Buldan: Me Sûr, Gever, Nisêbîn ji bîr nekiriye
- polîtîka
- 14:53 02/6/2018
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, di çarçoveya xebatên hilbijartina 24'ê Hezîranê de li Îdirê beşdarî mîtînga gel bû. Buldan, di mîtingê de xîbatî gel kir û got: "Me soz da malbatên ku zarokên xwe winda kirin. Me Sûr, Gever, Nisêbîn, Cizîr ji bîr nekir. Me soz daye wan. AKP'ê li Îdirê bazirganî qedand. Berê 4 hezar TIR'an diçûn û dihatin. Niha daketin 400 TIR'an. Gel dê li sindoqan xwedî derkeve."