Roja danişîna lêpirsîna ÎzBB’ê diyar bû

img
ÎZMÎR - Danişîna ewil a Şaredarê ÎzBB’ê Tunç Soyer jî di nav de 65 kesan dê di 19’ê Îlonê de bê lidarxistin. 
 
Serokê CHP’a Îzmîrê Şenol Aslanoglû û şaredarê Bajarê Mezin ê Îzmîrê yê berê Tunç Soyer jî di nav de 65 kes di çarçoveya lêpirsîna “kooperatîfê” ya Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê de hatibûn girtin. Îdianame hate amadekirin û ji hêla 23’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê ve hate qebûlkirin. 
 
Danişîna dozê dê di 19’ê Îlonê saet di 09.30’ê de bê lidarxistin.