Piştî serdana Şara ya DYA’yê çi li pêşiya Sûriyeyê ye?

  • rojane
  • 12:44 13 Mijdar 2025
  • |
img

RIHA – Rojnamevan Delîl Zîlan, diyar kir ku dê artêşa Sûriyeya nû li gorî modela sazkirin û got: “Peymaneke bi devkî hat kirin ku hêzên Amerîka, Fransa, QSD û Hikumeta Demkî ya Şamê jî qebûl kirine.”

 
Guftûgoyên di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hikumeta Demkî ya Şamê de bi Peymana 10’ê Adarê ve hat destpêkirin, derbasî qonaxeke nû bû. Piştî hevdîtina Serokê Dewletên Yekbûyê yên Amerîkayê Donald Trump û Serokkomarê Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê Ahmed el-Şara li Washingtonê, Hikumeta Demkî, ragihand ku entegrasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji bo artêşa Sûriyeyê di navbera Sûriye û Îsraîlê “peymana ewlehiyê” pêk hatiye.
 
Fermendarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî, têkildarî hevdîtinê diyar kir ku bi li ser telefonê bi Nûnerê DYA’yê yê Sûriyeyê Tom Barrack re axiviye û beşdariya Sûriyeyê ji bo koalisyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê ji bo pêşiligirtina gefên li ser herêmê gaveke girîng e. Ebdî, ev tişt got: “Ji bo di Sûriyeyek yekbûyî û ji bo de pêşerojeke bi murefeh û ewle ya welatiyên me em bi havkarên xwe re di nava di nava hevakriyê de dixebitin.” 
 
Di vê çarçoveyê de Delîl Zîlan ê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rojnamevaniyê dike geşedanên dawî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand. Zîlan, diyar kir ku entegrasyona li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ketiye qonaxeke nû û agahiyên xwe parve kir. 
 
HEVDÎTINA ŞARA-EBDÎ
 
Zîlan, têkildarî mijarê ev tişt got: “Di qonaxa dawî de gelek caran di navbera Rêveberiya Xweser û şandeya Şamê de gelek caran hevdîtin çêbûye. Bêyî Peymana 10’ê Adarê peyman û lihevkirin bi devkî çêbûne. Bi îmzekirina belgeyên fermî ve pêk nehatiye. Colanî berî rojekî biçe Amerîkayê bi Mazlûm Ebdî re hevdîtinek kiriye. Ev hevdîtin wek serdanekî bû. Îlham Ehmed, Mazlûm Ebdî û hinek rêvebirên Rêveberiya Xweser beşdarî civînê bûn. Di hevdîtinê de; ewlehiya herêma Rêveberiya Xweser û ya Sûriyeyê hat axaftin. Ji ber ku texrîbatên şerê 14 salan di her warî de bandor li jiyanê kiriye loma bêtir mijarên ewlehiyê derdikeve pêş. Di vê çarçoveyê de ev mijar hatine gotûbêjkirin. Di hevdîtina Rêveberiya Xweser û Şamê de şandeya DYA’yê, hêzên koalîsyonê, şandeya Fransayê û şandeya Ingilistanê jî wekî çavdêr beşdar bûne û li ser modeleke artêşê xebat hatine kirin. Têkildarî vê modela artêşê gotûbêjên dûr û dirêj çêbûna ku HSD’ê di nava vê modelê de roleke çawa bigire û dê ewlehiya giştî ya Sûriyeyê çawa be. Herwiha ji bo çareserkirina ewlehiya Sûriyeyê di modela li ser modela HSD’ê lihevkirinek çêbûye. Ev lihevkirin ji aliyê hêzên Amerîka û Fransayê ve hatiye qebûlkirin û HSD û û Hikumeta Demkî ya Şamê di vê mijarê de li hev kirine.”
 
‘HSD’ê POZÎSYONA XWE BIPARÊZE’
 
