Xwebûn bi manşeta ‘Parastina herî xurt hêza cewherî ye’ derket

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya Xwebûne vê hefteyê bi manşeta “Parastina herî xurt hêza cewherî ye” derket. 

Rojnameya Xwebûne di hejmara xwe ya 294’emîn de bi manşeta “Parastina herî xurt hêza cewherî ye”  gihişt ber destê xwînerên xwe. Rojnameyê, bi minasebeta 11’mîn Salvegera Fermana 74’an a li dijî civaka Êzidî, nirxandinên Berpirsê Eleqatê YBŞ’ê Emer Şengalî derxistiye manşeta xwe. Şengalî dibêje êdî hêza cewherî dikare Şengalê biparêz e.
 
Rojname, bi nûçe û analîzên xwe bi dosya û nivîsên xwe ji mijarên siyasî, polîtîk, çandî, zimanî, wêjeyî, qerfî û civakî bigire gelek mijarên girîng dibîne.