‘Tişta herî xetere ku tundiya ser jinê zêde dike polîtîkaya necezakirinê ye’

  • jin
  • 10:01 4 Tebax 2025
  • |
img
AMED - Parêzer Feyza Nûr Işik diyar kir ku di mehekê de li Amedê herî kêm 4 jinan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane û got: “Tişta herî xetere ku tundiya li ser jinê zêde dike, polîtîkaya necezakirinê ye.” 
 
Di nava meha dawî de li Amedê 4 jinan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Herî dawî di 28’ê Tîrmehê de jina bi navê Meliha Kaya li mala xwe mirî hate dîtin. Hat zanîn ku zêdetirî saleke hevjînê Meliha Kayayê tundiyeke sîstematîk lê dike û zarokên wê jî bavê xwe berpirsyarên mirina dayika xwe dibînin. Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya Mafên Jinan a Baroya Amedê Feyza Nûr Işik, sedemên zêdebûna komkujiyên li dijî jinan û rêyên pêşîlêgirtina wan axivî. 
 
Feyza Nûr Işik, da zanîn ku sedema sereke ya zêdebûna tundî û komkujiyên li dijî jinan newekheviya zayenda civakî û zîhniyeta mêrê serdest e. Feyza Nûr Işik, bal kişand ser zêdebûna tundiya li Amedê û got: “Di nava civaka me de hêj jî zîhniyeta bavikasalar serdest e. Guhertina vê zîhniyetê me tevekan dide zorê. Her wiha kodên ku jinan di asta duyemîn de dibîne, paşguh dike û bêqedir dike hene. Ev tevek jî dibin sedema zêdebûna komkujiyên li dijî jinan. Li dijî newekheviya zayenda civakî divê ji zarokatiyê ve perwerde bên dayin. Nexwe ji bo guhertina vê zîhniyetê em zehmetiyê dikişînin.” 
 
'QANÛNA ÎNFAZÊ TÊR NAKE’
 
Bi domdarî Feyza Nûr Işik anî ziman ku hukmên mewzûatê yên bi leha jinê têr nakin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Tirkiyeyê Qanûna Parastin û Pêşîlêgirtina Tundiya li Dijî Jinê ya Hejmar 6284’ê heye. Her wiha Qanûna Cezayê ya Tirk, bêyî ferq û cudahiya jin û mêran cezayên mezin dide. Lê pirsgirêk ev e; gelo ev qanûn çiqas tên cîbicîkirin? Gelo bi wan qanûnan dikin? Ji ber pirsgirêkên di mijara bicîhanîna van sepanan de polîtîkaya necezakirinê pêş dikeve. A rast, qanûnan înfazê pir kêm e. Îro mirov bi rehetî ji bo sûcekî cezayê wê 3-4 sal pirsa ‘gelo dê di hundir de bimînim?’ dikin. Ev jî nîşan dide ku Qanûna Înfazê têr nake.” 
 
POLÎTÎKAYA NECEZAKIRINÊ 
 
Bi domdarî Feyza Nûr Işik, wiha got: “Sedema herî sereke û tişta herî xetere ku rê li ber zêdebûna tundiya li ser jinan vedike, polîtîkaya necezakirinê ye. Lewma necezakirin, dibe sedema zêdebûna komkujiyên jinan. Cezayê van kiriyaran di qanûnan de heye lê nayên cîbicîkirin.”
 
ROLA MEDYAYÊ
 
Feyza Nûr Işik, daxuyand ku hewceye civak di vê mijarê de bê têgihandin û ev tişt anî ziman: “Ev têgihiştin hêj di gelek jin û zilaman de çênebûye. Di vê mijarê de berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milê medyayê.” Feyza Nûr Işik, çendek mînakên ku medya tundî û komkujiyan rewa dike, vegot. Feyza Nûr Işik, got: “Divê medya tundiyê romantîze û asayî neke. Divê cihê tundiyê di çapemenî û medyayê de tune be.” 
 
'HEWCEYE DEWLET BERPIRSYARTIYÊ LI XWE BIGIRE’ 
 
Feyza Nûr Işik, axaftina xwe wiha qedand: “Divê saziyên dewletê ji bo rehabîlîtekirina mêran perwerdeyan bidin. Pêwîstiyeke mezin a civaka me bi vê heye. Li hêla din divê di mijara tevdîra dûrxistin û parastinê de û ji bo cîbicîkirina van tevdîran hewceye em biisrar bin. Di vê mijarê de berpirsyartî ne tenê dikeve ser milê rêxistinên jinan, rêxistinên civaka sivîl û baroyan lê berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milê polîs, dozger û dadger jî.” 
 
MA / Rûkiye Payîz Adiguzel