Qeyûm weke karê ewil wêneyê Erdogan daliqand
- rojane
- 13:30 04/11/2024
Tuncay Akkoyun ku weke qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hate tayînkirin, weke karê ewil li odeya meqamê wêneyê Erdogan daliqand.
Tuncay Akkoyun ku weke qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hate tayînkirin, weke karê ewil li odeya meqamê wêneyê Erdogan daliqand.
Derket holê ku tu eleqeya lêpirsîna weke hinceta tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Xelfetiyê hatiye nîşandan bi Hevşaredar Mehmet Karayilan re nîne.
Jinên Êlihê diyar kirin ku tenê “dizî” karê AKP’ê ye û gotin ew ê li dijî qeyûm li ber xwe bidin.
Hevşaredarên di çalakiya protestokirina qeyûm a li Mêrdînê de axivîn ji muxalefetê re wiha gotin: “Divê em bên gel hev, milên xwe bidin hev û vê berxwedanê mezin bikin.”
TJA, DBP û DEM Partiyê ragihand ku dê li dijî tayînkirina qeyûm a li şaredariyên Êlih, Mêrdin û Xelfetiyê li Semta Ofîsê ya Amedê saet di 15.00’ê de meşê li dar bixin û banga tevlibûnê kirin.
DEM Partiyê biryar da ku civîna koma xwe ya heftane ya Meclisê li Mêrdînê li dar bixe ku qeyûm lê hate tayînkirin.
Li şûna Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk bi rêjeya herî bilind hatibû hilbijartin, qeyûm hate tayînkirin.
DBP’ê bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da û got: “Em ê bi tu awayî serî li ber vê zordestiyê netewînin û heta dawiyê li ber xwe bidin.”
Derket holê ku ji bo dosyaya weke hinceta tayînkirina qeyûm a li şûna Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk hatiye nîşandan, di meha tîrmehê de biryara neşopandinê hatiye dayin.
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît têkildarî tayînkirina qeyûman wiha got: “Îroj roja berxwedana li dijî qeyûman e. Îroj roja têkoşîna ji bo demokrasiyê ye.”
ÎHD’ê bertek nîşanî tayînkirina qeyûman a li şaredariyên DEM Partiyî da û got: “Îktîdar hewl dide şaredariyên ku di hilbijartinê de bi dest nexistî bi rêya darbeyê birêve bibe.”
Rojnameger Hêro Bahadîn û Gulistan Tara xistin lîsteya “Rojnamegerên Hatin Kuştin” a UNESCO’yê.
DEM Partiyê di hilbijartinên 31’ê Adarê de her 3 şaredariyên qeyûm lê hatin tayînkirin bi ferqeke mezin qezenc kiribû.
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel ragihand ku dê biçe Êlih û Mêrdînê ku qeyûm lê hatin tayînkirin.
Hevşaredarê Xelfetiyê Mehmet Karayilan li pêşiya avahiya şaredariyê bang kir û wiha got: “Em biryara qeyûm nas nakin. Em ê bi hêza ji gelê xwe digirin peywira xwe bidomînin.”