Di 2025'an de 'pêvajoyê' mohra xwe li rojeva siyasetê xist

img

ENQERE - Siyaseta Tirkiyeyê ku bi pêşketinên girîng ket sala 2025'an, rojeva wê ya sereke çareserkirina pirsgirêka Kurd û pêşketinên pêwendîdar bû.

Sala 2025'an ku bi dengvedana banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan a di dawiya sala 2024'an de, gelek pêşketinên piralî nîşan da. Gotinên Abdullah Ocalan ên di 23'yê Cotmeha 2024'an de ku gotibû "Eger şert û merc guncaw bin, ez xwediyê hêza teorîk û pratîkî me ku vê pêvajoyê ji zemîna pevçûn û tundûtûjiyê veguhezim zemîna hiqûqî û siyasî", hêviya çareseriyeke demokratîk ji bo pirsgirêka Kurd ber bi sala 2025an ve bir. Lêbelê, tevgerên AKP'ê û Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî, di warên bicihanîna berpirsiyariyên xwe di çarçoveya pêvajoyê de, amadekirina zemîna siyasî û hiqûqî ya pêvajoyê bi derengî xistin. Valahiya di navbera gotin û kiryarên AKP û MHP'ê de di anketên raya giştî yên îsal de jî diyar bûn. Her çend piştgiriya ji bo pêvajoyê di anketên raya giştî de gihîşt ji sedî 70 jî, baweriya bi pêvajoyê heman meylê neşopand û ev rêje li dora ji sedî 15'an ma.
 
QEYÛMÊ EWIL Ê SALÊ TAYINÎ ŞAREDARIYA AKDENÎZÊ HAT KIRIN
 
Nelihevkirina di polîtîkayên AKP û MHP'ê de pêşî di tayînkirina qeyûman de xwe nîşan da. Ev pêvajo ku di çaryeka dawî ya 2024'an de dest pê kir, bi tayînkirina qeyûman a berdewam re, di qada siyasî de ceribandina xwe da der. Berî ku banga "pêvajoyeke samîmî û şefaf" a Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgür Ozel di 2'yê Çileyê de û hevdîtina ku di 6 û 8'ê Çileyê de di navbera şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş de ji bo avakirina komîsyoneke meclisê di çarçoveya pêvajoyê de hatibû kirin sar bibe, gava yekem a der barê qeyûman de di 10'ê Çileyê de hat avêtin. Di 10'ê Çileyê de hevşaredar û endamên meclisa Şaredariya Akdenîzê hatin binçavkirin û di 13'ê Çileyê de qeyûm tayinî şaredariyê hat kirin.
 
Daxuyaniya Serokkomar Tayyip Erdogan a di 15'ê Çileyê de ku got "di têkoşîna li dijî terorê de rêbazên din jî dê werin bikaranîn", digel tayinkirina qeyûman, nîşanên yekem li ser parametreyên nêzîkatiya AKP'ê ya li hember pêvajoyê dan.
 
Di 22'yê Çile de, şandeya DEM Partiyê ku ji parlamenter Sirri Sureyya Onder û Pervîn Bûldanê pêk dihat, li Girava Îmraliyê duyemîn hevdîtina xwe bi Abdullah Ocalan re pêk anî. Di daxuyaniya xwe ya kurt de, ji ber şewata li Kartalkayayê, şandeyê tenê diyar kir ku amadekariyên qanûnî yên ji bo pêvajoyê berdewam dikin.
 
TAYINKIRINA QEYÛMAN BI SÊRT Û WANÊ RE DEWAM KIR
 
Partiya desthilatê, piştî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Akdenîzê, di 29'ê Çileyê de, qeyûm tayinî Şaredariya Sêrtê jî kir.
 
Di 11'ê Sibatê de, Abdullah Zeydan, Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, bi 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê hat cezakirin. Di 13'ê Sibatê de, çalakiya bîranîna Şêx Seîd ji aliyê Walîtiya Amedê ve hat qedexekirin. Siyasetên nakok ên partiya desthilatê bi tayînkirina qeyûm ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê di 15'ê Sibatê de berdewam kirin.
 
OPERASYONA LI DIJÎ HDK'Ê, TAYINKIRINA QEYÛM A JI BI ŞAREDARIYA QAXIZMANÊ
 
Di demeke wiha de ku desthilata AKP'ê polîtîkayên xwe yên tepeserkirinê didomand, di navbera 16-19'ê Sibatê de, Şandeya Îmraliyê li Herêma Kurdistana Federe bi Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Giştî yê YNK'ê Bafil Talabanî re civiya da ku der barê pêvajoyê de danûstendinê bike. 
 
