ROJEVA 10’Ê ADARA 2025’AN
- rojane
- 09:00 10/3
Rêxistinên DEM Partiyê yên Çewlig û Eskîşehîrê kongreyên xwe li dar xistin. Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, got: “Birêz Ocalan tu caran dev ji aştî û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd berneda.”
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê ji bo banga "Civaka Aştî û Demokratîk" ya Abdullah Ocalan piştgiriya xwe ragihand û got, "Divê di bin sîwana Meclîsa Neteweyî ya Mezin a Tirkiyeyê de komîsyonek bê avakirin û bi taybetî mafê hêviyê, sererastkirinên qanûnî bên kirin."
Di çarçoveya banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Abdullah Ocalan de li gelek bajaran bi gel re çalakî hatin lidarxistin. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir got: “Êdî hemû berpirsyartî li ser milê îktîda rû dewletê ye.”
Rêxistinên Elewiyan bertek nîşanî komkujiyên li Sûriyeyê li dijî Elewiyan tên kirin dan û gotin: “Yên piştgiriyê didin HTŞ’ê, berpirsyarên vê komkujiyê ne.”
Rêxistinên mafên mirovan ji bo betalkirina cezayê darvekirinê yê li Werîşe Mûradî, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî hatiye birîn, bang kirin.
Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan di mitînga fînalê ya Wanê de axivî û got: “Birêz Ocalan, silavên taybet ji Dayikên Aştiyê û gelê Wanê re şand. Got; ‘Ez rêzê ji bo vîna her 14 şaredarî bi dest xistî digirim.’”
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di kongreya DEM Partiyê ya Manîsayê de axivî û got: “Birêz Ocalan ji nêzikatiya înkarger a dewletê re dibêje ‘xwe veguherînin.’ Ma şertên demokrasiyê dibin?”
Aktîvîstên jin ên zimanê Kurdî û di rêxistinên civaka sivîl de cih digirin li Amedê “Meclisa Jinan a Zimanê Kurdî” ava kirin.
Aktîvîsta TJA’yê Zekiye Îlbasan di mitînga 8’ê Adarê ya Wanê de axivî û diyar kir ku ew ê ji bo aştî û jiyaneke birûmet kolan bi kolan, mal bi mal gel birêxistin bikin û got: “Em jin dê Rêbertiya xwe azad bikin.”
Fîlozof û civaknasê navdar Edgar Morîn, têkildarî banga dîrokî ya Abdullah Ocalan, wiha got: “Ez heta dawiyê piştgiriyê didim pêvajoya veguherîna aştî û demokratîk a li Tirkiyeyê.”
Navenda Ragihandinê ya HSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku êrişên dewleta tirk û komên paramîlîter ên li ser herêmê didomin û got: “Bi saya berxwedana hêzên me, dagirker û çete nikarin pêş bikevin.”
Îsal Newroz wê li 89 navendan bê pîrozkirin. Li seranserê cîhanê dê li hezaran bajar, navçe, bajarok, gund û taxan wê agirê Newrozê bê pêxistin.
Jinên ku di mîtînga 8 'ê Adarê ya li Qada Îstasyonê de hatin cem hev diyar kirin ku ew piştgiriyê didin pêvajoya ku ji aliyê Abdullah Ocalan ve tê meşandin in û gotin ji bo rojên azad dê têkoşînê hîn bêhtir mezin bikin.
Jinên Botanî diyar kirin ku heta ku pêvajoya bi banga Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin bi ser dikeve dê têkoşîna xwe bidomînin û wiha gotin: “Divê Abdullah Ocalan demildest ji hêla fîzîkî ve azad bibe.”