Ji Abdullah Ocalan hişyariya ji bo komîsyonê: Divê bingeha hiqûqî hebe

img

NAVENDA NÛÇEYAN – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtînên salên 2013 û 2015’an de ji bo komîsyonên ku li meclisê bên avakirin 8 sernav pêşniyar kiribû û hişyariya; ‘ger hiqûqî ya çareseriyê baş neyê avakirin ji hêzên komploger re vekiriye’ kiribû û bal kişandibû ser girîngiya bingeha hiqûqî.

 
Civakên Kurdistan û Tirkiyeyê, her wiha gelên Rojhilata Navîn û cîhanê, bi pêvajoya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd re şahidiyê ji serdemeke dîrokî re dikin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de ji bo Aştî û Civaka Demokratîk bang kir û piştî bangê PKK'ê di 1’ê Adarê de agirbesta yekalî îlan kir, PKK di 5-7ê Gulanê de 12’emîn Kongreya xwe ya Awarte lidarxist û biryara xwe ji cîhanê re ragihand û di 9’ê Tîrmehê Abdullah Ocalan bi dîmen bangewazî kir, li gel merasîma îmhakirina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk, di vê pêvajoyê de gavên dîrokî yên aliyê Kurd hatin avêtin bûn
 
Pêvajo piştî ku serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî di 1’ê Cotmeha 2024’an de li meclisê çû ligel koma DEM Partiyê û bangewaziya di civîna partiya xwe ya 22’ê Cotmeha 2024’an de destpê kir. Piştî tecrîda mutleq a 43 mehan di 23’ê Cotmeha 2024’an de biraziya Abdullah Ocalan û parlamenter Omer Ocalan çû serdanê. Ocalan di vê hevdîtinê de got ku ger bingeha hiqûqî û siyasî hebe hêza wî ya teorik û pratik heye ku pirsgirêkê çareser bike. 
 
PIŞTÎ BI MEHAN KOMÎSYON HAT AVAKIRIN
 
Di vê hevdîtinê de Abdullah Ocalan bal kişand ser girîngiya aştî û demokrasiya herêm û Tirkiyeyê û ji bo pêvajo bi ser bikeve lazim e hemû derdorên siyasî bêyî hesabên biçûk bikin însiyatîf bigirin, piştgiriyê bidin û meclis jî rola xwe bîne cih. Tevî ku dewlet û hikûmetê bersiv neda banga Abdullah Ocalan a 7 xalan ku cewhera manîfestoyekê ye, bangên dîrokî kir û Tevgera Azadiyê ya Kurd gavên berbiçav avêt. Komîsyon 4 meh piştî banga 27’ê Sibatê û 8 meh piştî hevdîtina 28’ê Kanûna 2024’an hat avakirin. Komîsyon ji 51 kesan pêk tê, civîna ewil sibê tê lidarxistin û Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş dê serokatiya komîsyonê bike. 
 
ROLA SEROKÊ MECLISÊ
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di pêvajoya ku di navbera salên 2013-2015'an de di bin navê 'çareseriyê' de pêk hat de li ser rol û mîsyona meclisê ya di çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de nirxandinên berfireh kir û di her hevdîtina ku bi Heyeta Îmraliyê re pêk anî de girîngiya rêziknameya qanûnî û destûra bingehîn destnîşan kir.  Abdullah Ocalan di 18’ê Adara 2013’an de bi Heyeta Îmraliyê re hevdîtin pêk anî û bal kişand ser rola serokê meclise, geşedanên dema serhildana Koçgîrî bi bîr xist û wiha got: "Parlamento ji bo van tiştan bang dike, biryarê dide û dibêje dawî li serhildanê bîne. Tevî ku pêvajoya wan hinekî cuda dewam dike jî, ya me jî hinekî bi vî rengî ye. Em ê dawî li serhildanê bînin. Bêyî biryarek a meclise çawa dikare pêk were? Ya me jî meseleyeke 40-50 salî ye.” Abdullah Ocalan destnîşan kir ku divê meclis bi qanûnan komîsyoneke taybet ava bike û pêşniyar kir ku divê ev komîsyon çavdêriya pêvajoya bêpevçûniyê bike.
 
