Bertek li dijî girtina Komeleya Avestayê

NAVENDA NÛÇEYAN - Girtina Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avesta ya li Îzmîrê li Amed, Wan û Şirnexê bi çalakiyên girseyî hat protestokirin. Rêxistinên ziman girtina komeleyê wekî "berdewamiya asîmîlasyon û înkarê" bi nav kirin.
 
Li Wanê bi pêşengiya Komeleya Pêşxistina Çand û Zimanê Kurdî (KURDÎGEH), daxuyaniyek çapemeniyê li dijî girtina Komeleya Ziman û Çanda Avesta a li Îzmîrê hat dayîn. Di daxuyaniya  ku li Kolana Sanatê hat lidarxistin, pankarta bi nivîsa "Zimanê Kurdî xeta me ya söre destê xwe jê vekişînê" hat vekirin û gelek caran dirûşmên wekî "Zimanê me rûmeta me ye" û "Bê ziman jiyan nabe" hatin berzkirin. Gelek partiyên siyasî, rêxistinên girseyî yên demokratîk û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Metna daxuyaniyê ji hêla rêveberê Kurdîgehê Alî Ataman ve hat xwendin.
 
‘ZIMAN NASNAMEYA GELÊ KURD E'
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku zimanê Kurdî maf û nasnameya kolektîf a gelê Kurd e ü  wiha hatiye gotin: "Zimanê Kurdî rasterast bi hebûna gelê Kurd ve girêdayî ye. Ji ber polîtîkayên înkar û tunekirinê yên sedsalan, ev mafê jiyanê îro jî nayê naskirin. Gelê Kurd nikare bi zimanê xwe yê dayikê perwerdehiyê bibîne, û zimanê Kurdî bi rêbazên cûrbecûr berdewam tê astengkirin û qedexekirin. Tevî hewldanên ji bo avakirina aştî, demokrasî û edaletê di civakê de, êrîşên li ser zimanê Kurdî û Kurdan her roj bi awayên cûrbecûr berdewam dikin. Di çarçoveya van êrîşan de, di 31ê Tîrmehê de bi fermana Waliyê Îzmîrê serdegirtina polîsan li Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avesta hat kirin û di 1ê Tebaxê de komele hat girtin. Ev êrîş bi awayekî zelal nîşan dide ku helwesta li hember ziman û çanda Kurdî neguheriye û bi heman rêzên zext, sînordarkirin û qedexekirinê berdewam dike."
 
ŞIRNEX
 
Li navçeya Silopiya ya Şirmexê bi tevlîbûna Parlementerê DEM Partiyê yê Şirnex Mehmet Zekî Îrmez, endam û rêveberên DEM Partî û DBPê yên Silopiya, rêveberên Komeleya Çand û Ziman a Cûdî (Cûdî-Der), endam û rêveberên Saziya Çand û Ziman a Birca Belek û gelek welatî tevlî meşa ji ber avahiya DEM Partiyê destpêkirî bûn. Di meşê de dirûşmên, ‘Bê ziman jiyan nabe’ û ‘Zimanê kurdî rûmeta me ye’ hatin berzkirin.
 
Meş li Kolana Hunerê bi dawî bû û piştre Hevserokê Komeleya Çand û Ziman a Cûdî (Cûdî-Der) Omer Sansur daxuyanî xwend. Sansur di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser qedexeyên li ser zimanê kurdî û wiha axivî; “Zimanê gelê Kurd, mafê gelê kurd ê kolektîf û nasnameyî ye û têkildarî hebûna gelê kurd e. Di encama polîtîkayên bişaftin û înkarê yên sed salî de ev mafê jiyanî yê gelê Kurd heta niha hatiye tunehesibandin, gelê Kurd ji perwerdeya bi kurdî bêpar hatiye hiştin û zimanê kurdî her tim bi awayên cuda cuda rastî astengkirin û qedexeyan hatiye.”
 
Sansur di berdewama axaftina xwe de mohrkirina 1ê tebaxê ya Komeleya Çand û Ziman a Avestayê bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe; “Weke saziyên zimanê kurdî, em vê êrîşa li dijî Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê bi tu awayî qebûl nakin û bi tundî şermezar dikin. Di vê pêvajoya hestiyar de ku ji bo pêkanîna maf û daxwazên gelê kurd û çareseriyê ked tê dayîn, lazim bû ku rê li ber êrîşeke wiha venebûya û rayedaran li gelê kurd, sazî û dezgehên gelê kurd rêz bigirtina. Lê mixabin berovajî vê yekê, komeleyeke ku bi rêya kargehên zimên û çalakiyên çandî ji sala 2018an ve li metropoleke wekî Îzmîrê xwedî li çand û zimanê kurdî derdikeve, em dibînin ku raydar bi neheqî û bi nêteke nebaş xebatên vê Komeleyê û xebatên zimanê kurdî asteng dikin.”
 
Sansur herî dawî pêkanîna li ser Komeleya Avestayê şermezar kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Weke gotina dawîn, gelê kurd ev ji sed salî zêdetir e ku ji bo ziman, çand û hebûna xwe tê dikoşe û heta ku mafê xwe yê perwerdeya bi kurdî û azadiya xwe bi dest nexe ew ê bi tu awayî dest ji têkoşîna xwe bernede. Weke saziyên zimanê kurdî, em careke din piştgiriya xwe ji bo Komeleya Avestayê derdibirin û didin zanîn ku êrîşa li ser Komeleya Avestayê êrîşeke li ser zimanê kurdî û gelê kurd e. Ji ber vê çendê, em vê kira Walîtî û Şaredariya Îzmîrê şermezar dikin û bi vê minasebetê, bangê li raya demokratîk û rayedaran dikin; êdî wext e ku mafê perwerdeya bi kurdî û statuya kurdî were cîbicîkirin û hiqûqa gelê kurd û gelan were naskirin.”
 
