ENQERE - Cîgirê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tayîp Temel diyar kir ku hêviya wan ji avakirina komîsyona li Meclisê tê avakirin heye û got: “Bêyî tevkariya fikrî û polîtîk a Ocalan, çareseriyeke mayinde pêkan nîne.”
Cîgirê Hevserokên Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tayîp Temel têkildarî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, avakirina komîsyona li Meclisê û pêvajoya pêş re ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Temel, diyar kir ku ji bo pêvajoya heyî bitendurist pêş bikeve hewcehî bi başkirina mercên Abdullah Ocalan heye.
‘JI BILÎ ÇENDEK HEVDÎTINAN DI ŞERTÊN OCALAN DE TU BAŞBÛN NÎNIN’
Temel, diyar kir ku divê mercên Abdullah Ocalan li gorî gotinên derdorên faşîst û nîşadperest ku Abdullah Ocalan tenê weke “kesê li dijî dewletê serî rakirî” neyê nirxandin û got: “Birêz Abdullah Ocalan, ji bo çareseriya mezintirîn pirsgirêka Tirkiyeyê, xwedî hêz e, xwedî proje ye û aktorê sereke ye. Divê mercên wî jî di vê çarçoveyê de bên nirxandin. Em behsa kesekî aştiya gelan û azadiya wan diparêze dikin. Heke bi rastî jî fikareke neteweperestên Tirkiyeyê ji bo dewletê hebe, divê ji ewil dev ji înkarkirina Kurdan berdin. Heke tenê li sedsalên dawî binêrin, ew ê bibînin ka înkarkirina Kurdan çi bi Tirkiyeyê daye windakirin. Divê derdorên demokrat, sosyalîst û aştîxwazên Tirkiyeyê jî bibînin ku çareseriyeke rasteqîn a pirsgirêka Kurd, dê bibe dînamoya esasî ya demokratîkbûna Tirkiyeyê. Ev 50 sal in di bingeha faşîzmê, dînamîka derbeyê û qanûnên antîdemokratîk de dijbertî û dijminatiya li Kurdan heye. Wê demê ma pêwîst nake ew jî piştgiriyeke mezin bidin çareseriya bi pêşengtiya Ocalan û hemleya demokratîkbûna Tirkiyeyê? Dema mirov van şert û mercan dinirxîne, dibîne ku sererastkirina mercên birêz Ocalan, ji bo pêvajoyê pêwîstiyeke. Ji bo silametiya pêvajoyê divê ev neyê paşdexistin. Ji bilî hindik jî be sivikkirina tecrîdê û çendek hevdîtinan, di mercan tu başbûn nînin. Ev jî pêvajoyê dide zorê. Di demeke li Rojhilata Navîn û cîhanê her kes çekan kom dike de birêz Ocalan çek ji dewrê derxist û ev îrade raber kir. PKK'ê jî bi vê biryarê kir. Rewşekî wiha cidî heye û divê her kes li gorî vê nêz bibe. Heke dev ji gotinên weke ‘teror’, ‘terorîst’ bernedin dê nekarin Kurdan qaneh bikin. Jixwe zimanê heyî zirarê dide pêvajoyê.”
‘DIVÊ MAFÊ HÊVIYÊ TEQEZ BÊ CÎBICÎKIRIN’
Bi domdarî Temel bal kişand ser biryara DMME’yê ya têkildarî Abdullah Ocalan ku cezayê muebbeta girankirî weke binpêkirin qebûl kiribû û gotina Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî ku bal dikişand ser “mafê hêviyê.” Temel, got: “Banga Bahçelî girîng bû. Lê bi nîqaşên teng re hewl dan vê mijarê ji rojevê bixin. Hem normên neteweyî hem jî yên navneteweyî balê dikişînin ser ku birêz Ocalan azad bibe û pêvajoyê bi xwe birêve bibe. Di sala 2000’ê de li Tirkiyeyê sererastkirineke qanûnî ya ‘kujerê hêviyê’ derxistin. Û ev jî ji ber rewşa birêz Ocalan hate kirin. Li gorî wê qanûnê, kesên cezayê muebbeda girankirî lê hatiye birîn nikarin tehliye bibin. Sererastkirineke dijminane bû. Mafê hêviyê mafekî qanûnî ye û divê teqez bê cîbicîkirin.”
‘OCALAN Û PKK’Ê BERPIRSYARTIYÊN XWE BICIH ANÎN’
Temel, di berdewamê de anî ziman ku Abdullah Ocalan û PKK’ê berpirsyartiyên dikevin ser milê xwe bicih anîne û wiha domand: “Koma gerîla ya ku Besê Hozat pêşengtiya wê dikir, li pêş çavên hemû cîhanê nîşan da bê çiqasî cidî nêzî meseleyê dibin û bi birêz Ocalan re çiqas wekhev difikirin. Her kesên hatin wê derê ev jidilbûn û micidbûn bi çavên xwe dît. Mekanîzmayên dewletê jî çendek gav avêtin lê heta ku bingeha wê ya qanûnî çênebe, tevek jî nefermî ne. Divê aliyê kêm were temamkirin. Lewma avakirina komîsyonê dê rewşa gavên pêş jî diyar bike.”
