Navê wekîlên li Meclîsê dê bikevin greva birçîbûnê diyar bû
- polîtîka
- 10:39 04/12/2018
Navê parlamenterên HDP’ê yên li Meclîsê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bikevin çalakiya greva birçîbûnê ya 2 rojan diyar bû.
Navê parlamenterên HDP’ê yên li Meclîsê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bikevin çalakiya greva birçîbûnê ya 2 rojan diyar bû.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, parlamenterên HDP'ê yên li Mêrsînê li dijî tecrîdê ketin grevê birçîbûnê ziyaret kir û got: “Tecrîd meseleya hemû gelê Tirkiyeyê ye. Heta ku ev pirsgirêka tecrîdê çareser nebe tu pirsgirêkên din ên Tirkiye çareser nabin. Heta tecrid ranebe tu şensê me tune ku em pirsgirêkên din ên Tirkiye çareser bikin."
Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Rojhilata Navîn ji bo pêdiviya gelan şexsiyetekî dîrokî û girîng e. Ozturk hikûmeta AKP'ê hişyar kir û got: "Em carek din bang li Hikûmeta AKP'ê dikin ku tecrîda mutlak bi dawî bikin û polîtîkayên ku pêşeroja gelan tarî dike bi dawî bikin. "
Berdevka YPJ‘ê Nesrîn Abdullah di Foruma Navneteweyî ya "Guhertina Demografî û Qirkirina Nijadî ya li Efrînê" de axivî û got: "Sûriyê bûye qada Şerê Cîhanê yê Sêyemîn. Heya niha tu şer mîna wê rû nedane. Tirkiye hewl dide rewşek tevlihev a siyasî, erdnîgarî û civakî li herêmê biafirîne."
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan jî di nav de 10 parlamenterên HDP’ê li dijî tecrîdê li Meclîsê dest bi greva birçîbûnê dikin. Dîsa li hemû bajarên HDP wekîl bijartiye dê grevên birçîbûnê dest pê bikin.
Berdevkê HDP'ê Saruhan Oluc, têkildarî xebatên hilbijartina 31'ê Adarê axivî û diyar kir ku ew dê 95 şaredariyên ku qeyûm tayîn kirine ji di navde 105 şaredariyên xwe dîsa bistînin û li gel vê yekê dê 30 şaredariyên nû li ser şaredariyên xwe zêde bikin. Oluc, da zanîn ku dê namzetên xwe ji aliye nûnerên gel û rêxistinên demokratîk ve hilbijêrin. Oluc, bal kişand ser diyarkirina namzetan û wiha got: "Her bajar dê namzetê xwe diyar bike. Rêxistinên me yên bajaran dê bi hilbijartinê namzetên xwe diyar bikin."
Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan di kongreya Rêxistina HDP’a Îzmîrê de axivî û got: “Yên ku têgihiştinek dibêjin li Osloyê pêvajoyek nû dest pê kir, bila viya dizanibin heta ku mifteyek mezin li ser deriyê Îmraliyê hebe, pêvajoya aştî û muzakereyê qet dest pê nake.”
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî yê beşdarî Sempozyûma Çandiniyê bû, diyar kir ku xwedî derketina çalakila Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li dijî tecrîdê derketin û got: "Tecrîd êrîşeke berfireh a desthilatdariyê ye. Em carek din ji bo Leyla Guven a li dijî tecrîd derdikeve silav û rêzên xwe pêşkêş dikin."
Parlementerê HDP'ê yê Amedê Selçûk Mizrakli diyar kir ku têkoşîna ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê, di asasê xwe de têkoşîna ji bo aştiyê ye û got: "Ji bo astengiyên li pêş azadiyê rabin, ji bo aştî, edalet û demokrasiyê divê dawî li tecrîdê bê."
Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan di kongreya Rêxistina HDP'ê ya Haliliyê de axivî û wiha got: "Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo dawî li Tecrîdkirina Îmraliyê bê 24 rojin di greva birçîbûnê de ye. Divê em bêtir dengê çalakiya Leyla Guven bilind bikin û deng bidin dengê wê. Divê em çalakiya wê mezintir bikin. Roj roja ku em dengê wê bilindtir bikin e. "
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di kongreya partiya xwe ya Mûglayê de axivî û got: “Leyla Guven a 24 rojin li Girtîgeha Amedê di greva bîrçîbûnê deye, li dijî zilmê nûnera barxwedan û pêşanga gelên Kurd û Tirkiyeyê ye.”
Şandeyeke KNK’ê li dijî hewldanên girtina Navendên Tevgera Azadî, bi armanca piştgiriyê Navenda Tevgera Azadî ya Kurdistanê ziyaret kir.
Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya, bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guvenê û diyar kir ku di nav çar dîwaran de bi awayekî jinane berxwedana xwe didomîne û li hemberî rejîmê meydanê dixwazê.
Peyama Parlamentera HDP’ê Leyla Guven di komcivîna partiya wê de hat xwendin. Guven di peyama xwe de wiha got: “Ez hevrêya hezkiriyên di oxira vê jiyanê de jiyana xwe dest bidine me."
Wekîla Serokê Koma HDP’ê Fatma Kurtulan diyar kir ku Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a 19 roj e di greva birçîbûnê de ye hestiyariyek civakî înşa kiriye û got: “Ji bo pirsgirêkek jiyanî ya Tirkiyeyê di greva birçîbûnê de ye.”