Kolanên Wanê: Ji bo demokrasiyê divê mafên me bên naskirin

  • rojane
  • 11:52 13 Mijdar 2025
  • |
img
WAN - Welatiyên Wanê diyar kirin ku ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê divê weke gava ewil mafên gelê Kurd bên naskirin. 
 
Welatiyên Wanê têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk axivîn. Welatiyan got ku heta di mijara demokrasî û zagonan de gav neyên avêtin dê pirsgirêk çareser nebin. 
 
Ji welatiyan Sakîne Turanê anî ziman ku Kurd weke pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê tên nîşandan lê Kurd pirsgirêk nînin û got: “Meseleya herî mezin ew e ku mafên Kurdan bên naskirin. Heke li Tirkiyeyê aştî û demokrasî hebûya dê hemû pirsgirêk bihatina nîqaşkirin û welatekî ku mirov bikare lê bijiya bûya. Lê demokrasî nîne. Heke me bikariya bi zimanê xwe perwerde bibin û mafên me bihatina dayin, niha welat di astekî cuda de bûya. Bi pêvajoya aştiyê ya nû re firesdek çêbû. Divê hemû mafên Kurdan di Destûra Bingehîn de bên misogerkirin. Dixwazim hebûna min were qebûlkirin û temînateke wê ya hiqûqî hebe. Kurd, daxwaza mafên xwe dikin.” 
 
BAL KIŞAND SER MIRIN Û BIRÇÎTIYÊ
 
Bedrettîn Gezgîn jî anî ziman ku ji ber şerê bi sala ye didome êdî civak bêzar bûye û got: “Daxwaza me rêz, hezkirin û aştî ye. Şer zirarê dide her alî. Sedema rewşa niha ya aboriyê jî şer e. Xelk ji ber şer nikare debara xwe bike. Bila êdî aştî çêbibe, xwîn nerije û zarok nemirin. Ji bo vê jî hewcehî bi edaletê heye.” 
 
DAXWAZA AŞTIYEKE BIRÛMET
 
Seracettîn Aslan jî got ku Tirkiye di pêvajoyeke girîng de ye û got: “Şerê bi dehan sale didome, bi xwe re êşên mezin anî. Dixwazim li welatekî hiqûq lê serwer, demokrasî lê heye, mirov lê nayên kuştin, demokratîk û azad bijîm. Aborî jî ji vê rewşê bandor dibe. Heke demokrasî hebe, aborî jî baş birêve diçe û civak aram dijî. Ji partiyên siyasî zêdetir divê civak aştiyê biparêze. Pêdiviya vî welatî bi aştiyeke birûmte heye.” 
 
MAFÊN KURDAN
 
Yuksel Yuce jî ev tişt anî ziman: “Mezintirîn pirsgirêka Tirkiyeyê, nebûna ewlehiyê û demokrasiyê ye. Êdî ne jin ne jî zarok di ewlehiyê de ne. Mixabin li vî welatî demokrasî nîne. Em behsa pêvajoya aştiyê dikin lê civak hêj jî ji hev hez nake. Ji ewil divê rêveber ji hev re rêz bigirin û silha xwe bikin. Di vê pêvajoyê de mijara herî girîng, naskirina mafên Kurdan e. Wek mînak; bavê min bi Tirkî nizane û ma çima dema diçe nexweşxane û saziyên din xwe bi Kurdî îfade neke? Çima zarokê min bi Kurdî perwerde nebe? Demokrasî ev e. Madem qala xwişk-biratiyê tê kirin, divê ev maf bên dayin. Divê her kes xwedî heman mafan bin ku aştî çêbibe.” 
 
DAXWAZA WELATEKÎ ADILANE Û DEMOKRATÎK
 
Ebrû Yeşîlagaçê jî destnÎşan kir ku gelek pirsgirêkên Tirkiyeyê hene û çareseriya wan jî girêdayî serkeftina pêvajoya aştiyê ye. Ebrû Yeşîlagaçê got: “Em aştiyê dixwazin ji ber ku em dixwazin bi ewle bijîn. Aştî; demokrasî, azadî û wekhevî ye. Em jî welatekî demokratîk û adilane dixwazin.” 
 
Ahmet Bozkurt jî diyar kir ku ji ber krîza aboriyê nikare debara xwe bike û got: “Bila aştî were, em êdî westiyan. Ji bo xwîn nerije û dayik negirîn, divê ev pêvajo bi ser keve. Kurd, aştiyê dixwazin.” 
 

