Temellî: Çareserî demokrasiya radîkal eTurk: Berî her tiştî divê em yekîtiyê xurt bikin
- polîtîka
- 11:58 20/10/2018
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temelî û Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk beşdarî Komxebata Rêveberiyên Herêmî ya li Amedê bûn û nirxandin kirin. Temellî, diyar kir ku ew li vir gava ewil a xebatên rêveberiyên herêmî didin destpêkirin û li pirsa "Rêveberiyek çawa, welatekî çawa, bajarekî çawa? digerin. Temelî, anî ziman ku çareserî Demokrasiya Radîkal e. Turk jî diyar kir ku tecrûbeyên wan ên 40 salan hene û xwest dersa rast ji van tecrûbeyan derxin û got: "Divê berî her tiştî em şaşiyan dubare nekin û yekitiya xwe xurt bikin."