Hatîmogûllari: Tirkiye dixwaze 'kemereke erebî' ya di bin kontrola xwe de çêbike
- polîtîka
- 09:09 18/5/2022
Parlementera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari paşperdeya polîtîkayên Tirkiyeyê yên dij kurdan û helwesta wê ya li hemberî penaberan nirxand û got: "Tirkiye bi guherandina demografiyê re dixwaze li sînorên çêkirî kemerek erebî ya di bin serweriya xwe de çêbike. Ev ji bo gelên herêmê talûke ye."