ENTEGRASYONA POZÎTÎF ÇI YE?
Di berdewamê de Temel behsa gotina Abdullah Ocalan a “entegrasyona pozîtîf” û gavên qanûnî kir û wiha pê de çû: “Bêguman ji bo çareseriya pirsgirêkê û çarçoveyeke qanûnî hewcehî bi sererastkirinên yasayî heye. Lê tişta ji meseleya entegrasyonê tê mebestkirin ev e; lihevkirina demokratîk e. Her du alî jî nasname û hebûna xwe diparêzin û vediguherin. Ji hêla Tirkiyeyê ve ev veguherîn, bi komara demokratîk pêkan e. Bi naskirina mafên Kurdan û parastina hebûna wan pêkan e. Tê wateya ku PKK ji têkoşîna çekdarî derbasî zemîna siyasî û civakî bibe. Bingeha pêvajoya entegrasyona demokratîk, xwe dispêre qada hiqûqî û siyasî.”
‘AVAKIRINA KOMÎSYONÊ HÊVIYÊ DIDE’
Temel, bi lêv kir ku avakirina komîsyona di bin sîwana Meclisê de ji bo çareseriyê pêwîstiyeke girîng bû û got: “Avakirina komîsyonê hêviyê dide. Lêbelê em dikarin bibêjin têkildarî avadanî û qada wê ya peywirê hinek daxwazên me nehatine cîbicîkirin. Girîng e ku piranîparêz û nûnertiyeke demokratîk hebe. Divê ne tenê mekanîzmayên dewletê lê aktorên civakî, civaka sivîl û avadaniyên îradeya Kurd jî tê de cih bigirin. Weke min gavek berê jî got; Rêbertiya Abdullah Ocalan; yek ji girîngtirîn aktorê civakî û siyasî yê vî welatî ye. Lewma di vê pêvajoyê de bêyî tevkariya fikrî û polîtîk a Ocalan ne pêkan e çareseriyeke mayinde çêbibe. Ji ber vê jî li gorî me girîng e ku bikare bi derdorên cuda û muxatabên xwe re yekser peywendiyan deyne. Hêviya me ew e ku komîsyon teknîkî nemîne û ji bo veguherîna demokratîk bibe mekanîzmayeke çêker. Hewceye di mijara bêçekbûna PKK’ê, siyaseta sivîl û entegrasyona demokratîk de muxatab be. Karê komîsyonê ew e ku zemîna çareseriyê ava bike.”
‘MIJÛLKIRIN RÊ LI BER FIKARAN VEDIKE’
Temel, da zanîn ku vehêlandina pêvajoyê, afirandina nediyariyan û di hinek mijaran de mijûlkirin di nava gel de rê li ber fikaran vedikin û ev tişt anî ziman: “Hem di nava civakê de hem jî di siyaset û girîgehan de jî bendewariyek heye. Bêguman şêweyê avabûna hevkêşeyên li Rojhilata Navîn girîng in lê heta Tirkiye aştiya navxweyî neke nikare xwe li benda hesabên kesên din bigire. Polîtîkayên ewlehiyê heta niha tu çareserî bi xwe re ne anîn. Em dizanin ku hêviya gel ji bo çareserî û aştiyê heye.”
REWŞA SÛRIYEYÊ
Temel, têkildarî geşedanên li Sûriyeyê û nêzikatiya Abdullah Ocalan a ji bo wê derê jî wiha vegot: “Nêzikatiya birêz Ocalan, ji hêla rêgezî ve li gorî paradîgmaya aştî û çareseriya demokratîk a herêmî ye. Di vê çarçoveyê de, çareseriyeke mayinde ya li Sûriyeyê, bi veguherîneke demokratîk pêkan e. Modêla birêz Ocalan tercîh dike; destûreke bingehîn a piranîparêz ku hemû gel, nasname û baweriyan qebûl dike û mecliseke neteweyî ya hemû etnîk û mezheban digire navxwe ye. Ya herî girîng jî ew e ku Kurd di nava artêş û saziyên dewletê de bi nasnameya xwe ya xweser bijîn. Lê heke gelê Kurd were înkarkirin jî wê demê dê bi îradeya xwe ya siyasî tevbigerin û rewşa heyî bêhtir pêş bixin.”
MA / Mehmet Aslan - Selman Guzelyuz