‘Jin, jiyan, azadî manîfestoya jiyana azad e’
- jin
- 13:35 16
Werîşe Mûradî diyar kir ku dirûşma “Jin, jiyan, azadî” mijara jinê veguherandiye bingeha şoreşê û got ku ev roj divê ne tenê weke rojeke bîranînê were nirxandin.
Werîşe Mûradî diyar kir ku dirûşma “Jin, jiyan, azadî” mijara jinê veguherandiye bingeha şoreşê û got ku ev roj divê ne tenê weke rojeke bîranînê were nirxandin.
TJA û hevserokên giştî yên DEM Partî û DBP’ê bi boneya 3’yemîn salvegera qetilkirina Jîna Emînî daxuyanî dan û gotin felsefeya “Jin, jiyan, azadî” veguherî berxwedaneke kûrewî.
Rêxistinên Saziyên Civakî (STK) yên Wanê, li dijî zêdebûna kuştina biguman a jinan û parastina mafên jinan kampanyaya “Em ji bo bijîn û bidin jiyandin birêxistin dibin” dan destpêkirin û dan zanîn ku ew ê ji bo ronîkirina mirinên biguman têbikoşin.
Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Nêrgiz Mihemedî bi boneya salvegera çalakiyên “Jin, Jiyan, Azadî” peyamek parve kir û got: “Dixwazin girtiyan bitirsînin û ji vê tevgerê tolê hilînin.”
KNK’ê bi boneya 3’yemîn salvegera Şoreşa “Jin, jiyan, azadî” daxuyanî da û diyar kir ku “Jin, jiyan, azadî” ne dirûşmeke jirêzê ye û got: “Ev yek meşaleyeke guherînê ye, çirûska avakirina civakek demokratîk û azad e.”
Lîstikvana îranî Shaghayegh Norouzi, diyar kir ku berxwedana “jin, jiyan, azadî” ku 3 sal li pey xwe hişt, jin veguherand kirdeyê û got: “Jin êdî li benda guherînê nînin, ava dikin.”
Piştî qetilkirina Jîna Emînî, girtîgeh veguherîn qadên herî bibiryar ên berxwedanê. Tevî îşkence, tecrîd û gefên darvekirinê jî çalakiyên girtiyan didomin. Parêzer Leila Azadeh, got: “Protestoyên ewil di qawîşên girtiyên jin de dest pê kirin.”
Hejmara nû ya kovara Jinê bi manşeta “Li ser şopa Jîna Emîniyê Jin Jiyan Azadî" derket.
Rêveberê IHRNGO'yê Mehmûd Emîry-Moghaddam diyar kir ku ji ber ku her kesên li Îranê dijî tiştên bi salan hatine serê wan di Jîna Emîniyê de dîtine, Jîna Emînî bûye sembol û got: "Tevgera 'Jin, Jiyan, Azadî' xaleke werçerxê bû û ji hemû xwepêşandanên din ên ku me di 40 salên dawî de dîtine cuda bû. Li gorî berxwedanên berê, ew berxwedanek bû ku her kesî di xwe de dihewand."
Şaredariya Agiriyê li taxan hevdîtinên jinan pêk anîn û pirsgirêk û daxwazên wan guhdarî kirin.
KJK’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku heta Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad nebe dê çareserî pêş nekeve û ji bo 28’emîn salvegera komploya 9’ê Cotmehê banga protestoyên girseyî kir.
Xwendekar Rojîn Kabaîş li Wanê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da û daxwaza xelkê bajar ew e ku bûyer ji her alî ve bê ronîkirin. Welatiyan, diyar kirin ku ew ji îdiaya întîharê bawer nakin û gotin: “Ma dê hêj çend kes bimirin?”
Hevseroka PJAK'ê Peyman Viyanê diyar kir ku tevgera "Jin, jiyan, azadî"yê hebûna jinan û wateya jiyanê ji nû ve daniye meydanê û got: "Vê şoreşê guhertinên mezin ê zihnî çêkirin. Guhertinên mezin di civakê de çêkirin û mesafeya di navbera gel û dewletê de qut kir û êdî xeta gel diyar kir."
Danişîna doza Berdevka Demê ya TJA’yê ya berê Ayşe Gokkan ku 5 sal in girtî ye, hat lidarxistin û daxwaza tehliyeya wê hate redkirin. Ayşe Gokkanê bal kiand ser pêvajoyê û got divê Abdullah Ocalan azad bibe.
Welatiyên li dijî talankirina xwezayê ya li Şirnexê li Bestayê nobet girtin, gotin: “Darên me her tiştekî me ne. Heke darên me bibirin dê aştî çawa were?”