Di nîvê Sibatê de, li dijî HDK'ê operasyonek hat destpêkirin, 52 kes hatin binçavkirin û 30 kes jî hatin girtin. Sibeha 24'ê Sibatê, siyaset bi tayînkirina qeyûm ji bo Şaredariya Qaxizmanê ya li Qersê şiyar bû.
 
Di daxuyaniya HPG'ê ya 6'ê Adarê de careke din nexwestekiya desthilata AKP'ê ya li hember pêvajoyê derket holê. Di 6'ê Adarê de, HPG'ê ragihand ku ji destpêka pêvajoyê ve Tirkiyeyê 828 êriş pêk aniye û tekez kir ku di van êrişan de çekên kîmyewî hatine bikaranîn.
 
Şandeya Îmraliyê di 12'ê Adarê de dest bi hevdîtinên bi serokên partiyên siyasî re kir. Di 13'ê Adarê de, HPG'ê ragihand ku di nav du rojan de 715 êriş li dijî hêzên wan pêk hatine.
 
Di 19'ê Adarê de, Wndamê Akademiya Abdullah Ocalan Dûran Kalkan diyar kir ku desthilatê di çarçoveya pêvajoyê de tu gav neavêtiye û vê yekê wekî "nejidilbûnê" bi nav kir.
 
Pêvajoya ku dest pê kir, mohra xwe li pîrozbahiyên Newrozê jî xist. Di pîrozbahiyên ku di nîvê Adarê de dest pê kirin û di 21'ê Adarê de bi dawî bûn de, bi mîlyonan kes daketin qadan û daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan kirin.
 
BINÇAVKIRIN
 
Meha Adarê jî serdemeke krîtîk bû ku tê de îradeya gel hat desteserkirin. Di 19'ê Adarê de, Şaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû hat binçavkirin. Di 23'yê Adarê de, Îmamoglû bi tohmeta "gendeliyê" hat girtin. Nerazîbûnên ku ji aliyê CHP'ê ve li dijî girtinan hatibûn destpêkirin bi tundî hatin tepeserkirin.
 
Piştî serdana DEM Partiyê ya Herêma Kurdistana Federe, di 25'ê Adarê de, şandeyên DEM Partiyê û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi hevbeşî serdana herêmê kirin.
 
HEVDÎTINA MALBATÊ BI ABDULLAH OCALAN RE
 
Di 31'ê Adarê de, piştî demeke dirêj, serdana malbatê li Îmraliyê pêk hat ku serdana malbatê bi salan qedexe bû. Abdullah Ocalan û girtiyên li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bi malbatên xwe re ji bo cejnê hevdîtin kirin. 
 
MEŞÊ CIWANAN Û ÊRIŞÊN LI SER HPG'Ê
 
Yek ji geşedanên berbiçav ên di meha Nîsanê de çalakiyên rêxistinên ciwanan bûn. Di çarçoveya pîrozbahiyên rojbûna Abdullah Ocalan de, ciwanan di 1'ê Nîsanê de ji Amedê ber bi Amarayê meşek li dar xistin. Di 4'ê Nîsanê de pîrozbahiyek hat lidarxistin.
 
Di 2'yê Nîsanê de, HPG'ê rapora êrişan a meha Adarê weşand. Di raporê de hat gotin ku 11 hezar û 585 êriş li dijî hêzên wan hatine kirin. Di 7'ê Nîsanê de, HPG ragihand ku du gerîlayan di êrişeke bi droneyan de li Garê jiyana xwe ji dest dane.
 
HEVDÎTINA ŞANDEYA ÎMRALIYÊ-ERDOGAN
 
Di 10'ê Nîsanê de, Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Serokkomar Erdogan re civiya. Hevdîtin wekî "erênî" hatin binavkirin û pêwîstiya gavên din di pêvajoyê de hat tekezkirin. Tevî ku nêzîkî neh meh di ser hevditınö re derbas bûne jî, hîn gavên berbiçav nehatine avêtin. Pênc roj piştî hevditına DEM Partiyê-Erdogan, di 15'ê Nîsanê de, Sirri Sureyya Onder, endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ku beşdarî civînê bûbû, krîza dil derbas kir.
 
