RIHA - Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel, diyar kir ku ji bo "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" li bajêr dest bi xebatê kirine û got: "Ji vir û şûn de gavên ku dê bên avêtin diyar in; li ser bingeha welatibûneke wekhev guhertina destûra bingehîn e."
Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, komeke gerîlayên PKK’ê, ku ji 30 kesan pêk dihat di 11’ê Tîrmehê de li Şikefta Casenê ya li Silêmaniyê çek îmha kir. Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel ê ku bûbû şahidê merasîma dîrokî çavdêriyên xwe vegot û pêvajo nirxand.
‘JI BO MIN CIHÊ ŞANAZIYÊ BÛ’
Oncel, diyar kir ku piştî şerê salan merasîmeke dîrokî pêk hat û şahidiya vê merasîmê wî pir kelecan kiriye û wiha axivî: “Hemû kesên ku beşdar bûbûn bi kelecan li bende merasîmê bûn. Merasîm saet 11.00-11.05’an de dest pê kir. Bi pêşengiya rêzdar Besê Hozat komeke gerîla hatin û li wir daxuyanî hate dayîn. Hinek beşdar digiriyan û hinek jê xemgîn bûn.”
Oncel, diyar kir ku “Koma Aştî û Civaka Demokratîk” bi îradeya xwe ve çek îmha kirine û got: “Şahidiya wê merasîma dîrokî ji bom in cihê şanaziyê bû. Hinek kes vê merasîmê wek ‘lîstikek teatral’ dibinin lêbelê ev merasîma ku qadroyên pêşeng ên PKK’ê di nav de cih girt, gaveke dîrokî ye ji bo aştiyê. Pir jidil bûn. Ez dixwazim bibêjim kum in li wir rêxistneke dilxwaz ê aştiyê dît. Ji bo em vê yekê bibinin wan em vexwendin wir.”
‘ME KOMA XEBATÊ AVA KIR’
Oncel, rave kir ku gavên ji bo bidawîkirina şer hatine avêtin pir girîng û wiha pê de çû: “Ji bo piştgiriya aştiya civakî em bi 16 serokên baroyan re çûn serdana Serokatiya Meclisê, CHP, ÎYÎ Partî, Partiya Yenî Yol, DEM Partî û AKP’ê. Me bi wan re fikr û pêşniyariyên baroyên herêmê parve kir.”
Oncel, destnîşan kir ku pirsgirêka çareseriya Kurd li siyasetê re ye û ev tişt got: “ Me li Rihayê wek baro, şaxên OHD û ÎHD’ê koma xebatê ava kir. Armanca xebata koma me piştgiriya aştiya civakî ye. Ji bo gavê pêş ên qanûnî me wek pêşnûme metnek amade kir. Şandeyê Meclis û Îmraliyê xebatên hiqûqî dikin. Em ê li bajêr bi partiyên siyasî û hemû saziyên civakî ve ji bo gel beşdarî pêvajoyê bikin, bixebitin.”
‘GAVÊN KU DIVÊ BÊ AVÊTIN DIYAR IN’
Oncel di dawiya axaftin xwe de got: “Ji vir û şûn de gavên ku dê bên avêtin diyar in; li ser bingeha welatibûneke wekhev guhertina destûra bingehîn e. Divê ji bo girtiyên siyasî sererastkirineke hiqûqî bê kirin. Ji bo aştiya civakî divê tundiya darazê bê rakirin. Bi hezaran welatiyên me ji ber fikrên xwe yên siyasî bi ceza girtine. Divê tundiyên li dijî CHP’ê bidawî be û kiryarên bêhiqûqî bidawî be. Herwiha divê pêvajoya aştiyê hemû civakê di nava xwe de bihewîne û şaredarên ku qeyûm li şûna wan hatiye tayînkirin, vegerin ser erka xwe.”
MA / Ceylan ŞahînlÎ