HDP’ê nemzetên hevşaredarên 20 bajar û navçeyên wan aşkera kir
- polîtîka
- 14:37 22/1/2019
HDP'ê namzetê xwe yê Hevşaredarên 20 bajar û navçeyên wan aşkere kir.
HDP'ê namzetê xwe yê Hevşaredarên 20 bajar û navçeyên wan aşkere kir.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di mîtînga li dijî tecrîdê de axivî û got: “Daxwaza xoşewista Leyla Guven daxwazên bi mîlyonane. Gelên Tirkiyeyê dê bihevre tecrîdê bişkînin. Hikûmet jî berî ku dem derbas bibe û dereng bimîne, divê destûrê bide hevdîtinên parêzer û malbatê.”
Parlementerê HDP'ê Mûsa Farisogûllari, destnîşan kir ku piştî hevdîtina Mehmet Ocalan a bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re tecrîd bi dawî nebûye û got: "Çimkî di vî warî de sabiqaya dewletê heye."
Berdevka Hiqûqê û Mafê Mirovan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven a li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dayî dest pêkirin û di roja 70'iyan berdewam dike de daxuyanî da û got: "Meclîs ev 70 rojin li hemberî endama xwe xemsar tevdigere û tiştekê nake."
HDP’ê duh di civîna xwe ya MYK’ê de biryar da ku dê li bajarên rojavayê Tirkiyeyê yên lê bi hêz in bi namzetên xwe bikevin hilbijartinê. Dê ev bajar û nazmetên wan di 27’ê çile de diyar bibin.
Di Encamnameya 9’emîn Kongreya HDK’ê de, hat diyar kirin ku dê berxwedana li dijî faşîzmê civakî bikin û wiha hat gotin: “Em daxwaz dikin ku hemû zext û tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî dimildest bê rakirin.”
Hevseroka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyigît, der barê hevditina Mehmet Ocalan ya 15 deqîqeyan bi Ocalan re kir û tecridkirina Ocalan a 20 salan axivî û wiha got: "Hevdîtina 15 deqîqan nayê wateya ku tecrid rabkûye. Hikûmeta AKP'ê bi vê hewldanê dixwaze bertek û nerazibûnên civakê yên li dijî tecrîdê bişkîne. Muxalefet jî der barê tecrîdê de heman tiştî difikire.
Nûnerên hevparên HDK’ê yên beşdarî 9’emîn Kongreyê bûn, diyar kirin ku divê hikûmet dest ji pêkanîna tecrîde ber de.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, diyar kir ku rêxistinbûnek bi hêz li ser bingehek demokratîk tê avakirin û wiha got: “Ger ku HDP pêşeroja Tirkiye be, tenê rêya serkeftina vê yekê jî rêxistinbûna HDK’ê ye. Temellî, anî ziman ku bi hevre û teqez dê bi ser bikevin.
Hevberdev Gulîstan Kiliç Koçyîgît di Kongreya 9’emîn a HDK’ê de, bal kişand ser hevdîtina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a birayê xwe re kirî û got: “Em aqlê ku piştî tecrîda 3 salan hevdîtineke kurt weke qencî dibîne, red dikin.”
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li navçeya Qenaya ya girêdayî bajarê Kobanê kongreya xwe pêk anî.
Parlementera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, ji bo ronîkirina Komkujiya Parîsê pêşniyazname dabû Meclîsê, lê Meclîsê ji ber gotina “Rayedarên MÎT’ê” pêşniyazname bi hinceta “qebe û nexweş” îade kir. Beştaş, diyar kir ku MÎT’ê ev qebûl kiriye, ger em nebêjin MÎT wê demê emê bêjin çi?
Wekîlê Serokên Koma HDP'ê Ayhan Bîlgen, bal kişand ser gotina Serokê Meclîsê Bînalî Yildirim a “Ger ku wekîl û şaredar îstifa bikin ez jî dê îstîfa bikim" û wiha got: “Ger ku birêz Yildirim şaredariyê qezenç bike jî dibe ku YSK mazbatayê nede wî."
Parlementerê HDP’ê yê Wanê Tayîp Temel, bi boneya 10’ê Çile Roja Rojnamegeran êrîşên li ser rojnamegeran û rewşa rojnamegerên girtî bir rojeva Meclîsê.
Parlementera HDP’ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku rewşa jiyana Leyla Guven a di greva birçîbûnê de ye di xeteriyê deye û got: "Em bang li hemû raya giştî ya navneteweyî û hêzên demokratîk dikin ku bikevin nava tevgerê. Rewşa Leyla Guven êdî di asta jiyaniye."