Navenda Kobanê û 366 gund bêceyran man
- rojane
- 08:54 27/10/2024
Di encma êrişên dewleta tirk ên li dijî stasyonên ceyranê de hem navenda Kobanê hem jî 366 gund bêceyran man.
Di encma êrişên dewleta tirk ên li dijî stasyonên ceyranê de hem navenda Kobanê hem jî 366 gund bêceyran man.
Tirkiyeyê û komên paramîlîter ên girêdayî wê Eyn Îsa û gundewarên wê û gundewarên Girê Spiyê topbaran kirin.
Serdana şîna Dayika Aştiyê Kumrî Oner ku jiyana xwe ji dest dabû hat kirin û hat destnîşankirin ku wê xwedî li têkoşîna wê bê derketin.
Di êrişên Tirkiyeyê yên îro li ser bajare Amûdê de 8 welatî birîndar bûn.
ÎHD li Stenbolê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Cengîz Sînan Çelîk û xwest bê berdan. Înîsiyatîfa Girtiyên Nexweş jî li Enqereyê xwest ku girtiyê nexweş Dede Anil bê berdan.
Rêxistina DEM Partiyê ya Semsûrê malbatên Varan û Dayan ên di navbera wan de dijminatî hebû li hev anîn.
Malbatên Windakiriyan û ÎHD’ê di çalakiya ku li darxistin de aqûbeta Cemîl Kirbayir ê piştî darbeya leşkerî ya 1980 hate binçavkirin û windakirin pirsîn û xwestin faîlên wî bên darizandin.
Malbatên windakiriyan û ÎHD’ê li Amedê xwestin faîlên Komkujiya Licê, li Êlihê faîlê Haci Sancak ê di bin çavan de hatiye qetilkirin; li Geverê jî faîlên Abdûlkerîm Yûrtseven, Mîkdat Ozeken û Munur Saritaş ê 13 salî bên darizandin.
Dayikên Şemiyê di hefteya 1022'yan a çalakiya xwe de bal kişandin ser Bahrî Kaganaslan ê ku ev 31 sal in aqûbeta wî nayê zanîn û gotin: “Pêdivî bi aştiyê heye. Divê qada şer veguhere qada aştiyê."
Di rapora ku parlamenterê CHP’ê yê berê Gursel Tekîn derbarê Rojîn Kabaîş a piştî winda bû cenazeyê wê hate dîtin amadekiriye de ev tişt hatin gotin: “(…) Tê gotin ku di pişika Rojînê de av nebû, mîdeyê wê tejî xwarin bû û di nava xwîna wê de madeyekî anestezîk hebû.”
Di encama gulebarana hêzên dewleta Îranê de, kolberekî jiyana xwe ji dest da.
Li bajarokê Ereban ê Hezexê di serdegirtina malan de 3 kes hatin binçavkirin. 13 kesên li Enqereyê hatibûn binçavkirin hatin berdan.
3 jê Dayikên Aştiyê 9 kesên ku piştî operasyona leşkerî ya li gundê Bilexşê hatibûn girtin, hatin berdan.
Ji Desteya Koordînasyona DÎB’ê Nesteren Davûoglû diyar kir ku heta ku pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk neyê çareserkirin wê ne behsa aramiyê ne jî behsa aboriyê ne jî behsa rêzgirtinê bê kirin.
Tehliyeya girtî Lokman Yalçin bi hinceta “derketina wî ya derve bi fikar e” 3 meh hat dirêjkirin.