Ebdullah: Tirkiye bi şerê eskerî bi ser neket şerê taybet pêş dixe
- polîtîka
- 09:17 29/6/2020
Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdullah, armanca êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Başûr û Rojavayê Kurdistanê nirxand û diyar kir ku Tirkiye hemû gelê Kurd dike armanc. Abdullah, anî ziman ku Tirkiye 36 salin li dijî Kurdan şerê eskerî dimeşîne û bi ser neketiye û ji ber vê yekê şerê taybet ê siyasî, dîplomasî, civakî û aborî dimeşîne.