Sernavên din

12:45 Protestoyên li Behdînanê didomin
12:44 Piştî serdana Şara ya DYA’yê çi li pêşiya Sûriyeyê ye?
11:52 Kolanên Wanê: Ji bo demokrasiyê divê mafên me bên naskirin
11:34 ‘Divê desthilat têkildarî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re helwesta xwe nîşan bide’ HATE NÛKIRIN
11:08 18 girtiyên nexweş ên li irtîgehên Mêrsînê nayên berdan
10:50 Banga tevlibûnê ji bo mitînga hawirdorê: Têkoşîn rewa ye
10:43 Teqez bû ku 2 DNA’yên ser bedena Rojîn Kabaîşê hatine tespîtkirin neperîne
10:06 Têkoşîna hiqûqnasê rojhilatî ya ji bo Kurdî
09:42 Nameyên girtiyan ji bo Aykol: Em bawer in ku tu dê bi îradeya şoreşgerî vê nexweşiyê têk bibî
09:36 Negirtina cezayê disiplînê kirin hinceta astengkirina tehliyeyê
09:29 Koordînatora xebatên qadê: Planên stratejik pêwîst in
09:16 Girtiyê ku 18 caran anjiyo bûye nayê tehliyekirin
09:15 Aktîvîstên TJA’yî: Jin dê di pêvajoyê de xwedî roleke pêşeng bin
09:00 ROJEVA 13'Ê MIJDARA 2025'AN
12/11/2025
16:50 Li Şirnexê starta 25'ê Mijdarê hat dayîn
16:34 Li Stenbolê dê ‘Kursiya aştî û azadiyê’ bê danîn
16:12 Ji bo dermankirina Aykol dest bi dermanên cuda hat kirin: Xetere didome
16:02 ‘Daxwaza tehliyeyê’ ya Mizrakli careke din hate redkirin
15:56 Meclisa Jinan a HDK’ê: Di 25’ê Mijdarê li her dera Tirkiyeyê em ê li qadan bin
15:26 ‘Bila lêçûnên dadgehê yên dozên ekolojiyê ji aliyê dewletê ve bên dayîn'
14:40 Dê Erdogan û Bahçelî bicivin
14:39 Rojnamevan Sevda Perihan Erkilinç hat berdan
14:22 Xelkê Enqereyê li dijî budçeya sala nû bibertek e
13:58 Îmamoglû: Îdiameya we tenê ji derewan pêk tê
13:24 Peyamên hilbijartinên Iraqê çi ne?
13:05 Kalkan: Ji bo pêvajo derbasî qonaxa duyemîn bibe hewldanek heye
11:35 Jina gef lê dihatin xwarin întîhar kir
10:58 Xwişka karkera ku mir: Zabiteyên ji bo kontrolê dihatin qoliyek parfum digirtin û diçûn
10:57 Li dijî endamên FARC’ê êriş: 25 kes hatin kuştin
10:56 Çareserî ne teşhîr û etîketkirin e, di ziman û têkiliyê de ye
10:56 Şaredarê berê yê Hopayê: Divê xelkê Behra Reş jî di pêvajoyê de aktor be
10:33 Li Aydinê mirineke biguman
10:31 Komun çi ye, li Kurdistanê çawa dikare bê avakirin?
10:03 Tirkiye xwe ji Sûriyeyê venakêşe, baregehên nû ava dike
09:45 Tehliyeya girtiyê ku ferzkirina poşmaniyê qebûl nekir cara sêyemîn hat astengkirin
09:30 Cotkarên Mûşê: Em êdî ber bi îflasê ve diçin
09:13 Wezîr Guler: Di balafira ketî de 20 leşker mirin
09:11 Eren: Divê pêvajo ji aştiya negatîf derbasî aştiya pozîtîf bibe
09:00 ROJEVA 12'Ê MIJDARA 2025'AN
11/11/2025
23:38 Salih Muslim: Em dikarin bibêjin ku Tirkiyeyê peymana 10’ê Adarê qebûl kiriye
22:49 Hêzên Şamê bi dronê êrişî Siwêdayê kirin
17:54 Civîna Kurtulmuş bi koordînatorên partiyên siyasî re dest pê kir
16:54 Serdana şîna Lokman Urun hat kirin: Em ê têkoşîna wî bidomînin
16:38 ‘Binpêkirinên sîxurkirinê yên li Wanê bi dawî bikin’
16:08 Wezareta Parastinê: Balafireke me ya kargoyê ket
16:08 Dozgeriyê ji bo girtina CHP’ê serî li Dadgeha Bilind da
15:51 ÎHD: Di 10 mehan de li Mêrdînê 53 bûyerên mirinên biguman rû dane
15:30 Ji bo danişîna rojnameger Perîhan Sevda Erkilinçê bang kirin
15:19 Bi girseyî serdana şîna Hasîbe Karataş hat kirin
