NAVENDA NÛÇEYAN - Tom Barrack, têkildarî pevçûnên li Siwêyda û Minbicê daxuyanî da û got: “Em banga li hemû aliyan dikin ku aramiyê biparêzin û pirsgirêkan bi rêya diyalogê çareser bikin.”
Nûnerê Taybet ê DYA’yê yê Sûriyeyê Tom Barrack, têkildarî pevçûnên li Siwêyda û Minbicê daxuyanî da. Barrack, li ser hesaba xwe ya X’ê wiha got: “Duh li Siwêyda û Minbicê bûyerên tundiyê yên tirsnak rû dan. Rêya herî baş a sekinandina tundiyê û avakirina çareseriyeke aştiyane, dîplomasî ye. Amerîka serfiraz e ku ji bo çareseriyeke li Siwêydayê navbeynkarî kir û tevî Fransayê ji bo bakurêrojhilat bi Sûriyeyê re entegre bibe navbeynkariyê dike. Rêya li pêşiya me, aydê Sûriyeyiyan e. Em bang li hemû aliyan dikin ku aramiyê biparêzin û pirsgirêkên xwe ne bi rijandina xwînê lê bi rêya diyalogê çareser bikin. Sûriye, îstîqrarê heq dike. Sûriyeyî aştiyê heq dikin.”
Balkêş e ku Barrack, êrişên leşkerên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê yên li dijî herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinedîtî ve hat.