HPG'ê di 18'ê Nîsanê de ragihand ku 627 êriş li dijî hêzên wan hatine kirin. Di raporê de tekezî li ser wê yekê hat kirin ku êriş tevî pêvajoya aştiyê ya berdewam jî berdewam dikin. Di 19'ê Nîsanê de, daxuyaniyek hat weşandin ku îdiayên HPG'ê zelal kir. Serokê Giştî yê YNK'ê Bafil Talabanî ragihand ku kongreya PKK'ê ku tê payîn di çarçoveya pêvajoya aştiyê de were lidarxistin, ji ber êrişên Tirkiyeyê hatiye paşxistin.
 
Di 24'ê Nîsanê de, şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re civiya. Di civînê de şert û mercên Abdullah Ocalan û gavên ku divê der barê pêvajoya aştiyê de werin avêtin hatin nîqaşkirin.
 
MEHA GULANÊ: RAPORÊN ÊRIŞAN, BÎRANÎN Û ÎNÎSYATÎFÊN DEMOKRATÎK
 
HPG'ê di 2'yê Gulanê de raporek weşand ku tê de hezar û 76 bombebaranên ku hêzên wan hedef girtine bi hûrgilî rave dike.
 
Di 3'yê Gulanê de, endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder, piştî krîza dil li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Bi hezaran kes beşdarî merasîma cenazeyê Onder bûn di 4ê Gulanê de.
 
Serokkomar Erdogan û Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçeli di 6'ê Gulanê de ji bo nirxandina pêvajoya berdewam civiyan.
 
Di 10'ê Gulanê de, "Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk" li Amedê hat ragihandin.
 
Di 5-7'ê Gulanê de, Tevgera Azadiya Kurd biryara "fesixkirin û bêçekkirinê" wekî beşek ji vê pêvajoyê da. PKK'ê bi lidarxistina 12'emîn Kongreya xwe ya Awarte, biryar da ku li gorî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27'ê Sibatê, biryara fesixkirinê daye. 
 
Di 12'ê Gulanê de, Wezîrê Derve Hakan Fîdan û piştre jî Serokkomar Erdogan, biryara "fesixkirin û bêçekkirinê" wekî biryareke "dîrokî" bi nav kirin.
 
MEHA HEZÎRANÊ: PAKÊTA DARAZÊ Û REXNEYÊN LI KOMÎSYONÊ
 
10'emîn Pakêta Darazê ku ji aliyê desthilatê ve hatibû amadekirin, di 4'ê Hezîranê de ji aliyê meclisê ve hat pejirandin. Pakêt ji ber ku di çarçoveya pêvajoyê de tu xalên der barê girtiyan de nehewand, hat rexnekirin.
 
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan di 6'ê Gulanê de bi dêya Eren Bulbul re hevdîtinek kir. Eren Bulbul, leşkeran ji bo nîşandana cihan ew biribûn herêmeke pevçûnê û jiyana xwe ji dest dabû. Hevdîtin wekî gaveke erênî di pêvajoyê de hat şîrovekirin.
 
Abdullah Ocalan û girtiyên li Îmraliyê di 8'ê Hezîranê de hevdîtina cejnê kirin. Abdullah Ocalan piştî 26 salan cara yekem bi zarokan re civiya.
 
Di 26'ê Hezîranê de, endamên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar bi Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş re civiyan. Di hevdîtinê de, giranî li ser garantiyên qanûnî hat danîn û li ser pêdiviyên pêvajoyê nîqaş hatin kirin.
 
OPERASYON LI DIJÎ ŞAREDARIYÊN CHP'Î
 
Tîrmeh jî bi zextên li ser şaredariyan dest pê kir. Di 1'ê Tîrmehê de, kampanyaya ku ji hêla Platforma Azadiya Ewropayê ve ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat destpêkirin, piştgiriya navneteweyî ji bo Pêvajoya Aştî û Demokratîk zêde kir.
 
Operasyona li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê di 5'ê Tîrmehê de bi şaredariyên navçeyan ên CHP'î yên li Stenbolê re berdewam kir. Di van operasyonan de şaredar hatin binçavkirin û hin ji wan hatin girtin.
 
Di 6'ê Tîrmehê de, Şandeya Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re civiya. Di hevdîtinê de, pêdiviyên pêvajoyê hatin dubarekirin. Di 7'ê Tîrmehê de, Şandeya Îmraliyê bi Erdogan re civiya. Di vê hevdîtinê de, hat gotin ku dê li gorî pêdiviyên pêvajoyê gav bên avêtin û peyamên pabendbûna bi pêvajoyê re hatin dayîn.
 