14:45 Li Pasûrê hejmara miriyan derket 3'yan
14:05 Li Girtîgeha Sîncanê nahêlin girtî bên tedawîkirin
13:47 Rejîma Îranê 8 girtî darve kir
13:33 Kesên ji ber şewata li Dîlovasiyê hatin binçavkirin birin edliyeyê
13:25 Li Pasûrê îskeleya pirê hilweşiya: 2 karker mirin, 4 jî birîndar bûn
13:02 Şaredariyên DEM Partiyî: Em ê bi pêşengtiya jinê jiyana wekhev ava bikin
12:52 Ji ber mayînê lingê kolberekî Kurd jê bû
12:44 Tulay Hatîmogûllari: Dive komîsyon tavilê biçe Îmraliyê
11:59 Bahçelî: Pêvajo ber bi dawiyê ve diçe
11:58 Fîdan ê ku bi Şara re çû Qesra Spî: Me helwestên xwe da der
11:31 Nûman Kûrtûlmûş dê hevdîtinê bi serokwekîlan re bike
11:30 Ji Sûriyeyê daxuyanî: Di warê entegrasyona HSD'ê de lihevkirin çêbû
10:13 Îsraîlê pêşnûmeya cezayê 'darvekirinê' ya ji bo filistîniyan da ber dengdayînê
10:09 Hilbijartina li Iraqê dest pê kir
10:01 Bêkarî dibe sedema zêdebûna wê, şaredarî terkexem in: Ma dê wiha pêşî lê were girtin?
09:42 Şîlan Bîngol: Ji bo aştiyeke mayinde bi 'mirinan' re hevrûbûn divê
09:41 'Heta statûya Kurdî neyê qebûlkirin em nikarin qala entegrasyonê bikin'
09:26 Êdî tiryak li ber deriyên dibistanên seretayî ye: Têkoşîn kêm e
09:06 Li Tekîrdagê Kurdî di bin xetereya saziyên dewletê de ye
09:02 Pisporê tenduristiya gel: Ji bo tenduristiyê aştî pêwîst e
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2025'AN
08:52 Tê payin li 22 bajaran baran bibare
08:45 Li Behra Spî bi pileya 4.9 erdhej çêbû
10/11/2025
16:48 Şînên li Amedê bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:40 Li Sêrtê starta çalakiyên 25’ê Mijdarê hat dayin
16:20 Şaredariya Mûşê avakirina ‘Meclisa Jinan’ ragihand
16:20 Şîna Îshak Tepe bi girseyî hate ziyaretkirin
16:19 Tedawiya rojnameger Huseyîn Aykol didome
15:28 CPT: Tirkiye hejmara baregehên xwe zêde dike
15:10 Dadgeriya Înfazê: Lijneya Çavdêriyê ne ew meqam e ku poşmaniyê binirxîne
14:27 Rêveberiya Amedsporê: Motîvasyona tîma me bilind e
14:22 Hem li dijî zextên hevjînên xwe hem jî yên civakê têdikoşin
13:59 Demîrtaş û Mizrakli ji bo Aykol name şandin
13:38 Daxwaza sewqa ji bo Îmraliyê kirin hinceta ‘taloqkirina tehliyeyê’
13:18 Bîranîna Komkujiya Garê: Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin
12:02 Hilbijartina Parlamentoya Iraqê sibê ye
11:58 Bagera Fung-wongê bîlançoyeke giran li pey xwe hişt
11:57 Tevî pêvajoyê jî ferzkirina sîxûriyê didome
11:26 ‘Çareseriya herî rast a li dijî tiryakê, piştevaniya rêxistinkirî ya gel e’
10:44 Vaye rêgeha tiryakê: Serkêşiya wê ‘bajarên biewle’ dikin
09:37 Li Êlihê 2 kes hatin kuştin û 5 kes birîndar bûn
09:21 Xwebûn bi manşeta ‘Jin bajaran ji nû ve saz dikin’ derket
09:00 ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2025'AN
09/11/2025
16:55 Komên paramîlîter ên Tirkiyeyê 11 kes revandin
14:32 Vê hefteyê dê budçeyên 4 wezaretan bên nîqaşkirin
14:20 DFG’ê xebatkarên Çapemeniya Azad ên hatine qetilkirin bi bîr anî
14:00 Jinan li Erdîşê şitilên berûyê danîn
13:59 Îshak Tepe wefat kir
13:31 TJA’yê starta 25’ê Mijdarê da
12:17 Wezîrê Edaletê: Biryara têkildarî Demîrtaş li ber destê dadgehê ye
12:17 Dengdana taybet a ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê dest pê kir