ÊLIH - Sabrî Kaya ku di şer de 2 zarokên xwe winda kir, diyar kir ku ji bo êdî zarokê tu kesan nemirin hewceye dewlet gavan biavêje û got: “Bêyî Serok Apo” aştî nabe.”
Ji ber zext û valakirinên gundan ên salên 90’î yên li Kurdistanê, bi sed hezaran kes neçar man ku ji xaka xwe koç bikin. Yek ji van jî Sabrî Kaya ye. Kaya, tevî malbata xwe ji gundê Alinê yê Heskîfê koçî navenda Êlihê kir. Lêbelê zextên dewletê li vir jî berdewam kirin. Di sala 1991’ê de ji bo xebatê çû Antalyayê. Li vir hate binçavkirin û 7 mehan di girtîgehê de ma. Di dema komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de dîsa hate binçavkirin û îcar jî 9 mehan di hefsê de ma. Di sala 2009’an de jî di çarçoveya “Operasyonên KCK’ê” de hate binçavkirin û du sal û nîvan girtî ma.
2 ZAROKÊN WÎ JIYANA XWE JI DEST DAN
Kurê Kaya, Kadîr Kaya (Masîro Şoreş) li dijî van zextan tev li refên PKK’ê bû û di 13’ê Gulana 2014’an de li Dêrsimê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da. Kurê wî Ramazan Kaya (Batman Egît) jî di sala 2015’an de tev li PKK’ê bû. Kaya, got: “Kurê min Ramazan jî di sala 2022’yan de li Zapê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da. Nizanim cenazeyê wî li ku ye. Lê beriya bimirim dixwazin cenazeyê wî bistînim.”
‘DIVÊ DEWLET GAVÊN ŞÊNBER BIAVÊJE’
Kaya, bal kişand ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de daye destpêkirin û got dê heta dawiyê piştgiriyê bidin vê bangê. Kaya, got: “Êdî ev pêvajo bi şer û mirinan nadome. Em naxwazin tu malbatên din êşên me bikişînin. Bila di navbera Kurd û Tirkan de aştiyeke mayinde çêbibe. Devlet Bahçelî got ‘Bila Abdullah Ocalan were meclisê û biaxive.’ Lê hêj tu gavên şênber neavêtine. Hêj jî cenazeyên zarokan tên, aştî wiha nabe. Em tu caran ji rêya Serok Apo nîşan daye venagerin. Divê serokkomar gavên şênber biavêje ku ev mirin bi dawî bibin.”
‘DIVÊ ABDULLAH OCLAN AZAD BIBE’
Kaya, got ku ji bo şert û mercên aştiyê ava bibin divê Abdullah Ocalan di nav gelê xwe de be û axaftina xwe wiha qedand: “Birêz Ocalan, heta nayê nav gelê xwe dê aştî çênebe. Ji ber ku ev doz bi 16-17 kesan dest pê kir û niha bû 50 milyon kes. Bêyî Ocalan gel jî dê aştiyê nexwaze. Bêyî Serok Apo aştî nabe.”
MA / Ozan Bayindir