JI KONSEYA WEZÎRAN BIRYARA 'MAFÊ HÊVIYÊ'
 
Di 8'ê Tîrmehê de, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya li ser binpêkirina "mafê hêviyê" ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nîqaş kir. Komîteyê daxwaz kir ku Tirkiye di vî warî de tedbîran bigire. Bi balkişandina ser pêvajoya berdewam, Komîteyê pêşniyaz kir ku ev mijar di nav qanûnên ku di çarçoveya vê pêvajoyê de werin derxistin de cih bigire, lê tevî ku dem derbas bûye jî, di vê mijarê de tu xebat nehatiye destpêkirin.
 
Di heman roja ku Konseyê biryara xwe da de, şaredarên Manavgat û Edeneyê hatin girtin û di 9'ê Tîrmehê de, Zeydan Karalar ji wezîfeyê hat dûrxistin.
 
Di 11'ê Tîrmehê de, li gorî biryara çekdarkirinê wekî beşek ji pêvajoyê, Koma Aştî û Civaka Demokratîk çekên xwe şewitandin. Gerîlayên ku ji Şikefta Casene ya ya nêzîkî bajarê Silêmaniyê li Herêma Kurdistanê derketin, bi merasîmekê çekên xwe şewitandin.
 
Di 12'ê Tîrmehê de, Serokkomar Erdogan avakirina komîsyonekê li meclisê wekî beşek ji pêvajoyê ragihand.
 
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê di navbera 16 û 18'ê Tîrmehê de bi Wezîrê Dadê û partiyên siyasî re hevdîtin pêk anîn. Di van hevdîtinan de pêvajo û gavên ku dikarin di çarçoveya wê de werin avêtin hatin nîqaşkirin.
 
Buroya Hiqûqê ya Asrinê di 25'ê Tîrmehê de der barê "mafê hêviyê" de Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê agahdar kir û di heman demê de, Veysî Aktaş ku berdana wî du caran hatibû paşxistin, ji Girtîgeha Îmraliyê hat berdan. Ev berdan ku di vê pêvajoyê de wekî niyeta baş hat hesibandin, li girtîgehên din belav nebû.
 
DESTPÊKA KOMÎSYONÊ, BINPÊKIRINA ZIMÊN
 
Di çarçoveya pêvajoyê de, di destpêka Tebaxê de biryar hat dayîn ku pirsgirêka Kurd were rojeva meclisê û ji bo amadekirina bingeha siyasî û qanûnî komîsyonek bê avakirin. Di 5'ê Tebaxê de, Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya Meclisê hat damezrandin û komîsyinê civîna xwe ya yekem li dar xist.
 
Di 6'ê Tebaxê de, endamê Akademiya Abdullah Ocalan Mustafa Karasû diyar kir ku divê komîsyon rasterast bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.
 
Di 21'ê Tebaxê de, Komîsyona Meclisê bernameyek ji bo guhdarîkirina beşên cuda yên civakê wekî beşek ji pêvajoyê da destpêkirin. Dayika Aştiyê Nezahat Teke dema ku li Komîsyona Meclisê bi Kurdî axivî, axaftina wê hat astengkirin.
 
PÊŞNIYAZ, ANKET Û XEBATÊN KOMÎSYONÊ
 
Rojên pêşîn ên meha Îlonê bi xebata komîsyona damezrandî, nîqaşên li dora wê û daxuyaniyên Devlet Bahçelî yên ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girtin, derbas bûn. Di 4'ê Îlonê de, endamê Akademiya Abdullah Ocalan Mustafa Karasu, rexne li komîsyonê kir ji ber ku bi Abdullah Ocalan re nacive û got ku di vê pêvajoyê de tu pêşketin çênebûye.
 
Piştî daxuyaniyên Karasû di 5'ê Îlonê de, Fetî Yildiz ê MHP'î pêşniyaz kir ku şandeyek ji endamên komîsyonê were hilbijartin û bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike. 
 
Di 12'ê Îlonê de, Bahçelî diyar kir ku aştî bi baskekî pêk nayê û îaşret bi du baskan kir. Lêbelê, vê daxuyaniyê jî rê li ber gavên berbiçav di nav pêvajoyê de venekir.
 