PÊŞNIYARA KOMÎSYONA AQILMENDAN
 
Abdullah Ocalan di heman hevdîtinê de bal kişand ser girîngiya komîsyona aqilmendan û wiha got: “Ev jî lingê sivîl ê komîsyona fermî ye. Ew kes wijdana civakê temsîl dikin. Ne nêzî me ne jî yên din in. Di nava vê de akademîsyen, rojnamevan, hunermend û nûnerên civaka sivîl hene. Dikare bi qasî 30 kes bin. Ew dikarin di nav xwe de karbeşiyê bikin û çavdêriya vekişînê bikin piştî ku pêvajo asayî bû dikarin rewşa bêpevçûnê bişopînin.  Ji bo vê jî pêwîstî bi qanûnan nîne. Bi temamî xwe dispêrin meşrûiyetê. Ji ber ku dema pêwîstî pê hebe wê ev bi qanûnan re bikevin nava nakokiyan. Ne rast e ku bi qanûneke bi vî rengî wan bixin bin kontrolê.”
 
‘JI BO PÊVAJOYÊ PÊWÎSTÎ BI HIQÛQÊ HEYE’
 
Abdullah Ocalan di vê hevdîtinê de bal kişand ser girîngiya pêvajoya hiqûqê û wiha got: “Ji bo karê ku em dikin pêwîstî bi hiqûqê heye. Ew çi ? Meclis dê qanûn derxe. Em karekî derqanûnî nakin. Lê divê ji bo karê ku em dikin ewlehiya qanûnî hebe.
 
Ez ê balê bikişînim ser mijarekê û ev mijar pir girîng e. Binêrin ji bo paşvekişînê ez biryarê didim. Ger parlamento ji bo paşvekişînê biryarekê bide û dê parlamento min çawa pênase bike? Ez xwedî misyon im. Wisa tê gotin ne wisa? KCK dibêje ‘Serokatiya me’, wisa nivîsandine, gel dibêje ‘Serok’, her kes misyonekê  dide. Ez dikarim vê serhildanê bi dawî bikim. Ji ber vê yekê meclis min çawa pênase dike, ev mijareke girîng e.” 
 
LI ÎMRALIYÊ MIJARA HERÎ GIRÎNG: BANGA PARLAMENTOYÊ
 
Abdullah Ocalan di hevdîtina 3'ê Nîsana 2013'an a bi Heyeta Îmraliyê re bal kişand ser girîngiya 'Banga Meclîsê' û wiha got: "Di vê mijarê de gelek nîqaşên me çêbûn. Di encamê de me got ku destpêka qonaxa duyemîn wê bi vê banga parlementoyê pêk were. Wek mînak çawa dibe? 40 salên dawî bigire, an jî dibe ku 100 salên dawî jî bigire. Mirov dikare bibêje: ‘Em bang li hemû welatiyên xwe dikin ku bi lezgînî xwe ji hawira şerê giran derkevin (ku ev jî dikare weke hawireke şerê navxweyî jî were binavkirin) û tevlî siyaseta demokratîk a legal bibin û peywirên xwe bi cih bînin’. Ev bang wê qonaxa duyemîn bide destpêkirin. Ev merhele bi taybetmendiya pêvajoya zagonî-destûra bingehîn tê pênasekirin. Em di serdemeke awarte re derbas dibin û divê parlamento li gorî vê bixebite."
 
‘DIVÊ EWILÎ TIRKIYE DEMOKRATÎK BIBE’
 
Rêberê Gelê Kurd dibêje ku bidawîkirina şerê çekdarî tenê bi têkoşîna demokratîk a hiqûqî pêkan e û got, “Ev qanûn hatiye derxistin an na, mijar ev jî nîn e. Ev hemû tenê parçeyek ji qonaxa siyaseta demokratîk e. Ez bawer dikim ku leclis dikare bi piraniya qanûna bingehîn (330) bangekê bike. Dema ez dibêjim me pêvajoya pevçûnê ya dîrokî bi dawî kir, ez nabêjim aştî pêk hatiye, ez behsa girêdayîbûna gerdûnî û têkoşîna ji bo siyaseta legal dikim. Ez dibêjim, bêyî Tirkiyeyeke demokratîk ti ji van nabe û ne dema danîna erebeyê li ber hespê ye. Divê beriya her tiştî Tirkiyeyeke demokratîk hebe.”
 
