Piştî agirbestê Sarrac li Tirkiyeyê ye
- polîtîka
- 15:58 12/1/2020
Serokwezîrê Hikûmeta Mutabakata Neteweyî (UMH) ya li Trablûsê Fayîz Sarrac, piştî agirbesta ku li welatê wî hat îlankirin, hat Tirkiyeyê.
Serokwezîrê Hikûmeta Mutabakata Neteweyî (UMH) ya li Trablûsê Fayîz Sarrac, piştî agirbesta ku li welatê wî hat îlankirin, hat Tirkiyeyê.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, di civîna Rêvberiya Demokratîk a HDP'êde axivî û diyar kir ku heta rêveberiyên herêmî demokratîk nebe rêveberiya navendî demokratîk nabe.
Şêwirmendê leşkerî yê Serokkomar Recep Tayîp Erdogan, Adnan Tarniverdî îstîfa kir.
Wezîrê Karên Derve Mevlût Çavûşoglû dê sibê ji bo rojekê biçe Bexdayê.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, diyar kir ku wê sala 2020'an ji bo gelê kurd, hemû nasname û berweriyan bibe sala aştiyê û got: "Em hemû bi hevre werin û wan jî bişînin. Di sala 2002'yan de hatin, wê di sala 2020'an de bêyî ku li paş xwe mêze bikin wê biçin."
Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, di kongreya Giştî ya HDK'ê de axivî û got: "Sala 2020'an dê ji bo Kurdan bibe sala Yekîtiya Neteweyî. Ji ber Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan alternatîf pêş xist niha tê tecrîdkirin. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî jî anî ziman ku dem dema li dijî şer xwe bi rêxistinkirinê ye. Niha dem dema guhertina cîhanê ye.
Hevberdevkê HDK’ê Sedat Şenoglû, diyar kir ku kongreya wan “Rêya Sêyemîne” û got: “Temînata şoreşê avakirina civakiye. Hevberdevk Gulîstan Kiliç Koçyîgît jî, da zanîn ku dem dema rêxistinkirina HDK’ê ye .
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Seazî Temelllî, diyar kir ku Tirkiye, Îran, Rûsya û DYA dixwazin şerê wekaletê yê li Rojhilata Navîn dewam dikin, mezintir bikin û got: “Kuştina Kasim Suleymanî vê yekê nîşan dide. Ev hemû welat, divê dest xwe ji Rojhilata Navîn bikêşin.”
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, têkildarî tezkereya Lîbyayê û kuştina Fermandarê Hêzên Qudusê Kasîm Suleymanî ev nirxandin kirin: “Tirkiye wê bibe parçeyekê Şerê Cîhanê yê 3’yemîn. Kuştina Kasim Sûleymanî wê li Rojhilata Navîn hevsengiyeke nû derbixe holê.”
Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç, diyar kir ku kuştina Generalê Îranî Qasim Silêmanî wê bi xwe re encamên cîdî derbixe holê û got: “DYA’yê bi vê pêngavê, li dijî Îranê dest bi şerê germ kir. Ev pêngaveke pir bi talûke ye."
Parlamenterê Partiya Sadetê Cîhangîr Îslam diyar kir ku ew biryara partiya xwe ya piştgiriyê dide tezkereya Lîbyayê boykot dike û dê dengê xwe bikar neyne.
Partiya Îyî û Saadetê biryara xwe ji bo dengdayîna tezkereya şandina leşkeran a Lîbyayê aşakera kirin.
Siyasetmedarê Kurd Bedran Hemo, li ser yekîtiya neteweya Kurd û êrîşên li dijî gelê Kurd axivî û diyar kir ku pêvajoya niha pêvajoya îspatkirina hebûnê ye û wiha got: "Divê partî û aliyên siyasî ji bo avakirina yekrêziya kurdî, berjewendiya giştî di ser berjewendiyên partiyetî re bigirin."
Ji bo pêşangeha ku dê Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan tev lê bibe, gazî Hevşaredara Şaredariya Cizîrê Berîvan Kûtlû ku qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin û endamên Meclîsa Şaredariyê ya hatiye fesixkirin kirin.
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî, peyama sersala nû parve kirin. Hevserokan gotin “Em bawer dikin ku di sala 2020’an de em ê bi têkoşînê jiyanek nû ava bikin û bi vê têkoşînê xwe bigînin demokrasî, aştî, edalet, azadî û wekheviyê."