ABDULLAH OCALAN PIŞTÎ 6 SALAN HEVDÎTIN BI PARÊZERÊN XWE RE KIR
 
Di 15'ê Îlonê de Buroya Hiqûqê ya Asrinê, piştî 6 salan, li Îmraliyê hevdîtin bi Abdullah Ocalan re kir. 
 
Di 16'ê Îlonê de, Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş ragihand ku karê komîsyonê dê bileztir bibe. Kurtulmuş ku berê diyar kiribû ku komîsyon dê guhdarîkirinên xwe di 15'ê Îlonê de biqedîne, destnîşan kir ku dema guhdarîkirinê dê were dirêjkirin.
 
Wekî din, di 18'ê Îlonê de, biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya ji bo dayîna heyama Hezîrana 2026'an ji bo "mafê hêviyê" û îşaretpêkirina bi komîsyonê, piştgiriya navneteweyî zêde kir. Vê biryarê nîşan da ku Ewropa pêvajoyê dişopîne û berpirsiyariyê dixe ser milê Tirkiyeyê.
 
VEKIRINA MECLISÊ, QEBÛLKIRINA TEZKEREYÊ
 
Ev pêvajo ku bi destgirtina Devlet Bahçelî ya bi destê parlamenterên DEM Partiy re di vekirina meclisê de ket rojeva raya giştî, di 1'ê Cotmehê de, bi pêşketinên girîng berdewam kir. Di nav wan de spasiya Erdogan a ji bo DEM Partiyê û destgirtina wan, hevdîtinên di navbera Bahçelî, Erdogan û Kurtulmuş de û Feti Yıldız ê MHP'î ku behsa biryara DMME'yê kir hebûn. Di heman rojê de, dirêjkirina tezkereya Sûriyeyê ku hat meclisê, gumanên li ser pêvajoyê zêdetir kirin.
 
Daxwaza DEM Partiyê ya ji bo berdana girtiyan, bi taybetî yên ku di doza Kobanî de girtî ne, ji aliyê partiya desthilatê ve bi erênî nehat qebûlkirin. 
 
Meşa ku ji aliyê jinan ji Amedê ve hatibû destpêkirin û daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan dikir, di 6'ê Cotmehê de li Meclisê bi dawî bû. Ketina jinan bo civîna koma meclisê ya DEM Partiyê bi dirûşmeya "Bijî Serok Apo" dengvedaneke mezin çêkir. Di 7'ê Cotmehê de, daxwaza jinan a ji bo wekhevî û aştiyê li meclisê bû sedema ku daxwazên wan veguhêzin korîdorên meclisê.
 
Endama şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan, di 10'ê Cotmehê de ragihand ku şandeyek ji endamên Komîsyona Meclisê tê plankirin ku serdana Îmraliyê bike. Di 13'ê Cotmehê de, endamên Buroya Hiqûqê ya Asrinê serdana Îmraliyê kirin.
 
Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş di çarçoveya pêvajoyê de di 17'ê Cotmehê de serdana Amedê kir. Di serdana xwe de, Kurtulmuş bi hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amed re civiya. Xwendina helbestek bi zimanê Kurdî di dema serdanê de bala raya giştî kişand.
 
Di 21'ê Cotmehê de, pêşkêşkirina pêşnûmeqanûnek ji bo "Mafê Hêviyê" ji aliyê DEM Partiyê ve û qebûlkirina tezkereya Iraq-Sûriyeyê (ku DEM Partî û CHP li dijî wê derketin) rastî rexneyên girîng hat. Qebûlkirina biryarê îspat kir ku pêvajoya aştiyê bandoreke li ser siyaseta derve nekiriye û careke din di navbera gotin û pratîkê de nakokî der barê pêvajoyê de çêkir.
 
BIRYARA KOMÎSYONÊ YA JI BO SERDANA ÎMRALIYÊ
 
Piştî civîna kabîneyê ya 3'yê Mijdarê, tekezkirina li ser biratiyê ji aliyê Serokkomar Erdogan ve, digel rexneyên wî yên li ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ku destnîşan kir hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş qanûnê bin pê dike, nakokiyên berdewam ên di pêvajoyê de nîşan da. Redkirina serlêdana ji bo bicîhanîna biryara DMME'yê baweriya bi pêvajoyê lawaz kir. Di 4'ê Mijdarê de, daxuyaniyên Fetî Yildiz û Bahçelî yên MHP'î yên der barê berdana Demîrtaş de ku gotin "Ew ê sûdmend be", rastiya ku biryara DMME'yê nayê bicîhanîn neguherand.
 
Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş di 7'ê Mijdarê de diyar kir ku "serdana Îmraliyê mimkun e." Ev yek bi daxuyaniya Bahçelî ya di 11'ê Mijdarê de kugot 'pêvajo ber bi dawiyê ve diçe' û temambûna îdianameya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, bû sedema taloqkirina civîna komîsyonê.
 
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan bang li komîsyonê kir ku hewldanên xwe yên ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bilezîne. Civîna kordînasyona DEM Partiyê di 19'ê Mijdarê de li meclisê û daxuyaniya Feti Yildiz ê MHP'î ya "Serdana Îmraliyê teqez e" amadekariyan lezandin. Dema ku nîqaş berdewam dikirin, rojnameyek, bi îdiaya nûçeya xwe spartiye çavkaniyên CHP'ê, ragihand ku CHP'ê dê endamekî/e xwe neşîne Îmraliyê. Di 20'ê Mijdarê de, biryara CHP'ê hat eşkerekirin û di dengdana ku heman rojê de hat kirin de, AKP, MHP, DEM Partî, TÎP û EMEP'ê dengên erê dan. CHP'ê dengê neyînî da û Koma Yenî Yolê jî bêalî ma. Di 21'ê Mijdarê de, Feti Yildiz diyar kir ku ew ê li ser navê MHP'ê biçe Îmraliyê.
 
Di 24'ê Mijdarê de, serdana komîsyonê ji bo Îmraliyê pêk hat. Piştî civîna nêzîkî 2 saet û 50 deqîqeyî, Erdogan diyar kir ku ev civîn dê rê li ber pêvajoyê veke.
 
MEHA KANÛNÊ
 
Di meha Kanûnê de, bi 11'emîn Pakêta Darazê û weşandina raporên komîsyonê re sal ber bi dawî ve çûyîn çêbû. Di 1'ê Kanûnê de, tekezîya Erdogan a li ser biratiyê piştî civîna kabîneyê pêvajoyê rojeva xwe domand. Her çend daxuyaniya Bahçelî ya di 2'yê Kanûnê de, "Tîr ji kevanê derket" nîşan da ku çalakî di pêvajoyê de zêde bûye jî, civîna komîsyonê ya di 4'ê Kanûnê de û parvekirina kurteyên raporê di nav rojevên herî girîng de bûn.
 
Dı rapora AKP'ê de pêşniyaza betalkirina qeyûman û pêşniyaza hemwelatîbûnê ya CHP'ê bal kişandin. Lêbelê, raporên her du partiyan ji ber ku ne li gorî ruhê pêvajoyê ne, hatin rexnekirin. Rapora CHP'ê tenê du rûpel ji bo pirsgirêka Kurd veqetand û behsa rola Abdullah Ocalan nekir.
 
Her çiqas di raporê de hatibû gotin ku divê pirsgirêka Kurd ji zimanê "terorê" cuda were çareserkirin jî, sernavê raporê "Tirkiyeya Bêteror" ji aliyê DEM Partiyê û gelek derdorên din ve rastî rexneyan hat. Tevî nirxandinên ku destnîşan dikirin ku gavên ku çarçoveyeke qanûnî hewce nakin, di nav de bidawîkirina pergala qeyûman, pêwîst in, ev gav nehatin avêtin. Pêşniyaza raporê ya AKP'ê ya ji bo rakirina qeyûman nerasteqîner hat dîtin.
 
Di 11'ê Kanûnê de, MHP'ê rapora xwe pêşkêşî komîsyonê kir. Di raporê de daxwazên "mafê hêviyê" û perwerdehiya bi zimanê dayikê cih negirtin. 
 
Di 12'ê Kanûnê de, piştî hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Babacan û Bahçelî re, tekezî li ser qanûna aştiyê hat kirin.
 
Di 13'ê Kanûnê de, daxuyaniya Erdogan a ji bo çêkirina destûreke bingehîn sivîl bû sedema nîqaşan. Di navbera 20 û 23'yê Kanûnê de, komîsyonê amadekariyên xwe ji bo civînan berdewam kir. Di 24'ê Kanûnê de, dema ku qebûlkirina 11'emîn Pakêta Darazê di Lijneya Giştî ya Meclisê de dihat nîqaşkirin, dirêjkirina bi yekdengî ya dema komîsyonê ji bo du mehan jî di nav mijarên girîng ên rojevê de bû.
 