‘EZ LI BENDA BERSIVA DEWLETÊ ME’
 
Abdullah Ocalan di 24’ê Hezîrana 2013’an de bi Şandeya Îmraliyê re hevdîtinek pêk anî û wiha got: "Tişta ku me li vir kir, rageşiyeke mejî bû. Ev qonaxek bû û ev yek îspat kir: Girîng e, gav dikare bê avêtin, watedar e. Rewş ji bo çareseriyeke dîrokî guncaw e. Bi gotineke din ev pêk hat." Ocalan bal kişand ser vê yekê: "Niha ji bo qonaxa duyemîn hewceyî rewşa bêpevçûnê hebû. Ez di biryara xwe de israr dikim, me got dê pêvajo gav bi gav pêş bikeve. Tu yê bibêjî Ocalan di vê mijarê de xwedî îrade ye. Ev ê berdewam bike. Lê ya girîng merheleya duyemîn e. Divê em derbasî qonaxa duyemîn bibin. Hêvî dikim em venegerin pozîsyona berê. Em dixwazin weke projeyekê temam bikin. Ez nizanim bê ka rewşa min a tendiristiyê heta kengî wê destûrê bide min lê jixwe ez ketim nav wê. Niha, ez ê li benda bersiva dewletê bim."
 
8 SERNAV
 
Abdullah Ocalan ji bo ‘Merhaleya Duyemîn’ 8 sernavan pêşniyar dike;
 
Komîsyona Hiqûqê: Piştî gerîla em ê çarçoveyekê ji siyaseta demokratîk re amade bikin ku li şûna wan bi cih bibe... Berê birêz Serokwezîr (Serokwezîrê wê demê Recep Tayyîp Erdogan) digot, 'Werin siyaseta demokratîk, têkoşîna raman bimeşînin' û ji bo vê jî çarçoveyeke wiha ye. Siyaseta demokratîk çi ye û saziyên wê çi ne? Pêşî em ê bi xwe nîqaş bikin û piştre wê biçe cem hikûmetê. Em ê gelek rêgezên wekî herêmî, referandûma herêmî û hwd diyar bikin. Em ê vê yekê bi kîjan qanûnê re bixin nava qanûn û destûra bingehîn? Li Tirkiyeyê bi ti awayî siyaseteke demokratîk nîne. Divê hilbijartin, partî, ev hemû bên nîqaşkirin.
 
Komîsyona Sosyoekonomîk: Kapîtalîzma hov ji niha ve dest bi tevgerê kiriye. Bendav, razemenî û hwd. Her yek ji van her heşt mijaran jî mijarek ji bo konferansekê ye. Weke Konferansa Aborî-Polîtîka û Aboriya Komunal. Wek mînak bêkariya li Rihayê. Ez vê wek mînak destnîşan dikim. Ev dê çawa çareser bibin? Eger hûn partiyeke civakî ya rasteqîn bin, hûn ê ji van re çareseriyê bibînin. Bi santralên hîdroelektrîk gund û erdan vala dikin û dest datînin ser wan. Mezopotamyayê di tevahiya dîrokê de xwarin da her kesî. Niha nikare wan têr bike? Jin di rewşeke hîn xerabtir a aboriyê de ne. Mesela, tecrûbeya komunal a li Îsraîlê lêkolîn bikin. Eger Ermenî li şûna me bûna, wê heta niha veguheriya bihuştê. Divê partiya we bersivan bide van pirsan. Ez ji gerîla re nabêjim vê bikin, çareseriyên siyasî bibînin. Divê hûn hemû aborînasên herî baş ên li Tirkiyeyê vexwînin û nîqaş bikin. Divê hûn çareseriyên wekî kooperatîfan pêş bixînin.
 
