Tedawiya Huseyîn Aykol didome
- rojane
- 16:21 22
Di rewşa tenduristiyê ya rojnameger Huseyîn Aykol de ku zêdetirî du meh in di beşa çavdêriya awarte de tê tedawîkirin, tu guhertin nînin.
Di rewşa tenduristiyê ya rojnameger Huseyîn Aykol de ku zêdetirî du meh in di beşa çavdêriya awarte de tê tedawîkirin, tu guhertin nînin.
Rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ku ji hêla Tirkiyeyê ve bi SÎHA’yan hatibûn qetilkirin, li Îzmîrê ji hêla hempîşeyên xwe ve hatin bibîranîn. Rojnamegeran, got ku dê têkoşîna heqîqetê bidomînin.
Nûnerên rêxistinên Elewiyan çûn serdana malbatên Roboskê ku 34 zarokên xwe di encama bombebarana dewleta Tirk de winda kiribûn. Nûnerên Elewiyan di serdanê de got: “Ka komkujiyên li dijî Elewiyan çi bin, Roboskê jî ew e. Êşa me yek e.”
Piştî biryara beraetê ya ji bo Burak Ercan ê li Cizîrê zêdetirî 30 xwendekar îstîsmar kiribû, îcar jî derket holê ku Serdal Os îstîsmara zayendî li 23 xwendekaran kiriye. Nûnerê Egîtîm Senê yê Cizîrê Firat Saygi, got ku heke Burak Ercan bihata cezakirin belkî 23 xwendekarên din rastî îstîsmarê nehatina.
Şandeya Îmraliyê û Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel piştî hevdîtinê daxuyanî dan û gotin ku mitabeqeta siyasî û civakî pir girîng e.
Wekîlê DEM Partiyê George Aslan, ji bo Cejna Noelê weke betlaneya fermî were ragihandin, pêşniyarqanûn da Meclisê.
Di mitînga “Hêvî û Azadiyê” ya Amedê de Leyla Zana û Veysî Aktaş, Çetîn Arkaş, hevserokên giştî yên DEM Partî û DBP’ê û Ayla Akat Ata ya TJA’yî dê biaxivin.
Amedsporê, li dijî heqaret û çêrên li dijî Leyla Zanayê hatine kirin, biryar da ku di maça bi Igdirsporê ji bo alîgirên jin bêpere be. Seroka Duyemîn a Amedsporê Şeyda Arslantaş, got: “Em ê di trîbûnan de hejmara jinan zêde bikin û bersiva herî delal bidin.”
Wezareta Dadê, tevî dîmenan jî îşkenceya li dijî girtî Omer Cuma Salih înkar kir. OHD’ê, bi dîmenan bersiv da wezaretê û got: “Dev ji parastina faîlên îşkenceyê berdin.”
Hejmara 314’an a rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Daxwaz aştiyek bi rûmet e” derket pêşberî xwînerên xwe.
Piştî ku DMME’yê Tirkiye ji ber “qedexeya îşkenceyê” mehkûm kirî, Kemal Gomî sewqî Girtîgeha Tîpa R’yê hate kirin. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, rewşa behsa xeberê weke hincet nîşan da û lêkolîna têkildarî dosyayê bi dawî kir.
Parêzer Muharrem Şahîn bal kişand ser nakokiya Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî ku di destpêka pêvajoyê de soza "mafê hêviyê" dabû, lê di rapora ku partiya wî pêşkêşî Meclisê kir de li dijî sepandina vî mafî derketiye û got: "Ger hûn aştiyê bixwazin, divê hûn mafê hêviyê bi cî bînin."
Çalakiya nobetê ya malbatên kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane li dijî Paketa Darazê ya 11’an li Enqereyê daye destpêkirin di tevahiya şevê de domiya.
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partî dê 23'yê Kanûnê de bi Serokê Meclîse Nûman Kurtulmuş û Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re bicive.