MA / Omer Gungor

Sernavên din

13:51 Bayindir: Ocalan, bi banga xwe dîrokekê di salekê de bi cih kir
12:20 Hêj sala nû nehatî ji bo cigareyê zem hate kirin
12:18 AYM’ê serlêdana têkildarî astengkirina nameyan red kir
12:12 Ji saziyên ziman banga mitînga 4’ê Çileyê: Ji bo aştî û azadiyê em tev li mitîngê bibin
11:44 Di 2025'an de 'pêvajoyê' mohra xwe li rojeva siyasetê xist
11:42 Li gorî daneyên TUÎK’ê bêkarî zêde dibe
11:01 Abdullah Ocalan: Pir girîng e ku Tirkiye li Sûriyeyê bi roleke çêker rabe
09:57 Endamê Şandeya Îmraliyê Erol: 'Qanûna Aştiyê' dê pêşiya sedsaleke nû ya Tirk-Kurdan veke
09:46 Li Enqere û Stenbolê li dijî DAIŞ'ê operasyon
09:29 Şaredarê Îzmîrê yê berê Soyer hate girtin
09:04 'Qanûnên azadiyê ne amûra bazarkirin an jî jestê ne'
09:00 ROJEVA 30'Ê KANÛNA 2025'AN
29/12/2025
20:43 Dê peyama sersalê ya Abdullah Ocalan bê parvekirin
16:37 Rêya Colemêrg-Şirnexê ji çûnhatinê re hat girtin
16:15 Li Cizîrê bang ji bo mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
15:56 Doza Narîn Guranê: Dadgeha Bilind cezayê dê, ap û bira erê kir
15:48 Êrişî çalakiyên li Tehranê hat kirin: Gelek kes hatin binçavkirin
15:35 Bakirhan: Li dijî DAIŞ'ê helwesta hevpar divê
15:13 Li Mêrdîn û Şirnexê ji ber berfê rê hatin girtin
14:49 Ji Serhedê bang: Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bivênevê ye
13:18 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rapora salane ya xebatên jinan aşkera kir
12:48 Di operasyona li dijî DAIŞ’ê de 3 polîs mirin
11:41 Yekitiya Êzidiyên Sûriyeyê êrişên li dijî Elewiyan şermezar kir
11:21 Ji bo operasyona li dijî DAIŞ’ê ya li Yalovayê biryara qedexeya weşanê hat dayin
11:08 Li ser Sûrên dîrokî dîmenên nûwaze
10:56 Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Şamê hate taloqkirin
10:41 Li zozanên Lolanê agahî ji 21 kesan nayê girtin
10:40 GES’a li Dêrsimê hatibû temamkirin hat mohrkirin
09:46 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Sala Azadî û Hêviyê’ derket
09:44 Li Yalovayê operasyona DAIŞ’ê: 7 polîs birîndar bûn, pevçûn didome
09:43 Mêrdîn bi berfê xemilî
09:27 Amed bi berfê xemilî
09:18 Veşartina dîmenan di dosyaya Kurdî de gumanên cînayetê xurt dike
09:15 ‘Heta faîl neyên cezakirin dê jin tu caran di ewlehiyê de nebin'
09:11 Komeleya Jinan a Rosayê di sala xwe ya 8’an de ye
09:09 Entegrasyona pozîtîf: Ji bo rêveberiya xweser, federal û konfederal guncav e
09:05 Canpolat: Rewşa girtîgehan ne li gorî ruhê pêvajoyê ye
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2025'AN
28/12/2025
19:31 Rêveberiya Xweser êriş şermezar kir: Berpirsiyar Hikumeta Demkî ye
17:36 Bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
16:42 Li Amedê şînên PKK’iyan bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:35 Der heqê girtiyê binpêkirin vegotî lêpirsîn hate destpêkirin
15:38 Komkujiya Roboskê li gelek bajaran hat protestokirin: Berpirsyaran bidarizînin
15:10 Tulay Hatîmogûllari: Rêya aştiyê ji Roboskê derbas dibe
Keskîn Bayindir: Em ê dev ji doza Roboskê bernedin
13:56 Abdullah Ocalan: Ez bawerim ku ciwan dê bi rola xwe ya pêşeng rabin
13:47 AKKAY-DER’ê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
13:13 Li bajarên Serhedê rêyên 3 hezar û 46 jîngehan hatin girtin
13:02 Li Rojhilat du kolberên di bin aşûtê de ketin jiyana xwe ji dest dan
12:33 Li Roboskê bîranîna sala 14’an: Qêrîna me ya edaletê bibihîsin
11:31 Weqfa Ensarê ku bi dehan lê zarok hatibûn îstîsmarkirin dê dersa ‘exlaqê’ bide