Zîlan, geşedan ragihand û ev tişt destnîşan kir: “Di hevdîtina Colanî û Mezlûm Ebdî de hejmara leşkeran jî hatiye hatiye axaftin. Ebdî hejmara hêzên xwe yên leşkerî wek 100 hezar, Colanî jî wek 30 hezar vegotine. A rast li Sûriyeyê artêşek tune. Artêşa Hikumeta Demkî nîne. Artêşa nû ya ku hêzên koalîsyonê jî qebûl kiriye dê modela leşkerî ya HSD’ê be. Jixwe navekî HSD’ê heye, dê wekî tümen li herêma Rêveberiya Xweser pozisyona xwe biparêze. Tevlibûna Sûriyeyê ji bo nava Koalîsyona Navneteweyî ya li Dijî DAIŞ’ê zelal bûye. Hêzên HSD’ê yên profesyonel hene; HAT, YAT hêzên antî terorê ne. Bicihbûna van hêzên ji bo nava tevahiya Sûriyeyê bi devkî zelal bûye. Sedema vê ev e ku niha li Sûriyeyê artêş nîne. HSD’ê entegreyê nava artêşa Sûriyeyê bibe, lê dê entegreyê ku bibe ne diyar e. A rast ev xwestek ji aliyê Hikumeta Şamê ve hatiye rojevê; bila HSD li herêma xwe bimîne em jî modela artêşê amade bikin. Piştre em ê artêşa Sûriyeyê damezirînin. Niha rewşa leşkerî wiha ye.” 
 
ELEWÎ Û DURZÎ: GER HSD HEBE TEMÎNAT HEYE
 
Zîlan, diyar kir ku gelên din ên li herêmên Sûriyeyê dijîn jî hatiye nîqaşkirin û wiha pê de çû: “Nexşerêya Rêveberiya Xweser ne tenê ji bo demokratîkkirin û ewlehiya herêmekî ye. Ji despêkê ve wiha bû û di çarçoveya rêgezê de wiha domandin. Li gorî daxuyaniyên Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmedê wiha ye. Daxuyaniya Mezlûm Ebdî ya têkildarî entegrasyonê li peravê û li Siwêda ya bajarê Durzan û li gelek deveran kelecan çêkir û şîroveya ‘ger HSD hebe can û malê me di nava ewlehiyê de ye’ hat kirin. Di nava salekî de HTŞ’ê gelek tiştên nexweş kir. Li peravê bi dehan Elewî qetil kir, ger biketa Siwêdayê niha Siwêda di qirkirinê de derbas kiribû û jixwe gelek komkujî pêk anîn. Ji ber vê yekê entegrebûna HSD’ê di nava artêşê de ji bo gelên din jî pir girîng e. Mazlûm Ebdî got ku gelek mijar gotûbêj kirine.”
 
‘TIRKIYE JI BO ASTENGIYÊ HEWL DIDE’
 
Zîlan, diyar kir ku li pêşiya van geşedanan astengî hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tirkiye astengiyeke cidî çêdike. Tirkiye ji bo Kurd nebin xwediyê statüye û tiştekî bidest nexin, ji bo astengiyê hewl dide. Heta niha hewl da ku bi SMO ya paramîltîter ve asteng bike. Di heman demê de di qada dîplomatîk de jî ji bo astengiyê hewl da. Li Sûriyeyê pozisyona wan qels bû. Tirkiye di vê qonaxê de neçar e ku vê yeke qebûl bike.”
 
 ‘YPJ DERVEYÎ NÎQAŞÊ YE’
 
Zîlan rewşa YPJ’ê nirxand û got: “Dê YPG û YPJ wek pêkhateyên HSD bîminin. Rewşa YPJ ne derveyî müzakere û nîqaşan e. Li cihê ku HSD hebe dê YPJ jî hebe. Şoreşa Rojeva wiha hat avakirin. Êdî ev pergal e. Ji ber vê yekê modela artêşê çi be dê YPJ jî di nav cih bigire.”
 
‘DÊ QADA HSD’Ê BERFIREH BIBE’
 
Zîlan destnîşan kir ku di avakirina nû ya Sûriyeyê de dê rewşa Rêveberiya Xweser bihêztir bibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em dibînin ku Rêveberiya Xweser bi rastî dikare Sûriyeyê xilas bike. Tevlibûna Hikumeta Demkî ji bo nava Koalîsyona Navneteweyî, li qadê bêqîmet e. Operasyonên li dijî DAIŞ’ê dê ji aliyê HSD’ê ve bên kirin. Dê qada HSD’ê berfireh bibe û tenê bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve sînordar nemîne. Dê li tevahiya Sûriyeyê li dijî DAIŞ’ê têbikoşe.” 
 
