DÊRSIM - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku xelkê Dêrsimê li dijî talankirina xwezayê û êrişên ser çandê xwe birêxistin kirine û li ber xwe dide û bang li îktîdar û sermayedaran kir ku destên xwe ji Dêrsimê bikişînin.
Platforma Xweza, Jiyan û Hawirdorê ya Dêrsimê, li dijî talankirina xwezaya bajêr, li Qada Seyîd Riza mitîngê li dar dixe. Mitîng, bi dirûşma “Em ê rê nedin talan û rantê. Em ê bi ser kevin, jiyan dê bi ser keve” tê lidarxistin. Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û gelek kes ji navend û navçeyan tev li bûn.
Mitîng, piştî daxuyaniya platformê ya bi zaravayê Kurdî Kirmanckî û Tirkî dest pê kir. Daxuyaniya Kirmanckî ji hêla Zeynep Kiliç ve hate xwendin Zeynep Kiliçê diyar kir ku Dêrsim di dorpêçê de ye û bi polîtîkayên sermayedarên navneteweyî û herêmî, bi proje û planên “talankirinê” tê xwestin ku Dêrsim were tunekirin.
Di berdewamê de Zeynep Kiliçê destnîşan kir ku tê xwestin çavkaniyên sererd û binerd ên bajêr bên tunekirin, bi madenvaniya hov çiya bên serûbinkirin û elementên axê yên kêmpeyda pêşkeşî sermayeya navneteweyî bên kirin. Zeynep Kiliçê got: “Dixwazin Dêrsimê ji nexşeyê jê bibin. Ev êriş ne tenê li dijî xwezayê ne, di heman demê de li dijî bîra gel, nasname, pêşeroj û baweriyê ne. Ev, qirkirineke ekolojiyê û projeya bişaftinê ye. Avên min ticarî dikin, mafê jiyanê yê gel teslîmî çavsoriya qezencê ya şîrketan tê kirin. Qadên me yên pîroz di bin navê ‘qada geştê’ de bêwate dikin, kevir, av heta dengê baweriya me jî dixwazin bifiroşin. Di bin navê serdema nêçîrvaniyê de ajalên li ser xaka me bi hovane tên qetilkirin. Ev tevek jî di bin navê ‘ekoturîzm, turîzma xwezayê’ û îstîhdamê de tên veşartin.”
'ÊRIŞA LI DIJÎ XWEZAYÊ ÊRIŞA LI DIJÎ GEL E’
Bi domdarî Zeynep Kiliçê anî ziman ku qadên jiyanê ne bi turîzm û îstîhdamê lê dikare bi hêza rêxistinkirî ya gel bên parastin û wiha pê de çû: “Daristan, av, kevir, axa Dêrsimê ne tenê xweza; di heman demê de bawerî, bîr, nasname û gel bi xwe ye. Êrişa li dijî xwezayê, êrişa li dijî gelê Dêrsimê ye. Berxwedana gel a li dijî şîrketên madenê, tekelên enerjiyê, sermayeya turîzmê û polîtîkayên dewletê yên wan diparêzin, rewa ye. Tevî gundî, jin, ciwan û rêberên olî yên ji her çar aliyên Dêrsimê em bang dikin; dê polîtîkayên talanê yên li dijî vê xakê, dê nekarin li hemberî yekitiya rêxistinkirî ya gel bi ser kevin. Mudaxileyeke li dijî Munzur, Pilemûriye, Halvorî, Gole Çetu, Bagir, Geyîksuyu, Îksor, Cevîzlîdere û Alîbogaziyê, mudaxileya li dijî jiyaan gel e. Êdî bes e. Ji xaka me def bibin herin. Em ê serî li ber tehekûma sermayedaran, dewletê û komên berjewendiyê netewînin. Ji ber ku ev ne ax ne aydê rantê, aydê jiyanê ye. Ji Çiyayên Kazê heta Giyadîn, Akbelen, Îkîzdere, Akkuyu û Dêrsimê, em ê li her derê jiyanê biparêzin, bibin dengê xwezayê, qêrîna rûbaran, bêhna daristanan û gotina dawî dê ya me be.”
Zeynep Kiliçê herî dawî jî bang li hemû parastvanên mafan, rêxistinên ekolojiyê û xelkê Dêrsimê kir ku li dijî qirkirina xwezayê, talan û rantê mil bidin milên hev û bi hev re jiyanê biparêzin.
'EM Ê BI TÊKOŞÎNÊ SER KEVIN’
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî di mitîngê de got ku ew ne madenan lê jiyanê dixwazin û dê rê nedin dijminên xwezayê. Tulay Hatîmogûllari, da zanîn ku xwediyên sermayeyê xwe li pişt îktîdarên wekî AKP’ê vedişêrin û ji bo talankirina xwezayê li ser hev zagonan derdixin. Bi domdarî Tulay Hatîmogûllari anî ziman ku kapîtalîzma hov li her derê çav berdaye xwezayê, her tiştekî bi çavê pereyan dinêre û got: “Îktîdar, ji şîrketên madenê yên alîgir re qadê vedike. Lewma li ser hev zagonan derdixîne û mîna lobiyan belav bike rûxsetan derdixîne. Me ji bo betalklirina zagona talankirina xwezayê serî li AYM’ê da. Ger em mil bidin milên hev û bi rêxistinî têbikoşin dê bi ser kevin.”
'DESTÊN XWE JI DÊRSIMÊ VEKIŞÎNE’
Tulay Hatîmogûllari, bi bîr xist ku Midûriyeta Giştî ya Karên Maden û Petrolê di salek û nîvên dawî de 698 rûxsetên madenan da ye û ev jî teqabûlê qadekî biqasî bajarê Trabzonê dike. Tulay Hatîmogûllari, got ku Dêrsim bi 145 projeyên cuda yên madenê re bi gefeke mezin re rû bi rû ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gef li ser ax, av, Munzurê heye. Dixwazin vê xaka qedîm dorpêç bikin. Ey îktîdar, ey sermayedar, destên xwe ji Dêrsimê bikişînin.
Bi domdarî Tulay Hatîmogûllari bertek nîşanî daxuyaniya qeyûmê Dêrsimê ya duh da û got: “Qey tu xwe rewa dibînî? Te yek gotin ji şîrketên madenê re nekiriye, ma qey dê xelkê Munzurê bixapînî? Divê hemû qeyûm tavilê paşve bên kişandin.”
PÊVAJOYA AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK
Di berdewamê de Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got ku hedefa wan a herî mezin a di pêvajoyê de, cîbicîkirina aştî, demokrasî û edaletê ye. Tulay Hatîmogûllari got ku pêdiviya gelan bi aştiyê heye û aştî tê wateya xwedîderketina gelan a li bawerî, zindî, pêkvejiyan, ziman, çand, xwezayê ye.
Şêniyên gundên Dêrsimê jî di mitîngê de gotin: “Dêrsim pîroz e, destên xwe ji Dêrsimê bikişînin. Di 38'ê de, di Mereş, Gaziyê de me serî netewand û dê netewînin. Em madenan naxwazin. Li wir Pîr û rêberên me hene. Dêrsim, pêşeroja zarokan e. Em naxwazin were talankirin.”
Piştî axaftinan jî hunermend Şevîn û Taylan Yildiz derketin ser dikê û stran gotin. Mitîng, bi gerandina govendê bi dawî bû.
