‘Ên dibêjin krîz tune ye, bila dakevin kuçeyê û bibînin'
- aborî-ked
- 09:22 26/10/2018
Welatî û esnafên ji ber krîza aborî rewşa wan nebaşe, bang li îktîdara ku dibêje "krîz tune ye" kirin û xwestin îktîdar dakeve kuçeyê û halê gel bibîne.
Welatî û esnafên ji ber krîza aborî rewşa wan nebaşe, bang li îktîdara ku dibêje "krîz tune ye" kirin û xwestin îktîdar dakeve kuçeyê û halê gel bibîne.
Ji ber kurmikên fêkiyan ên Akdenîzê, îsal ji sedî 70'ê berê zeytûnan kêm bû. Serokê Komeleya Hilberînerên Zeytûnan ên Akdenîzê Atîlla Parlak, destnîşan kir ku kurmikên fêkiyan ên Akdenîzê zeytûn nehiştin.
Karkerên li nav erdên pembû di holikan de dimînin, rojê 15 saetan dixebitin û 45 lîreyan distînin. Karkeran, diyar kir ku li gor sala per îsal ji ber rewşa aborî û zemên tên kirin nikarin debara xwe bikin.
Karkerê înşeatê Muhterem Zengîn, diyar kir ku li Samsûnê sektora înşeatê sekiniye. Zengîn anî ziman ku wî serî li kîjan fîrmayê dabe jê re gotine "me şîrket girtiye."
Şêniyên gundê Minyanîşê ku bi salan li sînor bazirganî dikirin û sewalvanî dikirin, niha ji ber qedexekirina zozan û mêrgan ji mecbûrî pezên xwe difiroşin. Şêniyên gund tenê ji bo şîr bizinên xwe nefirotine û gotin: "Dev ji bazirganiya li ser sînor berda, êdî em nikarin heywanên xwe bibin derveyî gund jî."
Li gundê Biyadîr ê Çelê, ji ber qedexekirina zozan û mêrgan sewalkarî nema. Şêniyên gund vê carê berê xwe dan çandiniyê. Li vî gundê ku hinarên wê bi nav û deng in jin, li ser dezgehên ku li qeraxên rêyan danîne tevî hinaran zebze û fêkiyên çandine difiroşin.
Platforma Piştevaniya bi Karkerên Balafirgeha 3’yemîn re cînayeta karkerê navê wî nehat zelalkirin pirsî û got: “Li Balagirgehê karkerê we kuşt û winda ir kî ye û li ku ye?”
2 karkerên maeşê wan nedihat dayîn, dema xwestin daxuyanî bidin çapemeniyê, kardêran maeşê wan dan wan.
Pisporê DÎSK-AR Denîz Beyazbûlût, diyar kir ku li Tirkiyeyê 6 mîlyon 310 hezar kes bêkarin û got: “Ev nîşaneya krîza aboriyê ye. Krîza aborî ya heyî encama polîtîkayên 16 sal ên desthilatdariya AKP’ê ye.”
Li Herêma Serbest a Mêrsînê, mafê karkeran çewisandin serbest e. Nûnerê Çukurova Dev Tekstîl Ahmet Sûbaşi, diyar kir ku ji ber zextan ji mafên xwe bêpar dimînin û got: “Mafê karkeran tên binpêkirin û patron jî tên parastin. Karker ji tirsa ji kar bên avêtin, xwedî mafên xwe dernakevin.”
Karkerên ku ji ber bi mehane meaşên xwe negirtine û 27 rojin kar berdane û çalakiye lidar dixin, diyar kirin ku her piştgiriya wan zêde dibe bêtir bi hêz û xurt dibin.
Berdevkê Komîteya Krîzê ya EHP'ê Hakan Ozturk, diyar kir ku deynê Tirkiyeyê 456 milyar dolar e û divê di nav salekê de 330 milyar dolar bê dayîn û wiha got: "Rezervên Bankeya Navendî hemû ancax ji 3 paran parekî vî deynî dike. Yanî rewşa me ji ya Arjantînê jî xirabtir e."
Parlamenterê HDP'ê û aborînas Prof. Dr. Erol Katircioglu, beşdarî panela ku Partiya Pêşeroja Çep û Keskê bû û bal kişand ser krîzên Tirkiyeyê. Katircioglu, anî ziman ku yekem car Tirkiye krîza aborî û siyasî bi hevre dijî û wiha got: "Krîza aborî ya Tirkiye li gorî krîzên berê kûr bûye. Di dema li pêş me de ev krîz dê bêtir kûr bibe.
Li navçeya Bergama, diwarê atolyeyek tekstîlê hilweşiya, 2 karkeran jiyana xwe ji dest dan û 3 karker jî birîndar bûn.
Li Colemêrgê, Lokman Aydogan ku ji bo dawet û organîzasyonan xwarinê çêdike, anî ziman ku ji ber zemên tên kirin êdî kes wek berê di dawetan de xwarinê nade. Akdogan, diyar kir ku kîsê birincê ji 55-60 lîreyî bû 105 lîre û kîloya goş ji 20-25 lîreyan bû 45-50 lîre.