MA / Melîk Varol

Sernavên din

13:43 Komkujiya Amûdê hat şermezarkirin: Em ê ji bîr nekin, nedin jibîrkirin
12:45 Protestoyên li Behdînanê didomin
12:44 Piştî serdana Şara ya DYA’yê çi li pêşiya Sûriyeyê ye?
11:52 Kolanên Wanê: Ji bo demokrasiyê divê mafên me bên naskirin
11:34 ‘Divê desthilat têkildarî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re helwesta xwe nîşan bide’ HATE NÛKIRIN
11:08 18 girtiyên nexweş ên li irtîgehên Mêrsînê nayên berdan
10:50 Banga tevlibûnê ji bo mitînga hawirdorê: Têkoşîn rewa ye
10:43 Teqez bû ku 2 DNA’yên ser bedena Rojîn Kabaîşê hatine tespîtkirin neperîne
10:06 Têkoşîna hiqûqnasê rojhilatî ya ji bo Kurdî
09:42 Nameyên girtiyan ji bo Aykol: Em bawer in ku tu dê bi îradeya şoreşgerî vê nexweşiyê têk bibî
09:36 Negirtina cezayê disiplînê kirin hinceta astengkirina tehliyeyê
09:29 Koordînatora xebatên qadê: Planên stratejik pêwîst in
09:16 Girtiyê ku 18 caran anjiyo bûye nayê tehliyekirin
09:15 Aktîvîstên TJA’yî: Jin dê di pêvajoyê de xwedî roleke pêşeng bin
09:00 ROJEVA 13'Ê MIJDARA 2025'AN
12/11/2025
16:50 Li Şirnexê starta 25'ê Mijdarê hat dayîn
16:34 Li Stenbolê dê ‘Kursiya aştî û azadiyê’ bê danîn
16:12 Ji bo dermankirina Aykol dest bi dermanên cuda hat kirin: Xetere didome
16:02 ‘Daxwaza tehliyeyê’ ya Mizrakli careke din hate redkirin
15:56 Meclisa Jinan a HDK’ê: Di 25’ê Mijdarê li her dera Tirkiyeyê em ê li qadan bin
15:26 ‘Bila lêçûnên dadgehê yên dozên ekolojiyê ji aliyê dewletê ve bên dayîn'
14:40 Dê Erdogan û Bahçelî bicivin
14:39 Rojnamevan Sevda Perihan Erkilinç hat berdan
14:22 Xelkê Enqereyê li dijî budçeya sala nû bibertek e
13:58 Îmamoglû: Îdiameya we tenê ji derewan pêk tê
13:24 Peyamên hilbijartinên Iraqê çi ne?
13:05 Kalkan: Ji bo pêvajo derbasî qonaxa duyemîn bibe hewldanek heye
11:35 Jina gef lê dihatin xwarin întîhar kir
10:58 Xwişka karkera ku mir: Zabiteyên ji bo kontrolê dihatin qoliyek parfum digirtin û diçûn
10:57 Li dijî endamên FARC’ê êriş: 25 kes hatin kuştin
10:56 Çareserî ne teşhîr û etîketkirin e, di ziman û têkiliyê de ye
10:56 Şaredarê berê yê Hopayê: Divê xelkê Behra Reş jî di pêvajoyê de aktor be
10:33 Li Aydinê mirineke biguman
10:31 Komun çi ye, li Kurdistanê çawa dikare bê avakirin?
10:03 Tirkiye xwe ji Sûriyeyê venakêşe, baregehên nû ava dike
09:45 Tehliyeya girtiyê ku ferzkirina poşmaniyê qebûl nekir cara sêyemîn hat astengkirin
09:30 Cotkarên Mûşê: Em êdî ber bi îflasê ve diçin
09:13 Wezîr Guler: Di balafira ketî de 20 leşker mirin
09:11 Eren: Divê pêvajo ji aştiya negatîf derbasî aştiya pozîtîf bibe
09:00 ROJEVA 12'Ê MIJDARA 2025'AN
11/11/2025
23:38 Salih Muslim: Em dikarin bibêjin ku Tirkiyeyê peymana 10’ê Adarê qebûl kiriye
22:49 Hêzên Şamê bi dronê êrişî Siwêdayê kirin
17:54 Civîna Kurtulmuş bi koordînatorên partiyên siyasî re dest pê kir
16:54 Serdana şîna Lokman Urun hat kirin: Em ê têkoşîna wî bidomînin
16:38 ‘Binpêkirinên sîxurkirinê yên li Wanê bi dawî bikin’
16:08 Wezareta Parastinê: Balafireke me ya kargoyê ket
16:08 Dozgeriyê ji bo girtina CHP’ê serî li Dadgeha Bilind da
15:51 ÎHD: Di 10 mehan de li Mêrdînê 53 bûyerên mirinên biguman rû dane
15:30 Ji bo danişîna rojnameger Perîhan Sevda Erkilinçê bang kirin
