NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokên Giştî yên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir û Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ji bo beşdarî Kongreya Hevpeymaniya Sosyal Demokrat bibin, çûn Herêma Federe ya Kurdistanê.
Şandeyeke ji Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û Çîgdem Kiliçgun Uçar û Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan jî di nav de, çû Herêma Federe ya Kurdistanê. Hevberdevka Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk û Parlamentera Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît jî di nava şandeyê de cih girt. Şandeya DBP û DEM Partiyê dê beşdarî Kongreya Hevpeymaniya Sosyal Demokrat a Cîhana Erebî bibe.
Li gorî nûçeya Kanal 8’ê; konferans dest pê kiriye. Serokkomarên 21 welatan, serkirdeyên siyasî beşdarî konferansê bûne. Konferans dê heta 30’ê Tebaxê bidome.
Di konferansê de dê mijarên navneteweyî û herêmî bên gotûbêjkirin û gelek panel bên lidarxistin. Serokê Giştî yê Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talabanî serokatiya konferansê dike. Serokkomarê Iraqê Abdulletîf Reşîd jî beşdar bû.