10:38 Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên Bakur hişyarî kir
10:31 Hejmara 148’an a kovara Jinê derket
10:15 Li Sûriyeyê şerê neftê û gaza xwezayî
09:22 Li Elkê zêdetirî metreyek berf bariya
09:18 Li Pirsûsê şaredarî kolanan çêdike DEDAŞ xira dike
09:12 Ji kanala dîrokî ya 51 kîlometreyî tenê 3 kîlometre ji bo avdanê tê bikaranîn
09:11 Hevseroka KATDER’ê: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me, em ê di 4’ê Çileyê de li qadan bin
09:07 Hiqûqnasan bertek nîşanî 11'emîn Pakêta Darazê dan
09:00 Ciwanan serî netewandin, bûn pêşengên berxwedanan
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2025'AN
27/12/2025
22:57 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç berfireh bû
15:35 Xwestin girtiyên nexweş Erturk û Kavak bên berdan
15:19 Panela 'Di 30'yemîn Salvegera Rapora Rojhilatê de: Ji Duh heta Îro'
14:58 Li Dêrsimê Gaxan hat pîrozkirin
14:40 Xizmên windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:21 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Ozdemîr pirsîn
13:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Mafê Hêviyê dê aştiya civakî pêş bixe
13:42 Lokman Gazyakê HPG'î hat bibîranîn
13:29 Tenduristkarên di dema qedexeyên derketina derve de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:14 Li Mêrsînê 2 zarokan di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
12:10 Di operasyona li dijî Şaredariya Stenbolê de 4 kes hatin binçavkirin
10:50 Ji hevserokan banga mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
10:37 Roboskî 14 sal in diêşe: Aştî dikare êşa me sivik bike
10:05 Bang ji bo mîtînga 4'ê Çileyê: 'Mafê hêviyê' rêgeza hêviya gelekî ye
09:50 Lîbyayê ji bo lêkolîna ketina balafirê şandeyek şand
09:37 Li Kadîfekaleyê li dijî polîtîkayên şerê taybet meş
09:26 Erdogan gotibû 'teqez em ê wî bibînin': 20 sal in tu agahî ji Înal nayê girtin
09:06 Êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê hat kirin
09:05 Ji bo 38 bajaran hişyariya barînê
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2025'AN
08:44 MSD: Peymana 10'ê Adarê girîngiyeke neteweyî ya lezgîn e
26/12/2025
16:45 Keskîn Bayindir: Bila her kes beşdarî mitîngê bibe
15:55 Di salvegera Komkujiya Roboskî de banga hevrûbûnê hat kirin
15:39 Li gelek bajaran ji ber êriş û heqaretên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc hat kirin
15:05 Li Edeneyê starta xebatên mitînga 4’ê Çileyê hat dayin
14:28 Li dijî nebûna tevdîrên rê bertek: Li Colemêrgê mirin heye!
14:12 ÎHD’ê xwest ji bo ronîkirina komkujiyan komîsyonê heqîqetê bê avakirin
14:05 Ji bo girtiyan kartên sersalê hatin şandin
14:04 Li Humsê di mizgeftê de teqîn: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
13:31 Ji Meclisa DTSO’yê bang: Ji bo aştî û aboriyê divê gav bên avêtin
12:41 Şîna Nîhal Ayê bi girseyî hat ziyaretkirin
12:33 Ji bo mitînga 4’ê Çileyê bang: Parastina ‘mafê hêviyê’ê, parastina aştiyê ye
11:56 Li Kurdistanê ankêta pêvajoyê: Rêjeya daxwaza ‘mafê hêviyê’ ji sedî 71 e
11:09 Karasu: Divê îradeya gelê Kurd esas were girtin
10:39 Parêzer Kaya: Hin rêveberiyên girtîgehan hewl didin pêvajoyê têk bibin
10:22 Rojeva îsal a pîrozbahiya Gaxanê: Civaka demokratîk û aştî
09:41 Mazlum Ebdî dê biçe Şamê
09:24 Mûçeyê kêmtirîn ê sala nû di di Rojnameya Fermî de hat weşandin
09:10 Hunermendan got: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em qada mitîngê tije bikin
09:09 Li Colemêrgê qeza: Wesayît kete Çemê Zê