ENQERE - Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk bertek nîşanî polîtîkaya Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê da û got: “Heke hûn bixwazin encamên dîplomasiya di serdema Esat û piştî Esat hatiye meşandin bibînin, em pêşniyar dikin ku hûn li Qibrisê binêrin.”
Hevdîtinên ser Pêşniyarqanûna Budçeya Rêveberiya Navendî ya Sala 2026’an ên li Komîsyona Plan û Budçeyê ya Meclisê didomin. Têkildarî budçeya Wezareta Karên Derve hevdîtin tên kirin.
Wekîla DEM Partiyê ya Erziromê Meral Daniş Beştaşê di civînê de bal kişand ser budçeya ji bo şer hatiye veqetandin û got: “Êdî aboriya şer e. Ev yek, nîşaneya zîhniyetekê ye. Ji perwerde, tenduristî, rêveberiyên herêmî kêm dikin û ji bo teknolojiya şer tê veqetandin. Ev model, li hundir otorîterbûnê û li derve jî êrişê xweyî dike. Ya herî girîng jî teşe dide zîhniyeta civakê. Binhişê gefxwarinê mezin dike, milîtarîzmê rewa dike û bi rêya ‘ewlehiyê’ civak tê bêdengkirin.”
'HÛN ÇIMA MAZLUM EBDÎ HEMBÊZ NAKIN’
Meral Daniş Beştaş, bal kişand ser Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan ku Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Ahmet Eş-Şera hembêz kiribû û got: “We kesekî ji bo wî 10 milyon dolar xelat hatibû danîn û sûcdarê duh hembêz kir. Li dijî vê nerazîbûna min nîne lê hûn çima heman tiştî ji bo nûnerên gelê hûn jê re dibêjin xwişk-biraa nakin? Hûn çima Mazlum Ebdî hembêz nakin? Hûn çima bi Îlham Ehmed re hevdîtinê nakin? Heke hûn dostên Kurdan bin, li wir 5 milyon Kurd dijîn.”
‘RÊ NEDIN MUDAXILEYA DERVE’
Hevserokê KCD’ê û Wekîlê DEM Partiyê Berdan Ozturk jî bal kişand ser geşedanên li Sûriyeyê û got: “Aliyên şerê hev dikir agirbest ragihandin. Komên digot tu caran nayên cem hev, muzakereyan dikin. Lê tiştek heye ku li Sûriyeyê qet neguheriye; siyaseta we ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qet neguheriye. Hûn bi awayekî îstîqrar ço nîşan didin. Hûn dibêjin ku ev siyaset, meseleya ewlehiyê ya Tirkiyeyê ye. Lê hûn nikarin vê meseleya ewlehiyê bi polîtîkayên gefxwarinê û milîtarîst çareser bikin. Berevajî vê, bi domandina vê siyasetê re hûn dikin ku hêzên herêmî û kûrewî mudaxilî pirsgirêka Kurd bibin. Di demeke firsenda aştiyê ava bûyî de divê ev xet were terikandin.”
‘HEKE HÛN BIXWAZIN ENCAMÊN WÊ BIBÎNIN LI QIBRISÊ BINÊRIN’
Ozturk, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me yekcarê nedîtiye ku wezareta we siyaseteke Elewî, Kurd, Xiristiyanan diparêze dimeşîne. Divê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê ne ji bo berjewendiyên Şam, Tehranê; divê ji bo yên Enqere, Stenbol, Amedê dîplomasiyê bike. Heke hûn bixwazin encamên dîplomasiya beriya Esat û piştî Esat bibînin, wê demê li Qibrisê binêrin. Texrîbata ji ber polîtîkaya milîtarîst a li Qibrisê li holê ye. Ji ber van polîtîkayan, niha bi tenê ma ye û bêçareserî ye.”
