Tehliyeya Taşli ku 30 sal in girtî ye ji bo salekê hate taloqkirin
- rojane
- 16:04 19/12/2024
Tehliyeya Mehmet Alî Taşli ku 30 sal in girtî ye û li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Ereglî ya Konyayê tê ragirtin, ji bo salekê hate taloqkirin.
Tehliyeya Mehmet Alî Taşli ku 30 sal in girtî ye û li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Ereglî ya Konyayê tê ragirtin, ji bo salekê hate taloqkirin.
Fermandariya Giştî ya HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter amadekariya êrişeke mezin a li ser Kobanê dikin. HSD’ê bang li gelê Kobanê, gelê Kurd, gelên ereb û hêzên navneteweyî kir û got: “Em ê li Kobanê serkeftineke mezin bi dest bixin.”
Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl piştgirî dan banga rewşenbîr û nivîskaran a ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û gotin ku ji her demê bêhtir niha pêdiviya wan bi aştiyê heye.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Dayika Taybet Înan di 9’emîn salvegera qetilkirina xwe de li kolana lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn. Di bîranînê de hate gotin ku heta faîlên Dayika Taybetê tên darizandin dê têkoşîna wan bidome.
DEM Partiyê girtiyên di “Operasyona Vegerandina Jiyanê” de hatin qetilkirin bi bîr anî û got ku tecrîd û îşkenceya li girtîgehan hêj didome.
DEM Partiyê ragihand ku Hevşaredara Hezexê Turkan Kayir ji partiyê hatiye îxrackirin.
Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sakik bertek nîşanî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û axaftinên Hakan Fîdan da û wiha got: “Dibêje; ‘Bila ji wir derkevin.’ Erê baş e bira, ê ew der axa wan e. Divê hûn ji wir derkevin.”
Nûnerên rêxistinên civaka sivîl diyar kirin ku ew bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û rawestandina êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev li “Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê” bûne û banga tevlibûna daxuyaniya li Enqereyê kirin.
Parlamentera DEM Partiyê Sumeyye Boz di “Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê” de li Edeneyê axivî û diyar kir ku çareseriya pirsgirêkan, paradîgmaya Abdullah Ocalan e. Sumeyye Boz, wiha domand: “Ji bo birêz Ocalan bikare rola xwe bilîze divê şert û merc bên amadekirin.”
Dayika Mehmet Bahaddîn Oncu ku 30 sal in girtî ye, wefat kir. Oncu, xwest beşdarî merasîma definkirina cenazeyê dayika xwe bibe lê bi hinceta “ewlehiyê” hate astengkirin.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan da zanîn ku partiya wan ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re heta niha 23 serlêdan kiriye û wiha bertek nîşanî gotina “Em ê demeke guncav peyda bikin” a Wezîrê Dadê da: “Dema musaîd, nîşaneya keyfiyetê ye. Divê rêya ber bi birêz Ocalan ve diçe were vekirin.”
Serokê Giştî yê EMEP’ê Seyît Aslan diyar kir ku Tirkiye bi girankirina tecrîdê re dixwaze pêşî li Abdullah Ocalan bigire ku têkildarî Sûriyeyê peyaman bide û wiha got: “Divê partiyên çep û sosyalîst rê li ber polîtîkayên şer bigirin û Tirkiyeyê neçarî aştiyê bikin.”
Welatiyên li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nobetê digirin anîn ziman ku divê her kes xwedî li Rojava derkeve û gotin: “Rêya azadiyê, ji Rojava re derbas dibe.”
Prof. Dr. Dogu Ergîl diyar kir ku dê li Sûriyeyê li herêma Kurd lê dijîn rêveberiyeke xweser were avakirin û Tirkiye dê mecbûr be ku vê xweseriyê qebûl bike. Ergîl, wiha got: “Wê demê li vir jî dê di pirsgirêka Kurd de hinek pêşketin çêbibin.”