Komîsyona Pakta Neteweyî (Mîsak-i Mîllî) : Di rastiyê de ev Pakta Neteweyî ya Kurd-Tirk e û bi hev re rizgarî ye. Parlementoyê ev pakt pejirand. Kurd ne dihatin parçekirin, lê ji hev diqetiyan. Guhertina van sînoran êdî ne ewqasî hêsan e. Lê em dikarin sînoran veguherînin avantajan; yekitiya aboriyê wê veguhere sînorê xwîşk û biratiyê, sînorê Sûriyeyê dikare mîna Brukselê be. Tifaqeke dîrokî derdikeve  holê. Hemû Kurd wê bi Tirkiyeyê re tifaqeke xurt ava bikin. Komîsyona Pakta Neteweyî wê vê nîqaş bike. Bêyî yekitiya Tirk-Kurdan ti kes nikare li herêmê saxlem bimîne. Ev tifaq ji dema Hîtîtan ve heye. Çareseriya pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê, çareseriya pirsgirêkên li Iraq, Sûriye û heta Îranê ye. Piştî vê tifaqa demokratîk a Rojhilata Navîn e.
 
Komîsyona Azadiyê ya Jinê: Pirsgirêka jinê pirsgirêkeke qedîm a Rojhilata Navîn e. Ji ber ku fikrên min ên li ser vê mijarê baş tên zanîn, ez ê berfireh nekim. Min gotibû civaka ku jin azad nebe nikare azad bibe, dê di vê çarçoveyê de be.
 
Komîsyona Ekolojiyê: Ekolojî pirsgirêka Tirkiyeyê ye Li herêmê tiştên weke santralên hîdroelektrîk û keşfên madenê tên zanîn. Dikarin di konferanseke ekolojiyê de ev mijar bên nîqaşkirin.
 
Komîsyona Civaka Sivîl: Pirsgirêka Kurd wê nebe çareseriyek ku dewletê parve dike, yanî wê nebe çareseriyek ku dewletê federal dike. Kurd wê di nava vê dewletê de xwe weke civaka sivîl bi rêxistin bikin. Ez cara pêşî ji we re dibêjim: Em ê bi rêya ku civakê sivîl dewletê neçar bikin ku pirsgirêkê çareser bike. Nîjadperestî û yên bi vî rengî her tim asteng in. Hem bi demokratîkbûyîn û xurtkirina qada medenî re em ê vê dengê neteweperest pûç bikin. Em ê Kurdan ne bi rêya beşek ji dewletê, weke civaka sivîl a demokratîk bi rêxistin bikin.
 
Komîsyona Ewlekariyê: Ev komîsyon gelekî girîng e. Yekemcar dibêjim: Gerîla niha yekane garantiya Kurdan e. Wê piştre çi biqewime? Divê ji bo Kurdan konferanseke ewlekariyê bê lidarxistin. JÎTEM, asîmîlasyon, wêrankirina çand û hawirdorê... Kî wê ewlekariya Kurdan pêk bîne? Gelo wê di nava ewlehiyeke giştî de nûnerekî Kurdan hebe?
 
Komîsyona Lêkolîn û Şopandina Heqîqetan: Mijarên weke windakirinên bi zorê, veger û gorên komî hene. Dê ji bo şopandina pêvajoya piştî pevçûnê, lihevhatinê bixebite.
 
‘MECLIS NEÇAR E RÊYEKÊ BIBÎNE’
 
Abdullah Ocalan da zanîn ku bi derxistina qanûnan re wê qonaxa duyemîn temam bibe û got, "Eger proje bibe qanûn, em ê derbasî qonaxa asayîbûnê bibin. Li hundir û li derve kes namîne. Dibe ku efûyeke giştî nebe. Divê parlemento rêyekê bibîne. Bêyî ku cudahiyê têxe navbera rêveber û milîtanan divê rêyekê bibîne. Divê demildest girtiyên nexweş serbest bên berdan. Çawa ku me yên di destê me de berdan, divê wezîr jî erênî nêzîk bibe.”
 
PÊVAJOYA ÇARESERIYA SIYASÎ
 
Abdullah Ocalan diyar kir ku bi bidawîkirina pevçûnan re wê qenalên siyasî yên demokratîk hemwext vekin û got, "Di demeke nêz de wê pêwîstî bi hêzeke sêyemîn a ku çavdêriya wê dike, aşkerakirina rastiyan jî hebe. Divê Komîsyona Şopandinê hebe. Divê partî bi hev re ava bikin. Divê bi hev re mudaxele bikin weke muxataban ji bo mijarên ku derdikevin holê. Qonaxa çareseriya siyasî bêyî dadger nabe. Mirovên aqilmend bi yekalî hatin avakirin. Divê Komîsyona Lêkolînkirin û Şopandina Heqîqetan bê avakirin. Helbet heke ez aktorê sereke bim, ger bi kesekî re neaxivim wisa nabe. Ez ê van mijaran bi rêya vê amûrê nîqaş bikim."
 
