Girtina Komeleya Avestayê li Agiriyê hate protestokirin

AGIRÎ - Hevserokê Ziman û Çandê ya Kurdî Zana Ararat Serhat Yilmaz bertek nîşanî girtina Komeleya Ziman û Çandê ya Avestayê da û got: “Gelê Kurd heta maf û azadiya xwe bi dest dixe dê têkoşîna xwe bidomîne.” 
 
Komeleya Ziman û Çandê ya Kurdî Zana Ararat, têkildarî girtina Komeleya Ziman û Çandê ya Avestayê ya Îzmîrê daxuyanî da. Daxuyanî, li ser Cadeya Cumhuriyetê ya li navendê hate dayin û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî tev li bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Statuya Kurdî perwerdeya bi Kurdî” û dovîzên “Zimanê me rûmeta me ye” û “Bijî zimanê Kurdî” hatin hilgirtin. 
 
‘ÊRIŞÊN SER HEBÛNA KURDAN DIDOMIN’ 
 
Hevserokê Komeleyê Serhat Yilmaz di daxuyaniyê de anî ziman ku zimanê gelê Kurd mafê gelê Kurd ê kolektîf û nasnameyî ye û têkildarî hebûna gelê Kurd e. Yilmaz, wiha domand: “Di encama polîtîkayên bişaftin û înkarê yên sed salî de ev mafê jiyanî yê gelê Kurd heta niha tune hatiye hesibandin, gelê Kurd ji perwerdeya bi Kurdî bêpar hatiye hiştin û zimanê Kurdî her tim bi awayên cuda rastî astengkirin û qedexeyan hatiye. Îro jî tevî hewldanên ji bo aştî û pêkanîna demokrasî û edaletê di nava civakê de, roj bi roj bi rengên cuda cuda êrişên nû bi ser Kurdî û Kurdan de tên. Weke parçeyeke van êrişan, 31’ê Tîrmehê de bi fermana Walîtiya Îzmîrê bi hinceteke ji rêzê polîsan bi ser Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê de girt û di 1’ê Tebaxê de jî deriyê Komeleyê hat mohrkirin. Ev êriş nîşan dide ku helwesta li hemberî ziman û çanda Kurdî mixabin hê jî neguheriye û her li ser heman xeta astengkirin, sînorkirin û qedexekirinê ye.”
 
‘EM VÊ ÊRIŞA SER SAZIYA ZIMANÊ KURDÎ ŞERMEZAR DIKIN’
 
Di berdewama axaftina xwe de Yilmaz destnîşan kir ku weke saziyên zimanê Kurdî, ew vê êrişa li dijî Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê bi tu awayî qebûl nakin û bi tundî şermezar dikin. Yilmaz, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di vê pêvajoya hestiyar de ku ji bo pêkanîna maf û daxwazên gelê Kurd û çareseriyê ked tê dayîn, lazim bû ku rê li ber êrişeke wiha venebûya û rayedaran li gelê Kurd, sazî û dezgehên gelê Kurd rêz bigirtina. Lê mixabin berovajî vê yekê, komeleyeke ku bi rêya kargehên zimên û çalakiyên çandî ji sala 2018’an ve li metropoleke wekî Îzmîrê xwedî li çand û zimanê Kurdî derdikeve, em dibînin ku rayedar bi neheqî û bi nêteke nebaş xebatên vê Komeleyê û xebatên zimanê Kurdî asteng dikin.” 
 
‘BIRYARA XWE PAŞVE BIKIŞÎNIN’
 
Yilmaz, bi domdarî daxuyand ku ew dubare bi bîra rayedaran dixin ku ne maf û hedê tu kesî ye ku êrişên bi vî rengî li nasname, hebûn û zimanê Kurdan bike û wiha pê de çû: “Ji lew re ziman rasterast nasname û hebûna gelê Kurd e. Êrişên bi vî rengî bêtehemûliyeke kûr nîşan didin li dijî gelê Kurd, nirxên gelê Kurd û nasnameya gelê Kurd. Em vê êrişa li ser Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê weke êrişeke li ser zimanê Kurdî û nasname û hebûna Kurdan dizanin. Ji ber vê yekê, divê ev êriş demildest were rawestandin. Miameleyên ku serê pêşîn bi destê Walîtiya Îzmîrê û paşê jî bi destê zabiteyên Şaredariya Îzmîrê pêk hatine, divê paşve werin kişandin.” 
 
‘ÊDÎ WEXT E STATUYA KURDÎ BÊ CÎBICÎKIRIN’
 
Yilmaz, axaftina xwe wiha qedand: “Weke gotina dawîn, gelê Kurd ev ji sed salî zêdetir e ku ji bo ziman, çand û hebûna xwe têdikoşe û heta ku mafê xwe yê perwerdeya bi Kurdî û azadiya xwe bi dest nexe ew ê bi tu awayî dest ji têkoşîna xwe bernede. Weke saziyên zimanê Kurdî, em careke din piştgiriya xwe ji bo Komeleya Avestayê derdibirin û didin zanîn ku êrişa li ser Komeleya Avestayê êrişeke li ser zimanê Kurdî û gelê Kurd e. Ji ber vê çendê, em vê kiriyara walîtî û Şaredariya Îzmîrê şermezar dikin û bi vê minasebetê, bangê li raya demokratîk û rayedaran dikin; êdî wext e ku mafê perwerdeya bi Kurdî û statuya Kurdî were cîbicîkirin û hiqûqa gelê Kurd û gelan were naskirin."
 
Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî zimanê Kurdî”, “Bijî têkoşîna zimanê Kurdî”  û “Perwerdeya bi Kurdî, Statuya Kurdî” bi dawî bû.