ENQERE - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan pirsên rojnamegeran bersivand û got ku heke komîsyon biçe Îmraliyê dê zemîna pêvajoyê xurt bibe.
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan piştî civîna heftane ya koma partiya xwe pirsên rojnamegeran bersivand.
Bakirhan, ji bo pirsa têkildarî daxuyaniya Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî wiha got: “Gotinên birêz Bahçelî biqîmet in. Divê komîsyon jî tavilê vê meseleyê çareser bike. Divê biçe cem muxatabê esasî yê meseleyê û di mijara çareseriyê de rê vekin. Bi serdana endamên komîsyonê ya Îmraliyê re dê zemîna pêvajoyê jî xurttir bibe.”
‘DIVÊ BIRYARÊ BICIH BÎNIN’
Bakirhan, bal kişand ser biryarên DMME’yê û got ku hewceye Wezareta Dadê bikeve nava hewldanên pêwîst û tavilê van biryaran bicih bînin.
