HDP: Vîna aştiyê hatiye binçavkirin
- polîtîka
- 14:35 13/2/2018
Wekîla Serokên Koma HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglu, li Meclîsê bertek nîşanî binçavkirinên hevserok û berdevkên partiyê da û got: “Niha ya dibin çavan de aştiye û vîna aştiyê ye.”
Wekîla Serokên Koma HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglu, li Meclîsê bertek nîşanî binçavkirinên hevserok û berdevkên partiyê da û got: “Niha ya dibin çavan de aştiye û vîna aştiyê ye.”
Endamê Komîteya Navendî ya AKEL'ê Giorgos Koukoumas, aşkera kir ku ew wekî gelê Qibrisê piştgiriyê didin têkoşîna gelê kurd û ev tişt got: "Heke pirsgirêka kurd bê çareserkirin, dê pirsgirêka Qirbisê jî çareser bibe."
Wekîla Partiya Demokratên Civakî ya Swêdê Emilia Toyra, ji bo tev li kongreya HDP'ê bibe hat Tirkiyeyê. Toyra aşkera kir ku di 2 hefteyan de li Tirkiyeyê 600 kes hatine binçavkirin û ev tişt got: "Min cara ewil ji zexteke wiha re şahidî kir."
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan ji ber ku êrîşên li ser Efrînê rexne kir hat girtin, bi rêya parêzerên xwe peyam şand û got: “Bi van êrîşan dê nekarin wêrektiya berxwedane me bişkîn in.”
Lîsteya Meclisa Partiya Demokratîk a Gelan ku di serdema nû de cih bigirin diyar bû.
Endama Heyeta Îmraliyê û namzeta Hevseroka Giştî ya HDP'ê Bervîn Bûldan, di kongrdeyê de li ser felsefeya HDP'ê axivî û diyar kir ku ew her dem bûne nasname û partiya gelên bindest û bûne partiya aştî, demokrasî û têkoşina azadiyê. Buldan, Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan slav kir û xwest bi lezgîn tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe û şert û mercên Ocalan ên tenduristî, ewlehiyê bên başkirin. Bûldan, polîtîkayên AKP'ê yên şer jî rexne kir û xwest li şûna Efrînê berê xwe bidin Îmraliyê û ji nûve pêvajoya diyalog, çareseriyê bidin destpêkirin.
Sekreterê Giştî yê Partiya Komînîst a Fransayê Pierre Lauret di kongreya HDP'ê de axivî û ev tişt got: "Em mudaxaleya li dijî Efrînê şermezar dikin. Ji bo li Fransa û Ewropayê jî bê şermezarkirin, emê têkoşînê bidin."
Fîgen Yuksekdag aşkera kir ku asoyek nû bilind dibe û ev tişt got: "Ji Enqereyê heta Efrînê em bi heman asoyê lê mêze dikn. Em bi hemû baweriya xwe careke din dibêjin; Dê li dijî şer, li dijî mirinan serkeftina me ya jiyanî pêk bê."
Kongreya HDP'ê ya ku bi hezaran kes beşdar bûn, ji bo dîwanê ji baweriyên cuda kesayetî hatin bilbijartin. Gotinên Sirri Sureyya Oncer ên wekî "Ez mîmarê aştiyê Birêz Ocalan silav dikim" bi çepikek xurt hat silavkirin.
Bi hezaran beşdarên kongreya HDP'ê ya bi hişyariya “Bi hêvî, bi wêrekî û bi biryarî" li Arena Sporê ya Enqere beşdarî 3'emîn Kongreya Mezin a Asayî ya HDP’ê bûn, bi şoşek mezin berxwedana Efrînê selav kir. Bi hezaran bi yek dengî siloganên “Her der Efrîn her der berxwedan" berz kirin.
DBP'ya ku herdu hevserokên wê yên giştî jî girtîne, bêyî ku ji mîsyona xwe tawîzekê bide xebatên xwe didomîne. Cîgira Hevserokatiya Giştî ya DBP'ê Hediye Karaaslan, destnîşan kir ku li hemû çewisandin û girtinan jî wê gel xwedî li nirxên xwe derkevin û got: "Em bawer dikin ku wê li hemberî me îktîdar têk biçe."
Heyeta Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê ji bo beşdarî kongreya HDP'ê bibe ji Herêma Federal a Kurdistanê hat Tirkiyeyê, xwest kongreya HDP'ê bibe wesîleya Kongreya Neteweyî ya Kurd.
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, piştî girtina Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan navenda DBP'ê ziyaret kir û wiha got: “Dîrok dê têkoşîna mafdar ên hevalên me yên girtî binivîsîn e.”
Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Emre Emekçî, destnîşan kir ku komploya naventeweyî di sala 19'emîn de ye, Ocalan bi hewldanên aştiyê bersivê dide komployê û ev tişt got: "Êrîşên îro li dijî Efrînê pêk tê berdewama komploya navneteweyî ye."
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay a di der barê wê de biryara binçavkirinê heye daxuyanî da û got: “Zext, binçavkirin û girtin ne dikarin kongreya me ne jî dikarin têkoşîna me ya aştî û demokrasiyê asteng bikin.”