WAN - Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Ozan Balci, di nava 7 mehan de 100 neguhêzbarên bihayê wan 2 milyar TL da ber firotinê.
Neguhêzbarên ku qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Ozan Balci heta niha firotî, bihayê wan 2 milyar TL derbas kir. Di nava 7 mehan de 100 neguhêzbar firot û bihayê van neguhêzbaran 2 milyar TL derbas kir. Qeyûmî, herî dawî jî 19 neguhêzbarên li taxên Eskîcamî û Yenîcamî yên navçeya Artemêtanê bi bihayê 240 milyon TL’an da ber firotinê. Ersaya herî erzan bi 7 milyon TL’an û ya herî biha jî bi 26 milyon TL’an da ber firotinê. Bi îhaleya behsa xeberê re dibe îhaleya 5’emîn ku qeyûm di nava 7 mehan de dike.
Walî Balci, heta niha firotina 100 neguhêzbarên ku bihayê wan ê texmînî 2 milyar TL derbas kiriye, îmze kir. Şaredariyê, beriya niha jî 47 neguhêzbarên li Artemêtanê bi 929,3 milyon TL’an dabû ber firotinê.
Yekitiya Odeyan a Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) ji bo betalkirina firotina neguhêbaran, amadekariya vekirina dozê dike.
Serokatiya CHP’ê ya Wanê jî ji bo firotinên berê bi gotina “Neguhêzbarên şaredariyê yek bi yek tên xwemalîkirin. Rêveberiya qeyûm, malê gel ji destê wan derdixîne” bertek nîşan dabû.
DEM Partiyê jî ji bo firotina neguhêzbaran gotibû ku bi hesabên siyasî tê kirin.
Derketibû holê ku qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê yê berê jî di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê Adara 2024’an de bi bihayê 2 milyon û 120 hezar TL’an şal û bi bihayê 721 hezar TL’an jî çîkolata kiriye. Qeyûmî, ji bo Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê bi bihayê 12 hezar û 636 TL’an zêr, bi bihayê 30 hezar TL’an paketên diyariyê û bi bihayê 147 hezar TL’an jî amûrên qirtasiyeyê kiribû.