HSD: Komên hikûmeta demkî êrişî nuqteyên me yên leşkerî kirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - HSD'ê, ragihand ku îro komên girêdayî hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li gundê Îmam ê Dêr Hafirê êrişî nuqteyên wan kiriye û piştî êrişê pevçûneke 20 deqeyan rû daye.
 
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku di berbanga îro de komên girêdayî hikûmeta demkî, êrişî nuqteyên wan kir û wan jî bersiva êrişan da.
 
Navendê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kir: "Saet di 03:00'yê di berbanga îro (duşem) de komên girêdayî hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li dijî 4 nuqteyên hêzên me yên li gundê Îmam ê girêdayî herêma Dêr Hafirê êriş pêk anîn. Hêzên me di çarçoveya parastina nuqte û şervanên xwe de bersiv da êrişan. Di encamê de pevçûnekwe 20 deqeyan rû da.
 
Em diyar dikin ku ev êrişên wiha dubare rageşiyeke plankirî ye û gefan li îstîqrara herêmê dixwin. Hikumeta Şamê berpirsyara vê reftarê ye. Em careke din diyar dikin ku hêzên me ji her demê zêdetir amade ne bi hemû hêza xwe mafê xwe yê bersivdana rewa bi kar bînin."