HDP: Partiya edaletê edaletê asteng dike
- polîtîka
- 15:03 22/6/2020
Wekîlê Serokên Koma HDP'ê Saruhan Oluç, bertek nîşanî astengkirina Serokên Baroyan da û got: "Partiya di nava navê wê de edalet heye êrîşê edaletê dikin."
Wekîlê Serokên Koma HDP'ê Saruhan Oluç, bertek nîşanî astengkirina Serokên Baroyan da û got: "Partiya di nava navê wê de edalet heye êrîşê edaletê dikin."
Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Herêmên Federe ya Kurdistanê şermezar kirin û bang li hêzên Kurd û kurdistanî kir ku bibin yek. Yekîtiya Niştiman bang li gelê Kurd ên li hundir û derveyî welêt jî kir xwest têkoşîna xwe mezin bikin û dakevin qadan.
Berdevka HDP'ê Ebru Gunay, têkildarî geşedanên dawî civîna çapemeniyê li dar xist û êrîşên li dijî Herêma Federe a Kurdistanê bi tundî şermezar kir. Gunay, anî ziman ku bi boneya yekitiya Kurdan a li Rojava asteng bikin van êrîşan dikin û got: "Li dijî gelê Kurd operasyonên înkar û îmhayê tên meşandin. Ji ber van êrîşan, yekîtiya Kurdan bi qasî jiyanê girîng e."
Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû, Gulîstan Dokû ya ji 5’ê Çileyê ve nayê dîtin bir rojeva Meclîsê û pirsa “Îzaha nedîtina Dokû çiye?” kir.
Meşa HDP'ê ya "Li dijî darbeyan Meşa Demokrasiyê" ku ji milê Colemêrgê û Edîrneyê di 15'ê Tîrmehê dabû destpêkirin duh li Enqereyê bi dawî bû. Têkildarî meşê parlamenterê HDP'ê Musa Pîroglu û Endamê MYK'ê yê HDP'ê Velî Saçilik axivîn. Meşvanan anîn ziman ku ev despêka çalakiya demdirêj e û wiha gotin: "Yên AKP'ê çekên wan, yên HDP'ê jî gel heye.
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, piştî meşê "Danezana Meşa Demokrasiyê ya HDP'ê" daxuyandin. Bûldan û Sancar gotin: "Civak, gelên me hemûya helwesta HDP'ê, helwesta wê ya di siyaseta demokratîk û sekna wê ya ku tawizan nade dît. Bi vî awayî biryardariya gelê me, vîn û hêviya gelê me mezintir bû."
“Meşa Demokrasiyê” ya HDP’ê ku ji Colemêrg û Edîrneyê dest pê kir, tevî hemû astengî, qedexe û mudaxileyan jî gihîşt Enqereyê.
DBP'ê têkildarî "Meşa Demokrasiyê" ya HDP'ê daxuyaniyek belav kir û got meşa demokrasiyê tirsek mezin xistiye dilê îqtîdarê.
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, ji bo “Meşa demokrasiyê” ya 6 rojan dewam kir wiha got: “Ji kolanan bigirin heya serdanên me yên rêxistinên civaka sîvîl me dît ku ev meş gehiştiya armanca xwe.”
Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê têkildarî îstîfaya 3 endamên meclîsa Şaredariya Midyatê yên tu derbasî AKP’ê bûn, diyar kir ku dê gel bersîva wan bide wan.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, di çarçoveya "Li dijî darbeyan meşa demokrasiyê" li Sultanbeylî axivî. Buldan, anî ziman ku dê sibê li Enqereyê deklerasyona xwe aşkere bikin û wiha got: "Ev rêyek dirêj e. Lê li pişt vê meşê aştî, demokrasî û edalet heye"
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Edenê, bertek nîşanî zext û êrîşên li ser HDP'ê da û banga têkoşîna hev par kir.
Wezîrê Berê yê Çand û Turîzmê Ertûgrûl Gunay, diyar kir ku ji ber tevlî meşa HDP’ê nebûye xemgîn e û ji bo meşê ev tişt got: “Di rêya aştî û demokrasiyê de pêngaveke girîng e û dibe ku bibe hêvî.”
Wekîla Serokê Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku li ser partiya wan 5 sal in bi awayek sîstematîk rênedana medyayê heye û got: “Ji bo ku HDP’ê tesfiyekirin û krîmînalîze bikin polîtîkayek weşanê birêve dibin.”
Serokatiya Meclisê, gotinên ‘Dersim’ û ‘Komkujiya Dersimê’ ku di pêşniyazlêkolîna Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş de girtibûn, ‘qebe û giran’ dît.