15:19 Bi girseyî serdana şîna Hasîbe Karataş hat kirin
14:45 Li Pasûrê hejmara miriyan derket 3'yan
14:05 Li Girtîgeha Sîncanê nahêlin girtî bên tedawîkirin
13:47 Rejîma Îranê 8 girtî darve kir
13:33 Kesên ji ber şewata li Dîlovasiyê hatin binçavkirin birin edliyeyê
13:25 Li Pasûrê îskeleya pirê hilweşiya: 2 karker mirin, 4 jî birîndar bûn
13:02 Şaredariyên DEM Partiyî: Em ê bi pêşengtiya jinê jiyana wekhev ava bikin
12:52 Ji ber mayînê lingê kolberekî Kurd jê bû
12:44 Tulay Hatîmogûllari: Dive komîsyon tavilê biçe Îmraliyê
11:59 Bahçelî: Pêvajo ber bi dawiyê ve diçe
11:58 Fîdan ê ku bi Şara re çû Qesra Spî: Me helwestên xwe da der
11:31 Nûman Kûrtûlmûş dê hevdîtinê bi serokwekîlan re bike
11:30 Ji Sûriyeyê daxuyanî: Di warê entegrasyona HSD'ê de lihevkirin çêbû
10:13 Îsraîlê pêşnûmeya cezayê 'darvekirinê' ya ji bo filistîniyan da ber dengdayînê
10:09 Hilbijartina li Iraqê dest pê kir
10:01 Bêkarî dibe sedema zêdebûna wê, şaredarî terkexem in: Ma dê wiha pêşî lê were girtin?
09:42 Şîlan Bîngol: Ji bo aştiyeke mayinde bi 'mirinan' re hevrûbûn divê
09:41 'Heta statûya Kurdî neyê qebûlkirin em nikarin qala entegrasyonê bikin'
09:26 Êdî tiryak li ber deriyên dibistanên seretayî ye: Têkoşîn kêm e
09:06 Li Tekîrdagê Kurdî di bin xetereya saziyên dewletê de ye
09:02 Pisporê tenduristiya gel: Ji bo tenduristiyê aştî pêwîst e
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2025'AN
08:52 Tê payin li 22 bajaran baran bibare
08:45 Li Behra Spî bi pileya 4.9 erdhej çêbû
10/11/2025
16:48 Şînên li Amedê bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:40 Li Sêrtê starta çalakiyên 25’ê Mijdarê hat dayin
16:20 Şaredariya Mûşê avakirina ‘Meclisa Jinan’ ragihand
16:20 Şîna Îshak Tepe bi girseyî hate ziyaretkirin
16:19 Tedawiya rojnameger Huseyîn Aykol didome
15:28 CPT: Tirkiye hejmara baregehên xwe zêde dike
15:10 Dadgeriya Înfazê: Lijneya Çavdêriyê ne ew meqam e ku poşmaniyê binirxîne
14:27 Rêveberiya Amedsporê: Motîvasyona tîma me bilind e
14:22 Hem li dijî zextên hevjînên xwe hem jî yên civakê têdikoşin
13:59 Demîrtaş û Mizrakli ji bo Aykol name şandin
13:38 Daxwaza sewqa ji bo Îmraliyê kirin hinceta ‘taloqkirina tehliyeyê’
13:18 Bîranîna Komkujiya Garê: Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin
12:02 Hilbijartina Parlamentoya Iraqê sibê ye
11:58 Bagera Fung-wongê bîlançoyeke giran li pey xwe hişt
11:57 Tevî pêvajoyê jî ferzkirina sîxûriyê didome
11:26 ‘Çareseriya herî rast a li dijî tiryakê, piştevaniya rêxistinkirî ya gel e’
10:44 Vaye rêgeha tiryakê: Serkêşiya wê ‘bajarên biewle’ dikin
09:37 Li Êlihê 2 kes hatin kuştin û 5 kes birîndar bûn
09:21 Xwebûn bi manşeta ‘Jin bajaran ji nû ve saz dikin’ derket
09:00 ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2025'AN
09/11/2025
16:55 Komên paramîlîter ên Tirkiyeyê 11 kes revandin
14:32 Vê hefteyê dê budçeyên 4 wezaretan bên nîqaşkirin
14:20 DFG’ê xebatkarên Çapemeniya Azad ên hatine qetilkirin bi bîr anî
14:00 Jinan li Erdîşê şitilên berûyê danîn
13:59 Îshak Tepe wefat kir
13:31 TJA’yê starta 25’ê Mijdarê da
12:17 Wezîrê Edaletê: Biryara têkildarî Demîrtaş li ber destê dadgehê ye