NAVENDA NÛÇEYAN – Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê, rexmê agirbestê êrişê Siwêdayê kir. Hate diyarkirin ku ji ber êrişan 30 gund hatine valakirin.
Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê rexmê agirbestê êrişê bajarê Şehba yê Siwêdayê kir. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê; çekdarên ku hewl da ber bi bajarokê Um El Zeytûn ve bi pêş de biçin, lê beriya bigihêjin eniyên şer, zirarên mezin bi wan hat loma nekarî bajarok derbas bikin.
Nêzî 30 gundên Siwêdayê piştî pêla koçberiyê vala bûne. Ev gund ji aliyê çekdarên êrişkar ve hatin talankirin û şewitandin. Li gorî raporan, ev gund hîna ne ewle ne.
Herwiha di çarçoveya agirbestê de duh 500 Bedewî ji herêma Siwêdayê hatin tehliyekirin.