Di doza Narîn Guranê de mutalaa hat dayin
- rojane
- 15:50 26/12/2024
Danişîna doza Narîn Guranê piştî navberê, dozger kurtehiya mutalaaya xwe pêşkeşî şandeya dadgehê kir. Danişîn, bi parastinên li dijî mutalaayê didome.
Danişîna doza Narîn Guranê piştî navberê, dozger kurtehiya mutalaaya xwe pêşkeşî şandeya dadgehê kir. Danişîn, bi parastinên li dijî mutalaayê didome.
Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Edeneyê Azîz Sari diyar kir ku xetereyeke mezin li ser jiyana girtiyên nexweş Fevzî û Omer Arslan, Celal Ercan û Haci Alagaş heye û hişyarî da.
Di çalakiya nobetê ya li ser sînorê Qamişloyê de ev peyam hate dayin: “Em dilê Rojava ne. Heta ku ev şerê li her çar parçeyên Kurdistanê disekine em ê li ser pêyan bin.”
Nîzamettîn Kabaîş ku keça wî Rojîn Kabaîş bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da, di 2’yemîn danişîna doza Narîn Guranê de li pêşiya edliyeyê bang li parêzeran kir û got: “Çima tu kes keça min napirs e? Keça min hate qetilkirin.”
Xebatkarê rojnameya Yenî Yaşamê Veysî Akoren hate berdan.
Endam û rêveberên GOÇÎZDER’ê bertek nîşanî biryara girtina komeleya wan dan û gotin: “Ev biryar, biryareke siyasî ye û derbeyeke li dijî têkoşîna lêgerîna maf e.”
Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan di çalakiya nobetê ya li ser sînorê Pirsûs-Kobanê de axivî û wiha got: “Tirkiye, jiyana li Rojava hedef digire. Weke gelê Kurd em van êrişên ser Rojava qebûl nakin. Em ê xwedî li jiyana li wir derkevin.”
Welatiyên Amedê bertek nîşanî zema ji bo mûçeyê kêmtirîn hatiye kirin dan û wiha henekên xwe pê kirin: “Pir zêde kirine. Bila mûçeyên teqawidan jî betal bikin, wê demê dê aborî pir baş bibe.”
Dadgeha Destûra Bingehîn, serlêdana Hamîlî Yildirim ê li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin a ji bo mafê hevdîtina li ser telefonê, red kir.
Serokê Dadgehê di doza Narîn Guranê de bertek nîşanî ap Erhan Guran ê pirsên têkildarî dîmenên derbkirinê dibersivand da û got: “Ka tu bi Xwedê dev jê berde. Min li nava çavê we nihêrt û ev pirs kir. Heke te bigota me niha ev nîqaş nedikir.”
Rojnamegerên jin ên di dema protestokirina qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê de hatin girtin, diyar kirin ku dê mîrateya Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bidomînin û wiha gotin: “Li ku derê dibe bila bibe em ê binivîsin û bikişînin.”
Welatyê bi navê Nezîr Tekçî li Geverê hatibû binçavkirin û piştre hatibû qetilkirin. Parêzerê dozê Huseyîn BogaTekçî diyar kir ku doza Tekçî bi xetereya demborînê re rû bi rû ye û banga tevlibûna danişîna dozê kir.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Rêveberiya Xweser têkildarî êrişên di demên dawî de li dijî Elewiyên li Sûriyeyê tên kirin daxuyaniyek da û wiha got: “Nêzîkatiyên şaş ên li hemberî çi pêkhateyeke Sûriyeyê dê bandorên wê yên neyinî hebin û dê xizmeta armaniya nakin.”
Di doza rojnameya Ozgur Gundemê de ku rêveber û nivîskarên wê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” tên darizandin, 11 sal û 7 meh cezayê hefsê hate dayin.