Girtîgehên Bayburt, Înebolu û Bartin di rojeva Meclîsê dene
- polîtîka
- 12:58 30/10/2018
Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Bayburt, Înebolu û Bartinê tên jiyîn de daxwazname ji Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê re şand û xwest ji bo binpêkirinên mafan ên zêde yên li van girtîgehan tên jiyîn de tedbîr bên girtin.