AMED
 
Komeleya Lêkolînên Ziman Çand û ya Mezopotamyayê (MED-DER) li ber avahiya xwe ya li navçeya Peyasê ya Amedê li dijî êrîşa li ser Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avestayê ya ku bi destûra Walîtiya Îzmîrê û ji aliyê Şaredariya Konakê ya navçeya Îzmîrê ve hat mohrkirin daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek saziyên civaka sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn. Pankarta mezin a li ser “Bijî zimanê kurdî! Bijî têkoşîna zimanê kurdî! Perwerdeya bi kurdî, statuya kurdî!” hatibû nivîsandin hildan. Metna çapemeniyê ya bi zaravayê Kurmancî Murat Aydin, ya Kirmanckî jî Şukran Yakut xwend. Girseyê bênavber dirûşmeyên “Bê ziman jiyan nabe” û “Ziman jiyan azadî” berz kirin.
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer beriya daxuyanî axivî û ev tişt anî ziman: “Heta ku zimanê zikmakî bibe zimanê fermî em ê têkoşîna xwe bidomînin. Çima her gel bi zimanê xwe diaxivin çima zimanê kurdî qedexe ye, divê zimanê me jî weke yê herkesî serbest bê axaftin.”
 
Daxuyaniya çapemeniyê bi vî awayî ye:
 
“Ziman û nasnameya kurd mafê gelê kurd ê rewa û hevpar e. Di heman demê de hebûna gelê kurd e. Di encama polîtîkayên bişaftin û înkarê yên sed salî de ev mafê jiyanî yê gelê kurd heta niha hatiye tunehesibandin. Gelê kurd ji perwerdeya bi kurdî bêpar hatiye hiştin. Zimanê kurdî, her tim bi awayên cuda rastî astengî û qedexeyan hatiye. Îro jî tevî hewldanên ji bo aştî û pêkanîna demokrasî û edaletê, di nava civakê de, roj bi roj bi rengên cuda êrîşên nû bi ser kurdî û kurdan de tên. Weke parçeyekî van êrîşan, 31ê tîrmehê, bi fermana Walîtiya Îzmîrê, bi hinceteke ji rêzê, bi ser Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê de girt û di 1’ê tebaxê de jî deriyê Komeleyê hat mohrkirin.
 
Ev êrîş, nîşan dide ku helwesta li hemberî ziman û çanda kurdî, hê jî neguheriye û li ser heman xeta astengkirin, sînorkirin û qedexekirinê ye. Weke saziyên çand û zimanê kurdî em vê êrîşa li dijî Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê bi tu awayî qebûl nakin û bi tund şermezar dikin. Di vê pêvajoya hesas de ku ji bo pêkanîna maf û daxwazên gelê kurd û çareseriyê, ked tê dayîn. Lazime ku rê li ber êrîşeke wiha venebûya û rayedaran li gelê kurd, sazî û dezgehên gelê kurd rêz bigirtina.
 
Lê berovajî vê yekê, komeleyeke legal ku bi rêya kargehên ziman û çalakiyên çandî ji sala 2018an ve li metropoleke wekî Îzmîrê xwedî li çand û zimanê kurdî derdikeve. Em dibînin ku rayedar bi neheqî û bi armanceke nebaş xebatên vê Komeleyê û xebatên zimanê kurdî asteng dikin.
 
Em careke din,  bi bîra rayedaran dixin ku ne maf û hedê tu kesî ye, êrîşên bi vî rengî li nasname, hebûn û zimanê kurdan bike. Ziman rasterast nasname û hebûna gelê kurd e. Êrîşên bi vî rengî, li dijî gelê kurd, nirxên gelê kurd û nasnameya gelê kurd, , bêtehemuliyekê nîşan didin. Em vê êrîşa li ser Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê, weke êrîşeke li ser zimanê kurdî û nasname û hebûna kurdan dizanin.
 
Ji ber vê yekê, divê êrîşên wisa  demildest bêne rawestandin. Muameleyên ku serê pêşîn bi destê Walîtiya Îzmîrê, paşê jî bi destê zabiteyên Şaredariya Îzmîrê pêk hatine, divê ji paş ve bên kişandin. Gelê kurd ev ji sed salî zêdetir e ku ji bo ziman, çand û hebûna xwe têdikoşe û heta ku mafê xwe yê perwerdeya bi kurdî û azadiya xwe bi destnexe wê bi tu awayî dest ji têkoşîna xwe bernede.
 
Em hemû saziyên zimanê kurdî, careke din piştgiriya xwe ji bo Komeleya Avestayê didin zanîn ku êrîşa li ser Komeleya Avestayê êrîşeke li ser zimanê kurdî û gelê kurd e. Ji ber vê çendê em vê kiryara Walîtî û Şaredariya Îzmîrê şermezar dikin. Bi vê minasebetê, bangê li raya demokratîk û rayedaran dikin. Êdî wext e ku mafê perwerdeya bi kurdî û statuya kurdî bê bicihkirin û hiqûqa gelê kurd û gelan bê naskirin.”
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.