WAN - Jinan, serdegirtina pêşangeha li Wanê protesto kirin û gotin: “Emniyet û walîtiya ku mudaxileyî faîlên Rojînê nekirin, mudaxileyî wêneyan dikin.”
Tevgera Jinên Azad (TJA,) duh di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Naventeweyî de li Galeriya Hunerê ya li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê pêşangeha xwe ya wêneyan a “Jinên ku jiyanê li dîrokê zêde dikin" vekir. Di çarçoveya lêpirsîna ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Wanê ve hatiye destpêkirin de polîsan bi ser pêşangehê de girtin. Di serdegirtinê de gelek wêne hatin desteserkirin. TJA’yê, têkildarî serdegirtinê li ber pêşangehê daxuyanî da. Nûnerên rrêxistinên girseyî yên jinan û demokratîk ên bajêr jî beşdar bûn.
Wekîla DEM Partiyê Gulderen Varli, di daxuyaniyê de got: “Polîs û walîtiyê di 25'ê Mijdarê de helwestek nîşan dan ku dê jinan îşkence bikin. Em dizanin ku jin tên kuştin û kujer nayên darizandin. Polîsên ku nekarîn kuştina Rojîn Kabaîş ronî bikin, mudaxileyî wêneyên jinên têkoşer dikin û desteser dikin. Cihê xwe bizanibe. Çima polîs û walîtî lêkolîna mirina Rojînê nakin? Helwesta we li dijî kuştina jinan e an li dijî kesên ku têdikoşin e? Çima walîtî di nîvê şevê de ji bo Rojînê mudaxele nake? Nagihan Akarsel kesek e ku hişmendiya jinan zindî dike. Bi hezaran, bi dehan jinan ji bo vê yekê têkoşîn dane. Em ê tu carî vê yekê qebûl nekin. Ji bo vê yekê dê hesab bê pirsîn û gavên qanûnî yên pêwîst werin avêtin. Ev helwest nayê qebûlkirin. Ew kesên ku di nîvê şevê de tên û wêneyên jinan berhev dikin, çima hûn ji kujerên jinan hesap napirsin? Em ê têkoşîna xwe bidomînin heta ku em bi ser bikevin.”
Daxuyanî bi dirûşmên “Jin, jiyan, azadî" û “Jin natirsin hesabê dipirsin” bi dawî bû.
