NAVENDA NÛÇEYAN – Werîşe Muradî, di nameya xwe da bal kişand ser rêya sêyemîn û got: “Neteweke demokratîk, rêveberiya xweser, civak û siyaseta li ser esasê jiyana hevpar tekane rê ye ku dikare azadiyê bi rûmeta mirov re bike yek.”
Girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Mûradî ji girtîgeha Kerçakê nameyek çand û ev tişt gotin; “Li hember rejîmek ku bi mirin û bêpariyê hikum dike û rêkûpêkek cîhanî ya ku bi çek û pereyan hatiye avakirin, tekane çareserî afirandina xeta sêyemîne: neteweyek demokratîk, xwerêxistinkirin, civak û siyasetek ku ji jiyanê radibe. Ev rê ne hêsane, lê gengaz e. Û ya herî girîng: ew tekane rê ye ku dikare azadiyê bi rûmeta mirovan re bike yek.”
Di nava pêşketinên siyasî û leşkerî yên li herêmê de, girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî ku cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, nameyek ji Girtîgeha Karçakê weşand. Ev name, li ser rûpela Instagramê ya bi navê “Kampanya ji bo Azadiya Werîşe Muradî” hat parvekirin. Werîşe Mûradî balê dikişîne ser nakokiya di navbera Îran û Îsraîlê de, rola dewletên neteweyî di bindestkirina gelan de û pêwîstiya ji nû ve avakirina siyasî ya bingehîn.
Werîşe Mûradî di nameya xwe de balkişand ser agirê şerê 12 rojî yê di navbera Îran û Îsraîlê de ku bi awayek demkî vemiriye û diyar kir ku qatên kûrtir ên vê pevçûnê zelalîtir tên dîtin. Werîşe anî ziman ku ev şer dibe ku bi awayekî eşkere bi dawî hatibe, lê di rastiyê de ew berdewamiya pevçûnek xirab û avahîsazî ye, pevçûna du projeyên îdeolojîk ên li ser pêşeroja Rojhilata Navîn e.
Werîşe Mûradî di berdewama nameyê de got ku li gorî medyaya fermî, şerê Îran-Îsraîlê wekî pevçûnek li ser sînorên jeopolîtîk, dosyayên nukleerî û bandora herêmî xuya dike û wiha pê de çû: “Lê di astek kûrtir de, ev nakokî pevçûna du projeyên îdeolojîk nîşan dide ku dixwazin teşe bidin pêşeroja Rojhilata Navîn; projeyên ku civakê ji siyasetê derdixin û îradeya gel dîl digirin. Îsraîl ne tenê dewleteke neteweyî ye; berhema projeyek jeopolîtîk e ku piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn ji nû ve hatiye sêwirandin. Armanca vê projeyê avakirina bingehek emperyalîst a mayînde li dilê Rojhilata Navîn bû, bi piştgiriya kapîtalîzma Rojavayî, bi taybetî DYA û Brîtanyayê. Wekî ku di analîzên şaristanî de hatiye diyarkirin, avakirina dewleta Îsraîlê ne bersivek bû ji bo êşa Cihûyan, lê belê avakirina dewletek bû ku erkê wê îstismarkirina wê êşê bû. Ev avahiya ku tê de sermaye, mîlîtarîzm û ol bi hev ve girêdayî ne, bûye amûrek ji bo tepeserkirina serhildanên serbixwe li herêmê.”
Werîşe anî ziman ku ji perspektîfeke rexnegir ve, vê strukturê ji destpêkê ve Îsraîlê li dijî têgehên jiyana hevbeş, beşdariya civakî û pirçandîbûnê daniye û wiha got: “Ev ne projeyek ji nû ve avakirinê bû, projeyek li ser bingeha paqijiya etnîkî, dagirkirin û berfirehkirina kontrolê bû. Ji ber vê yekê, pirsgirêka Îsraîlê ne tenê bi Filistînê ve sînordar e; Ew qeyraneke gerdûnî ya mantiqa netew-dewleta modern e.”
