta Tirkiye dike pêş bixe.
Di 2012’an de ji bo şertên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên girtîgehê bên başkirin, ji bo çareseriya pirsgirêka kurd diyalog û zimanê kurdî bibe fermî li girtîgehan greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Yek ji van çalakgerên greva birçîbûnê Parlamenterê HDP’ê Tayîp Temel diyar kir ku divê tecrîd rabe û got: “Çareseriya vî karî diyaloga gengeşekirinê ye.”
Hevseroka KCD'ê ya girtî Leyla Guven, ji Girtîgehê peyam ji Lijneya Giştî ya KCD'ê re peyam şand û xwest tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Guven, ani ziman ku ji bo tecrîd bi dawî bibe divê hemû rêxistinên demokratîk rabin ser piyan. Guven, ji bo yekîtiya neteweya kurd jî xwest her kes berpirsiyariyê bidin ser xwe.
Parlamenterê CHP’ê yê Manîsa Suleyman Bulbul qedexekirina pêşangeha wêneyên Dayîkên Şemiyê bir rojeva Meclîsê.
Hevserokên Gişti yen HDP'ê Pervin Buldan û Sezai Temellî, bang li AKP û hemû hêzên ku li ser Idlibê hesaban dikin kir û xwest ji hewldanên xerakirina Idlibê dûr bikevin. Hevserokên HDP'ê ji Neteweyên Yekbkûyî xwest ku sucên AKP’ê yên li ser axa Sûriyeyê lêkolîn bikin.
Endamê Komîsyona Têkiliyên Derve yê HDP'ê Nazmî Gur, destnîşan kir ku Tirkiye ji ber polîtîkayên xwe yên derve li Sûriyeyê bi ser neketiye. Gur, bilêv kir ku operasyona rejîma Sûriyeyê ya der barê Îdlibê de dê rê li ber şerekî herêmiyî veke.
Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogullari, pirsgirêkên welatiyên astengdar ên li bajêr bir rojeva Meclîsê.