Erdogan, TTB a got 'Ji şer re na' kir hedef
- polîtîka
- 14:04 26/1/2018
Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan, Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) ji ber ku li dijî şerê li ser Efrînê derket û got "Ji şer re na" kir hedefa xwe.
Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan, Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) ji ber ku li dijî şerê li ser Efrînê derket û got "Ji şer re na" kir hedefa xwe.
Wekîlê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr, bal kişand ser operasyona Efrînê û ev tişt got: "Ev operasyona çiqila zeytûnê nîne. Bi vê operasyonê darbestan ji dayikan re dişînin. AKP, MHP û CHP zarokên vî gelî dixin darbestan û dişînin malên wan."
Amadekariyên 3'emîn Kongreya Asayî ya HDP'ê ku di 11'ê Sibatê de li Enqereyê pêk bîne ber bi dawî ve diçe. Ji bo nirxandina kongreyê Komîsyona Mutabakatê hat avakirin. HDP bi vê xebatê armanc dike ku bersîvek xurt bide êrîşên li dijî Efrînê.
Seroka Giştî ya SYKP'ê Tulay Hatîmogûllari armanca êrîşa li dijî Efrînê wiha şîrove kir: "Ji bo tifaqa AKP-MHP bêtir bê têkûzkirin û tengaviya xwe ya di siyaseta hundurîn de ji holê rabikin." Serokê Giştî yê Partiya Şoreşgeran Mûsa Pîroglû jî wiha got: "Wê ev hewldana dagiriyê bibe dawiya Qesrê."
Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen, bal kişand ser kesên aştî parastin û hatin binçavkirin û ev tişt got: "Wê demê divê desthilatdarî diyar bike dê li vî welatî çi bê gotin, çi bê nirxandin û dê çi serbest be." Bîlgen bang kir ku medyaya ku şer sor dike û propagandaya reş bi pêş dixe bê boykotkirin û kes li qenalên şerxwaz temaşe neke.
Serokê Giştî yê Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP) Sînan Çîftyurek got armanca êrîşa li dijî Efrînê binpêkirina destkeftiyên kurdan e. Çîftyurek bi lêv kir ku li hemberî vê rewşa talûke divê demildest Kongreya Netewî ya Kurd bicive û wiha pirsî: "Heke îro kurd nikaribin werin cem hev, wê kengî bibin yek?"
Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim, bertek nîşanî helwesta AKP-MHP'ê da û got: “Ne parastina welat, tirsa windakirina qoltixêye." Yildirim, helwesta CHP'ê ya li dijî koltixê jî rexnekir."
Berdevkê HDP'ê Ayhan Bilgen, pirsa "Yên destûra operasyonê dane Tirkiye li beramberî kijan berdêlê destûr dan" pirsî û wiha got: "Ger ku Suleyman Şah 'Şaxa Zeytûnê be" wê demê operasyona Efrînê jî şikandina şaxa Zeytûnê ye. Li hemû şaristanên Rojhilata Navîn Zeytûn sembola aştiyê ye. Peywira me hemûyan ewe ku em bi hevre vê lîstikê xera bikin."
Meclîsa Giştî ya PYD’ê ji Amarîka û Rûsiya xwest ku helwesta xwe ya li dijî Tirkiye ku Efrîn bombebaran kir zelal bike.
Osman Baydemîr di kongreya navçeya Hîlaliyeyê ya patiya xwe de axivî û ev tişt got: "Dema ku Sûriyeyê ji hemû trajediyan re şahidî dikir, Efrînê ji bo aştî û aramiyê ji penaberan re malovanî dikir. Ez ji gelên bi rûmet ên li Efrînê re silavên xwe dişînim. Efrîn ne bê xwedî ye."
HDP, di serdema Rewşa Awarte de tevî hemû zext û zoriyan jî amadekariyên Kongreya Asayî ya 3'yemîn dike. Tê payîn ku herî kêm 30 hezar kes tev li kongreyê bibin. HDP dixwaze kongreyê bike veguherîne şahiya demokrasiyê
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), êrîşên li dijî Efrînê şermezar kir û bang li AKP'ê kir ku dest ji dijminahiya kurdan berde.
Bertek û nerazibûnên li dijî operasyona ku Tirkiyeya dixwaze li dijî Efrînê pêk bîne zêde dibe. Partiyên Herêma Federal a Kurdistanê jî bertekên hişk nîşanî operasyonê da. Tevgera Goran, Komela Îslamî, Tevgera Azadî û Eniya Demokrasiya Gel li dijî gefên Tirkiyê banga xwedîderketina Efrînê li tevahiya kurdîstaniyan kirin û gotin “Bi ruhê Kobanê em ê li Efrînê xwedî derkevin.”
Nûnerên partiyên siyasî, bertek nîşanî operasyona li dijî Efrînê dan û diyar kirin dê bi ruhê serhildana Kobanê bersiv bidin êrîşên li ser Efrînê û bertekên xwe nîşan bidin.
Yek ji damezirînerê AKP’yê Abdullatif Şener, destnîşan kir ku operasyoneke leşkerî ya li hemberî Efrînê dê pirsgirêka kurd girantir bike û got: "Serokomar Erdogan ne tenê partiya xwe, hewl dide CHP, MHP û HDP’yê jî dîzayn bike."