HDP bi nûnerên partiyên kurd re hat gel hev
- polîtîka
- 12:07 24/10/2020
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, li Amedê bi nûnerên partiyên kurd re hat gel hev. Biryarên ku di civînê de bên girtin dê bi raya giştî re bên parvekirin.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, li Amedê bi nûnerên partiyên kurd re hat gel hev. Biryarên ku di civînê de bên girtin dê bi raya giştî re bên parvekirin.
Hevşaredarê DBB’ê Selçûk Mizrakli yê ku ji peywirê hat girtin û saleke girtiye, sûcdariyên li ser xwe û hewldanên meşrûkirina tayînkirina qeyûm ên desthilatdariyê teşhîr kirin. Mizrakli, diyar kir ku bi tayînkirina qeyûm qanûna xwe ya bingehîn binpê kirin û bi vî awayî hewl didin, dest danin ser şaredariyên kurdan.
Rêveberên sendîkayan anîn ziman ku ji ber ku welêt nayê birêvebirin nîqaşên derbarê hilbijartina pêşwext de dest pê kirine û gotin: "Di rojeva kedkaran de hilbijartina pêşwext tuneye. Pirsgirêka debarê, xizanî û çûyîna AKP'ê heye."
Ciwanan ji bo pirsgirêkên xwe yên di warê perwerdehî, îstihdam û ji bo pêşeroja xwe diyar kirin ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan bangawaziya HDP'ê bangeke girîng e û gotin: "Ji bo pêşeroja xwe em ê xwedî li vê bangawaziyê derkevin."
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay bang li îqtîdara AKP-MHP’ê kir û got: “Ya îstîfa bikin ya jî qebûl bikin ku hûn nikarin birêve bibin û biryara hilbijartina pêşwext bigirin. Gelên Tirkiyê vê yekê ji we dixwaze.”
Hiqûqzan Dogan Erbaş, anî ziman ku ji bo pirsgirêka kurd bi awayekî mayinde bê çareserkirin pêdivî bi qanûneke bingehîn ku her kes tê de hebe heye û got, berî ku pirsgirêk kûrtir bibin divê her kes li dor zemîneke demokratîk bê cem hev.
Parlamenterê HDP’ê yê Dersimê Alîcan Onlu, diyar kir ku jinûve destpêkirina lêgerîna li bendavê ya ji bo Gulistan Dokû xapandina raya giştî ye û ev pirs kir: “Bi doza Gulistan Dokû çi tê veşartin?”
Komîsyona Penaber û Koçberan a HDP’ê, têkidlarî cînayet û êrîşên li hemberî penaberan ku di demên dawîn de zêde bûne diyar kir ku faîlên cinayetên penaberan polîtîkayên dewletê ne.
Welatiyên ku polîtîkayên ewlehîparêz ên îqtidarê wekî "quşxaneya nekelî" û "betaliyê" pênase kirin, ji bo deklerasyona HDP'ê gotin ji bo wan tê wateya "kar û bar" û kelandina quşxaneya nekelî.
Cîgirê Serokê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç got: “Daraz ji bo kujerên Tahîr Elçî ceza bike, 5 sal in sersariyê dike. Em ê têkoşîn û doza Tahîr Elçî bişopînin.”
Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan, ji bo aşkerakirina gorên serokên kurdan ên mîna Seîd-î Kurdî, Şêx Seîd, Seyîd Riza, Xalit Begê Cîbranî ku hatin kuştin ango jiyana xwe ji dest dane, pêşniyarqanûn da meclisê.
Derbarê 10 parlamenterên HDP’ê de 20 fezlekeyên nû pêşkêşî meclisê hatin kirin. Derbarê Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz de 5 fezleke hatin amadekirin.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, diyar kir ku ew ê ji ber zext û êrîşan, dest ji pergala hevserokatiyê bernedin û got: “Me siyaset û tekoşîneke bihêz a jinan derxist holê. Me pîvanên xwe yên azadixwaz, bi jinan re ava kirin.”
Parlamenterên HDP’ê yên Amedê projeya veguherîna bajarvaniyê birin rojeva Meclîsê û diyar kirin ku proje bêyî agahiya welatiyan hatiye birêvebirin û projeyê ji Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Mûrat Kûrûm pirsîn.
Serokê Rêxistina Partiya DEVA’yê ya Mêrdînê Mesût Aydogan li ser pirsgirêka kurd got: “Heta ku li Tirkiyê kêşeya kurd û kêşeya demokrasiyê neyê çareserkirin, ne mimkin e kêşeyên din werin çareserkirin.”