HIŞYARIYA KOMPLOYÊ
 
Serokamerê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di serdana xwe ya 6’ê Mijdara 2013’an a Fînlandiyayê de gotibû ku dê qanûnan derxin û Abdullah Ocalan têkildarî vê daxuyaniyê di hevdîtina 9’ê Mijdara 2013’an de wiha got: "Bêyî bingeheke qanûnî kes nikare di ewlehiyê de be. Pêvajo ne ewle ye. Bêyî bingeheke qanûnî ya xurt a çareseriyê, derdor ji hêzên komploger re vekirî ye. Ji ber vê yekê divê çarçoveyeke qanûnî hebe. Hevalên (Tevgera Azadiya Kurd) rast in; gotin çawa hatine bila wisa jî biçin. Niha çawa ku çûn dê wisa vegerin? Gelo divê ew bi çek vegerin? Heta ku hûn qanûnekê dernexînin dê bi kêr neyê. Gelo divê biçin qereqolê û hepsa bêdawî qebûl bikin? Dozger nikare mudaxele bike; Ev sûc e. Dadger nikare bidarizîne; Ev sûc e. Eger leşker gule berde, eger guleberan neke, sûc dike. Li vê derê, komployek plan kirin. Dewletê jî ev komplo nedît. Min komplo dît û mudaxele kir. Min ev ji bo rizgarkirina te kir, min niyeteke komplogerî hîs kir. Ji bo te rizgar bikim min ev kir."
 
‘FERZKIRINA YEK ALÎ ÇARESERÎ NÎN E’
 
Di hevdîtina 8’ê Sibata 2014’an de rojeva sereke ya hevdîtinê pêvajoya bingeha hiqûqî bû û Abdullah Ocalan wiha got: “Em ê li vir çarçoveya muzakereyê nîqaş bikin. Ew dê wê bibin parlementoyê û wê qanûnî bikin. Em ê têkildarî ewlekarî, vegera gundan, avakirina gundan hemû mijaran biaxivin. Nabe ku yek alî be. Axaftina li ser efûyeke bi vî rengî jî şaş e. Em dê peymanekê çêbikin. Qanûna peymanê wê derbasdar be. Bi derxistina qanûnên îhaleyê yên yekalî çareser nabe. Ferzkirina yekalî ya pakêtan provokasyonek e. Çareseriyê bi xwe re nayne; neçareserkirina pirsgirêkan derdixîne holê. Bi qanûna peymanê re lazim e alî li hev bicivin û metneke qanûnî yan jî rêziknameyê çêbikin. Li jêr wê îmze hebin. Hemû pirsgirêkên bi heman rengî yên 400 salên dawî bi vî rengî hatin çareserkirin.”
 
KOMÎSYONA HEQÎQET Û HEVRÛBÛNÊ
 
Abdullah Ocalan da zanîn ku Komîsyona Lêkolînkirina Heqîqetan pêwîstiyeke û ev pêşniyar kir: "Aqûbeta miriyên me jî nediyar e. Kê bi hezaran mirovên me ên binê erde kuşt? Komîsyona Heqîqet û Hevrûbûnê esas e. Ev ji bo dewletê jî girîng e. Bi hezaran cînayetên li ser navê dewletê hatine kirin hene. Yên ku Sakîne qetil kirin, berpirsyarên Roboskê, komkujiya Geverê divê ev bên aşkerakirin. Bi hezaran pirsgirêk hene. Hemû jî ne di berpisyariya dewletê de ne. Divê ev komîsyon van hemûyan derxin holê. Dibe ku ji zanyar û pisporên hiqûqê yên herî hêja yên Tirkiyeyê ava bibe. Hûnê ji wan bipirsin. Ji bo aştî û çareseriyê biryareke we heye yan na? Em ji çareseriyeke mezin a demokratîk re amade ne, hûn amade ne yan na? 50 hezar kes mirine, ma 500 hezar kesên din jî bimirin?"
 
MA / Ozgur Paksoy