• img

    Ozturk: Li Rojava wêneya yekitiya neteweyî hat kişandin

    Hevserokê Giştî yê KCD'ê Bedran Ozturk bi heyetên PDK, Goran û YNK'ê re li Federasyona Bakurê Sûriyeyê hilbijartin şopandin û çavdêriyên xwe wiha parve kir: "Rojava wêneya yekitiya neteweyî kişand. Armanca me jî ew e em vê wêneyê mayînde bikin. Divê em ji referanduma Iraqê dersê derxin, hilbijartinên li Rojava wekî kelecanekî bigirin dest û yekitiya neteweyî derxin pêş."

  • img

    Banga hevpar: Em di doza Demîrtaş û Yuksekdag de li gel hev bin

    Dê di 6 û 7'ê Kanûnê de doza Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag a wekîltiya wê hat xistin û Serokwekîlê Koma partiyê Îdrîs Baluken bê dîtin. Partiyên siyasî û rêxistinên kedê banga piştgiriyê kirin û xwestin tev li rûniştinê bibin.

  • img

    Derbarê 19 parlamenterên HDP’ê de fezleke amade kirin

    Li Meclîsê, derbarê 19 parlamenterên HDP’ê yên destnedayîna xwe şermezar kirin û ji Komîsyona Qanûna Bingehîn derketin, bi hinceta “Propagandeya rêxistinê kirin” fezleke hat amadekirin.

  • img

    Wezîrê Gumrukê: Em OHAL'ê rakin hin xalên nû bînin

    Wezîrê Gumrukê Bulent Tufenkcî got ku "Em jî dikarin wekî Fransayê OHAL'ê rakin, hin xalên nû bixin qanûnê." Tufenkcî bi van xalan dixwaze OHAL'ê bê dawî bike.

  • img

    Yildirim: Li Sûriye yekem car hilbijartinek demokratîk pêk hat

    Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Nadir Yildirim li Federasyona Bakurê Sûriyeyê li ser sindoqên hilbijartinê çavdêrî kir. Yildirim, çavdêriyên xwe yên der barê hilbijartinê de parve kir û diyar kir ku cara yekem e li Sûriyeyê bi beşdariya hemû gelan hilbijartinek demokratîk pêk tê û wiha got: "Mirovê 80-90 salî yekem car dengê xwe avêtin sindoqê."

  • img

    Koçyîgît: Em li dijî eniya neteweyî eniya demokrasiyê ava bikin

    Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, diyar kir ku AKP, MHP, Ergenekon û Partiya Vatanê tifaqek nû ava dikin û wiha axivî: “Li dijî eniya faşîst a neteweyî, divê em jî eniya yekbûyî ya demokrasiya gelan ava bikin.”

  • img

    Berdevkê HDP'ê Bîlgen: Dixwazin resaleta Zerrab bikin lehengî

    Berdevkê HDP'ê Ayhan Bilgen, di Kongreya HDP'ê ya Erdexanê de bal kişand ser darizandina doza Reza Zarrab û wiha got: "Rewşa heyî rezalet e. Vê rezaletiyê berovajî dikin. Hindik maye vê rezaletiyê weke lehengî bide nîşandan."

  • img

    Bîlgen: AKP hilbijartinên pêşwext biceribîne jî divê em muxalefetê xurt bikin

    Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen, diyar kir ku AKP ji bo xwe ji krîza heyî xelas bike, dibe ku hilbijatinên pêşwext biceribîne û wiha got: "Lê tifaqa MHP’ê jî dê AKP’ê xelas neke. Dibe hilbijartin ji 2 mehan heya 2 salan çêbibin. Lê divê em muxalefta xurt ava bikin."

  • img

    ‘Tu qîmeta nûçeyên AA li ser erdnîgariya me tune'

    Alîkarê Hevserokên Giştî yê DBP'ê ku ji Reveberiyên Herêmî berpirsiyar e Berat Bîrtek, bertek nîşanî nûçeyên Ajansa Anadolu (AA) ya der barê şaredariyên DBP’ê de çêkir da û wiha got: "Tu qîmet û rastiya Ajansa Anadolu li ser erdnîgariya me tune ye."

  • img

    Serpîl Kemalbay: Pirsgirêka bingehîn ne rejîma Erdogane…

    Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay, diyar kir ku pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê ne rejîma Erdogan a yek zilamiye û wiha got: “Tabloya heyî bi alîkariya CHP, tîfaqê Erdogan, Bahçelî û Ergenekonê hat avakirin. Di vê tîfaqê de dijminantiya kurdan heye û didom e.”

  • img

    HDP dîroka kongreya xwe aşkere dike

    HDP bi boneya dîroka kongreya xwe ya mezin aşkere bike dest bi civînan kir. Piştî civîna îro ya Meclîsa Partiyê dê endamên MYK’ê jî bicivin û dîroka kongreyê zelal bikin.

  • img

    Dr. Arzu Yilmaz: Êdî yekîtiya neteweyî ya kurd pêwîste

    Akademîsyen Dr. Arzu Yilmaz diyar kir ku pirsgirêka kurd li qada navnetewî û li herêmê qîmetek qezenc kiriye û destnîşan kir ku pêdivî bi yekîtiya neteweyî heye.

  • img

    Sancar: Doza Zarrab recona pergala kapitalist a cîhanê ye

    Hiqûqnas û parlamenterê HDP'ê Mîthat Sancar, têkildarî doza karsaz û welatiyê Tirkiye Reza Zarrab ê ku li Emerîkayê tê darizandin, diyar kir ku hewldana nelirêtî û diziya pereyan a bi rêya bankayên cîhanê, recona pergala kapîtalîst a cîhanê ye.

  • img

    'AYM dixwaze HDP’ê tasfiye bike’

    Wekîla HDP'ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku biryara AYM'ê ya der barê Gulsel Yildirim de daye, ji "fezlekeyên polîsan wêdetir tu tişt nîne" û wiha got: "AYM lingê tasfiyekirina operasyona li dijî HDP'ê ye."

  • img

    ‘Heke DYA hemû agahiyan esas bigire dê hikumet bikeve’

    Doza Reza Zarrab a li DYA'yê dewam dike û êdî piştrast bû ku bûye îtirafkar. Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê HDP'ê Hişyar Ozsoy, aşkera kir ku di çarçoveya dozê de di destê DYA'yê de gelek agahî hene û wiha got: "Heke van agahiyan hemûyan li ber çavan bigirin, dê li Tirkiyeyê hikumet bikeve."

LÊGERÎN