REJÎM: MAKÎNEYA DARVEKIRINÊ YE
Werîşe da zanîn ku ji aliyekî din ve, Komara Îslamî ya Îranê ku xwe wekî “eniya berxwedanê” pênase dike, projeyek cûda dişopîne – lê projeyek ku bi bingehîn bi mantiqa serweriyê re nakok nebe. Nameya Werîşe wiha berdewam kir: “Ev rejîma ku îdia dike li dijî emperyalîzmê ye, li ser zordariya sîstematîk, dijminatiya sazûmanî, û tepeserkirina gelan, zimanan, baweriyan û şêwazên jiyanê hatiye avakirin. Makîneya darvekirinê ya Komara Îslamî ya Îranê ji salên 1980’yî vir ve bi hezaran kesan dikuje – dijberên siyasî, xwepêşanderên kolanan, parêzvanên mafên karkeran, jin, kêmneteweyên olî û etnîkî; Wî Kurd, Belûç, Ereb, Behayî, Elewî û Sunnî qurban kirine. Ev mirov ne tenê ji mafên xwe yên sivîl, di heman demê de ji hebûna xwe ya siyasî û çandî jî bêpar man.”
Werîşe destnîşan kir ku Îranê bi rêya karanîna gotara “berxwedanê” şêweyekî serdestiya îdeolojîk ava kiriye û wiha pê de çû: “Ev serdestî hem xizmeta domandina dewleta neteweyî dike û hem jî civakê di pêşbaziya xwe ya bi Rojava re vediguherîne amûrek meşrûiyetê û wê ji mijara siyasetê dûr dixe. Ji perspektîfeke şaristanî, ango ji nêzîkatiyeke ku ji hevrêziyên dewletan wêdetir diçe, hem Îsraîl û hem jî Komara Îslamî ya Îranê beşek ji krîzeke mezintir in: krîzeke ku ji serdestiya mantiqa dewleta neteweyî, tepeserkirina cudahiyan û hilweşandina îradeya gel derdikeve holê.”
PARADÎGMA YA OCALAN
Werîşe Muradî analîzen Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên derbarê mijarê de bi bîr xist û wiha pê de çû: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di analîzên xwe yên şaristanî de gelek caran tekez kiriye: Tekane alternatîfa rastîn a li dijî pergala cîhanî ya kapîtalîst û otorîterîzma navxweyî projeya “neteweya demokratîk” e. Ev milet; ne bi sînorên erdnîgarî, zimanekî yekane an olekî fermî, bi girêdana dilxwazî ya mirovan, qebûlkirina cudahîyan û beşdariya rasterast a siyasî tê teşekirin. Di çarçoveya vê analîzê de, rêya rizgariyê li Rojhilata Navîn ne girêdayî artêşan, destwerdanên derve, an hebûna dewletên zordar e. Tekane rê, vegera bo hêza bingehîn a gel e; ew hêza ku ji aliyê dewletan ve hatiye tepeserkirin lê hîn jî dijî: di zimanên qedexekirî de, xwepêşandanên kolanan, torên hevgirtinê, hunera berxwedanê û bîranîna têkoşînên jibîrkirî de.”
RÊYA SÊYEMÎN
Werîşe Muradî di dawiya nameya xwe de bang li gelên Îranê kir û wiha got: “Divê gelê Îranê, bi hemû cihêrengiya xwe, niha li şûna hêviya rizgariyê ji jor ve, li ser ji nû ve avakirina siyaseta ji jêr ve bifikire. Li hember rejîmek ku bi mirin û bêpariyê hikum dike û rêkûpêkek cîhanî ya ku bi çek û pereyan hatiye avakirin, tekane çareserî afirandina xeta sêyemîn e: neteweyek demokratîk, xwerêxistinkirin, civak û siyasetek ku ji jiyanê radibe. Ev rê ne hêsan e, lê gengaz e. Û ya herî girîng: ew tekane rê ye ku dikare azadiyê bi rûmeta mirovan re bike yek.”